Ji bo jin di warê aborî de werin xurtkirin proje tên pêşxistin

Rêvebera Komeleya Ji Bo Pêşxistina Kahîreyê Îman Maher ku ji bo xurtkirina jêhatîbûna jinan, vekirina qadên cuda yên bazirganiyê û piştgiriya jinên bi tundiyê re rû bi rû tên dixebite, diyar kir ku jin ji bo serketinê hewl didin.

ASMAA FATHI

Qahire – Jin li hemû qadên jiyanê hewl didin li dijî meyzekirin û pêkanînên zayendperestiyê bibin xwedî helwest. Jinên ku bi gelek binpêkirinên mafan, tacîz, destavêtin û tundiya fizîkî ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr re rû bi rû tên, vê rewşê qebûl nakin.

Rêvebera Komeleya Ji Bo Pêşxistina Kahîreyê ya li El-Khasîsê Îman Maher got: “Li El-Khasîsê ji bo ku jin werin pêşxistin pir zêde tiştek nayê kirin. Ji ber vê yekê taybet komeleyên li vê heremê ji bo jinan alîkariya xurek, cil û gelek tiştên jiyanî dike. Em piranî ji bo pêşketin û xurtkirina jinan kar dikin. Em xebatên ji bo pêşketina hunerên destan pêş dixin, bi vê awayî jin dikarin ji xwe bawer bin, aboriya xwe ya serbixwe bi dest bixin an jî çavkaniya dahata xwe pêş bixin.”

‘Em jinan dişopînin’

Îman Maher qadên kar wiha bi rêz kir: “Em projeyên ku jinan perwerde dikin û wan bi hêz dikin ku riya rast a domdariyê bibînin, pêş dixin. Em li ser hilberîna sabûn û hin berheman dixebitin û me kursên dirûtinê vekirine. Piştre jinên ku tevlî kursê bûne dişopînin û amûrên ku pêwîstiya wan pê hebû me dabûn kir.”

Îman Maher diyar kir ku ew ji bo ku jin têra xwe bike perwerde didin û wiha pê de çû: “Rûxmê projeyên me biçûk in li ser jinan bi taybet li ser aboriya wan bandorek erenî dike. Ev jî di jiyana wan de guhertinek da avakirin. Xwendekarên pîşesaziyê pir kêfxweş in û piştî ku karîbûn hewcedariyên xwe bi cih bînin rewşa wan a ruhî pir guherî.”

Dixwazin serketî bin

Îman Mahêr ya anî ziman ku gelek şagirt piştî perwerdehiyê zanîn û jêhatîbûna xwe bi pêş ve birin û dîtin dikanên xwe vekirin, wiha dewam kir: “Gelek şagirt dikaneke ku debara xwe û malbata xwe dike vedikin, cil û bergên resen li vir didirûn. Jin zû fêr dibin û dikarin xwe bi şert û mercên cûda re bijîn. Gelek ji şagirtan biryar dan ku bêtir ji yek qursan bişopînin da ku jêhatîbûna xwe di warên cûda de baştir bikin ji ber ku ew dixwazin bi ser bikevin.”

Îman Maher bi bîr xist ku komele ji bilî perwerdehiya hunera destan piştgiriyê dide jinên ku rastî tacîz û destavêtinê hatine û wiha got: “Gelek jin tên komeleyê, di nav de jinên hevberdayî û jinên rastî destavêtinê tên. Ew dikarin bi rêya perwerdehiya karên destan debara xwe bikin, dema ku kursên piştgiriyê tên dayîn, em jî piştgiriya derûnî didin. Gelek jinên ku di demeke kin de xwe kom kirin û vegeriyan jiyanê hene. Ev ji têkiliyên wan heya xuyankirina wan yê derve de xwe dide der, û em dikarin van guhertinan pir eşkere bibînin. Em li bendê ne ku jinên li vir dixwînin li ser lingên xwe bisekinin û marqeyên xwe ava bikin."