Jin di qada aborî de jî xwedî li şoreşê derdikevin

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî rûxmê êriş û ambarogan jî weke qadekî girîng a şoreşê jin di qada aboriyê de pêşengiyê dikin û xwedî li şoreşê derdikevin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûrî jin di hemu qadên jiyanî, civakî de bi erka xwe ya pêşengiyê radibin. Yek ji wan qadan jî qada aborî ye ku li gel êrişên rojane yên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser heremê tê kirin, ambargoyên ku li ser heremê tê danîn, jin bi kar û xebatên di qada aborî de bipêş dixin xwedî li şoreşê derdikevin û pêwistiyên gel ên mîna ard çareser dikin.

Rêveberiya Xweser yarmetiya nan girtiye ser xwe û genim ji bo cotkaran dikire da ku pêwîstiya nanê herêmê dabîn dike. Di werzê herî dawî ya sala 2022’an de Rêveberiya Xweser li cîhanê nirxa herî zêde ya kirîna genim tomar kir, ev yek jî ji bo ku gel ji ard bêpar nemîne û qeyraneke nû dernekeve holê. Ji bo bidestxistina agahiyên berfirehtir, Rêvebera Aşê Ard a Herêma Cizîrê Şêrîn Hesen li ser sîstema karkirin di hundir Aşê Ard ê li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeyê, rol û erka ku li ser milên wan dikeve ji bo têrkirin û ewlekirina pêwîstiyên gelê Bakur û Rohjilatê Sûriyeyê, ji ajansa me re parve kir.

“Rojane 450 ton ard li firinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê belavkirin”

Şêrîn Elî hin agahî li ser aşên ard ên li Herêma Cizîrê parve kir, da zanîn ku rojane 450 Ton ard li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê belavkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li Herêma Cizîrê 7 aş hene, 4 ji wan girêdayî Rêveberiya Xweser in ku li Qamişlo, Hesekê, Amûdê û Tirbe Spiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve û 3’ê jî yên kirê ne. Ev aş 24 saetan bênavber kar dikin, da ku rojane 450 Ton ard derbixin û li embarên me tên belavkirin. Jixwe herî dawî jî ew ard li firinan ji aliyê meclisan ve tê belavkirin. Weke gava yekem, genimê ku ji siloyên genim tê, derbasî Aşê Ard dibe û ji wir êdî derbasî beşa yekemîn a sîloyê dibe.”

 Beşên sereke yên ku genim tê re derbas dibe

Şêrîn Elî di berdewamiya axaftina xwe de, beşên herî sereke yên ku genim tê re derbas dibe wiha rêz kir: “Piştî ku genim tê sirkirin, dikeve beşa sîloyê û li wir di alavên cerar re derbas dibe. Piştre ji bo şûştinê ji beşa radestkirinê ya bi navê sewîl re tê şandin. Her wiha ji bo fermentesyona ango tirşkirinê  48 saetan dimîne heta ku baş were çêrîn. Genim di merheleya pêncemîn de tê hêrtin û di kîsan de tê bicihkirin, jin kîsan wan didigirin.”

Girîngiya beşa laboratûwarê ji bo analîzkirin û zanîna kalîteya genim

Endama beşa laboratûwarê ya di hundirê Aşê Ard de Lorîn Ehmed qala girîngiya vî beşê dike di zanîna kalîteya genim de û dibêje: “Ardê ku ji aşan tê, em di vir de analîz dikin, ger kalîteya wê baş be em qebûl dikin ger nebaş be wê demê tê vegerandin heta ku pirsgirêk an jî nexweşiya wê tê çareserkirin. Li vir gelek amûrên ji bo analîzkirina genim hene, di nav de fraksiyon, girnder û şilker ku saetek û nîvê genim tê de dimîne. Amûra herî bêtir em bi kar tînin amûra granulkirinê ye ku bi riya wê tê xuyakirin bê kalîteya genim baş e yan na. Wekî dawî jî dikeve firina remad a taybet bi ard û du saetan tê de dimîne ji bo encama dawî xuya bike. Ya herî girîng ji bo ku kalîteya ard baş be da ku gel jî razî be ger nebaş bê dê zirar bigihîje gel û em vê yekê naxwazin.”

Kar û xebatên jinan di Aşê Ard de...

Şêrîn hesen teqez kir ku kar û xebata jinan di hundirê Aşê Ard de xuya ye û pir ji bo wan bi nirx e û wiha pêde çû: “Di Aşê Ard de nêzî 85 karmend kar dikin ji wan 15 jin in. Piştî ku di gelek makîneyên pispor de sekinandina genim diqede, jin di beşa pakkirinê de dest bi karê xwe dikin. Di her warî de jin xwe didin pêş, çi karekî zehmet be jî gav nadin paş û ji bo bidestxistina aboriyeke xweser ked didin. Bêguman di vî aşî de jî kedeke jinan a girîng û pîroz heye ku derîçav e û ji bo wan jî derfeteke mezin e ku bêkar nemînin. Belê ne tenê di warê dagirtinê de, di hemû beş û ofîsên aşê de jî jin cihê xwe digrin û xebateke baş dikin.”

Tedbîrên Rêveberiya Xweser ji bo ewlehiya genim

Şêrîn Hesen destnîşan kir ku ji bo salên hişkiyê tedbîrên Rêveberiya Xweser ên cuda hebûn ji bo ewlekirina genim û bidestxistina xwetêrkirinê her wiha da zanîn ku gel ji ber buhayê vî nanî yê kêm êdî herî zêde berê xwe dide nanê ku firinên Rêveberiya Xweser wan bi rêve dibe û wiha bi dawî kir: Genim bi riya kampanyaya Pêşxistina Çandiniya Civakê ya Rêveberiya Xweser tê bidestxistin. Di van salên dawî yên zuhabûnê de gelek zehmetî dihatin kişandin, tevî vê yekê jî heta astekê hewldanên ewlekirina genim ji bo pêwîstiya gel dê werin pêkanîn. Li ser vî esasî, Rêveberiya Xweser weke planek da pêşiya xwe ku genimê ji derve tê bikire û bi buhayekî yarmetî bifiroşe. Em naxwazin kêmasî bikeve peydakirina ard, ji ber ku nan tişta herî sereke ye ji bo xwarin û têrkirina gelê herêmê. Dibe ku di salên borî de rêjeya gel li ser vî nanî kêm be ji ber ku berê xwe didan nanê ku li firinên taybet tên çêkirin lê belê di vê dema dawî de û ji ber buhabûna wî nanê taybet êdî gel hewceyê vî nanî ye ji ber ku buhayê wî kêm e û ev jî erk û misyona me ji bo zêdekirina kar û xebat, mezintir dike.”