Ji ber hilweşîna aborî jinên li Libnanê berdêla herî giran didin

Encamên xirab ên ji ber hilweşîna aborî weke gelek welatan li Lubnanê jî berdewam dikin. Jinên li Lubnanê ji her kesê zêdetir berdêla vê didin, neçar dimînin ku rojê şazdeh saet bixebitin.

FADIYA CUMA

Beyrûd – Di demeke ku bandora siyasetê nemaye û zagonên ku jinan biparêzin tune ne, roj bi roj jinên Lubnanê bi krîza aborî re jî berdêleke giran didin û neçar dimînin ji çend aliyan ve têbikoşin.

Di rewşa aborî ya zehmet ku Lubnan tê de ye, gelek jin neçar mane dev ji zarokên xwe berdin, yan jî daxwaza keçên xwe yên ku dixwazin dest ji hevjînên xwe berdin paşguh kirine. Ji ber nikarin wan û zarokên wan xwedî bikin. Rewş gihîştiye asteke wisa ku hinek malbatan zarokên xwe birine Navendên Lênêrîna Civakî ji bo perwerdeyê bibînin ji ber malbatên wan nema dikarin xwarin û pêwîstiyên jiyanî ji wan re pêşkêş bikin.

Mijar ne tenê li ser rewşa sêwîtiyê û bandorên wê yên li ser jin û zarokan e, krîza heyî kedkarên jin neçar kiriye ku li gel karekî wan heye jî li kar bigerin. Ev jî dihêle ku barê wan giran bibe û bandorê li rewşa wan a derûnî û fizîkî bike.

‘Ji ber aboriya xirab karkerên jin her dem dixebitin’

Hejmareke jinên ku karê xwe ji dest dane yan jî neçar mane ji ber mûçeyên kêm dest jê berdin û pê re jî kêmbûna lîreyê Lubnan di çend salên dawî de, her karî dikin, gelek jinan dest ji ezmûn û pisporiyên xwe berdan û berê xwe dan projeyên biçûk ji bo ku xwe ji krîza bêxwarinî û dermanan xilas bikin.

Barê herî giran jî li ser karkerên jin ên di sektora giştî de kar dikin e. Ji ber ku mûçeyên wan gelekî kêm e, ancex têra çûnhatina wan a kar dike, koçkirina komî ya karkerên jin ên di sektora tenduristî, perwerde û karên azad de dixebitin berdewam dike, ev jî dibe sedema hilweşîna van sektoran.

‘Ji ber tunebûna mûçeyan şêwazê jiyana me hatiye guhertin’

Çalakvana sivîl û jîngehê û berpirsyara tîma rêveber ku di şîrketek tenduristiyê de dixebite, Meryem Bîlal wiha got: "Ez îro ne wek çalakvan diaxivim, ez ê behsa rewşa xwe ya jiyanî weke jineke kedkar û dayikeke bê hevjîn bikim. Barê xwedîkirina zarokên min û perwerdekirina wan li ser milên min e, beriya krîza aborî em di çîna navîn de bûn, heta astekê rewşa me baş bû lê belê îro ev rewş hat guhertin, mûçeyê ku ez digrim têra me nake, em neçar mane şêwazê jiyana xwe bugiherînin û dest ji gelek tiştên sereke berdin."

‘Rewşa heyî xebata zêde dixwaze’

Meryem Bîlal bal kişand ku di dema niha de jin di rewşa aborî ya zehmet de seatên zêde bi mûçeyên kêmtir kar dikin û got: "Ez jî yek ji wan jinan im ku tevî dixebitim jî li karekî din digerim. Min ew kar bi dest xist, ez ê niha 16 seatan kar bikim lê ez nizanim ez ê vê yekê tehemul bikim an na. Îro roj rewş wiha dixwaze ji ber ku ez nikarim alîkariyê ji kesek din bixwazim."

Meryem Bîlal axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bêguman jinên Lubnanê îro berdêla hilweşîna aborî didin, tevî ku ez li ser karê xwe me jî yek ji wan im, îcar jinên ku karê xwe ji dest dane û yên li benda mêran in ku wan xwedî bikin hene. Ez bang li hemû jinan dikim ku çi kar bi dest wan bikeve bila bikin ji bo bi kêmanî xwe xwedî bikin, ji ber ku diyar e krîza heyî dê demeke dirêj bidome."

‘Hilweşîna lîreyê Lubnanê bandorê li girtina sîgortaya tenduristiyê jî kir’

Wafaa Ziyanî ku karkerek e di şîrketeke taybet a serfkirinê de kar dike got: "Ji beriya 30 salan ve ez li vê şîrketê kar dikim, di demên dawî de beriya krîz dest pê bike min nêzî hezar û 200 dolarên Amerîkî distand lê îro piştî hilweşîna lîreyê Lubnanê min ji sedî 80 muçeya xwe winda kiriye, demên berê me ji sîgortiya tenduristî ya ewlekariya civakî sûd werdigirt lê niha ew jî nemane."

Wefaa Ziyanî dibîne ku bandora herî mezin li jinan tê ji ber îro roj ji hemû jinan tê xwestin ku mala xwe birêve bibin û zextên jiyanî tehemul bikin û wiha axaftina xwe domand: "Min gelek tişt ji jiyana xwe kêm kirine, ger ne ji mûçeyê hevjînê min bûya em ê di nava pirsgirêkeke mezin de bûna. Ji bo her malekê mûçeyek tenê ne bes e, ji bo em berdewam bikin divê em kedê bidin. Di aliyê derûnî û civakî de bandorên herî mezin li jinan û malbatên wan çêdibe".

Di dawiya axaftina xwe de Wefaa Ziyanî wiha got: "Di vê krîzê de tu bijarteyek li ber destên me tune ye ji bilî ku em kar bikin divê jin sebir bikin û li ber xwe bidin."