Jin bi projeyan aboriya xwe ya xweser bidest dixin

Xwaringeha Niemê projeyeke biçûk e ku li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku jin tê de cih digirin, pê aboriya xwe ya xweser bi dest dixin û xwarinên xwe yên kevneşopî diparêzin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo - Aborî qada herî girîng e û xwedî taybetmendiyek e ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber ku aboriyeke ji nava şer, alozî û ambargoyên dijwar xwe ava dike. Ji wê jî aboriya jinan a ku bi xweserî hatiye avakirin, çi bi projeyên mezin û çi jî yên biçûk. Yek ji wan projeyên xweser ên heyî li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xwaringeha Niemê ya ku jinên Xirîstiyan tê de cih digirin. Jinên ku di xwaringehê de kar dikin, têkildarî projeyê axivîn.

Margrêt Ibrahîm a 60 salî ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye di xwaringeha Niemê de kar dike, behsa kar û xebatên Xwaringeha Niemê kir û got: “Xwaringeha Niemê bûye çar meh me ava kiriye lê beriya wê li malê me kar dikir. Me xwest em vê xwaringehê vekin da ku alîkar bin bi kesên hejar re, jin tê de kar bikin û aboriya xwe ya xweser bi xwe ava bikin. Di destpêkê de me tu zehmetî nekişand ji ber ku beriya niha ev kar me kiriye û ji dayik û dapîrên xwe em hîn bûne. 30 sal in ez vî karê çêkirina mûnet dikim. Kesê ku piştgiriya me kir dêra Xirîstiyanan bû. Li vir em nêzî 7 jin kar dikin, di havînî de nêzî 11 jin kar dikin.”

Jin aboriya xwe ya xweser bidest dixin

Margrêt Ibrahîm diyar kir ku bi nêzîkbûna serê salê re karên wan zêdetir dibe û şêraniyên curbicur amade dikin û wiha bi dawî kir: “Di Havînê de jin zêde kar dikin ji ber ku wextê karê mûnetê zivistanê ye, weke leçer, ava îsotan, miloxiyê, megdûs û gelek mûnetên din hene em amade dikin. Niha nêzî serê salê cejna me Xirîstiyanan e em şêranî, kulîçe, meamûl, bastêq û helîl çêdikin. Gelek cureyên şêraniyan hene em amade dikin. Di milê abûrî de, em aboriya xwe ya xwesr bi xwe ava dikin hewceyî tu kesê nabin. Ez spasiya kesên ku piştgiriya me kirin û ev xwaringeh ava kirine dikim. Her jineke ku jêhatîbûna wê hebe û bixe meriyetê ji xwe û civaka xwe re tiştên baş dike.”

Ji bo jinan derfetê kar

Ferîde Kalê destnîşan kir ku çi jinên pêwîstiya wan a kar hebe, ew ji bo wan derfetê kar diafirînin da ku hewceyî tu kesê nebin û wiha pê de çû: “Ji seat 08:00’anve tên xwaringehê, tişta ku ji me tê xwestin em amade dikin, weke tiştên tên kesdandin tirşo, zeytûn, pelên rezan û ava îsotan û şeranî bastêq, helîl û kulîçe gelek cureyên din. Pastêq em bi ard, şekir û dermanên wê taybet hene tevlî dikin paş dikelînin piştre guza bi ta ve dikin û pastîqên xwe çe dikin û didin kesên hejar an jî kesên ku ji me dixwazin. Dema em ava îsotan amade dikin, destpêkê em îsotan pak dikin piştre li makîneya îsotan dixin du sê rojan li ber tavê dihêlin heta ku dibe ava îsotan. Jin di çi karê ku jêhatî be divê, bike tişta herî baş ew e ku jin bi xwe kar bikin û hewceyî tu kesê nebin, di xwaringehê de kîjan jin biwaze kar bike em wê tevlî xwe dikin.”