Hena El-Daxil bi pîşeya dirûtinê debara malbata xwe dike

Hena El-Daxil debara xwe ya aborî, bi riya pîşeya dirûtinê ku bi taybetî li deverên gundewar gelek kes tercîh dikin û pêdiviyan wan pê heye e dike.

ZEYNEB XILÊF

Dêrezor –  Hena El-Daxil a 30 salî, ji bajarê Hecîn ê Dêrezorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji ber şert û mercên dijwar ên aborî, bi pîşeya dirûtinê debara malbata xwe dike.

Hena El-Daxil anî ziman ku ew beriya 20 salan ji dayika xwe fêrî pîşeya dirûtinê bûye û wiha got: "Terzîtî pîşeyekî kevneşopî ye. Destpêkê makîne tune bûn dê û dapîrên me derzî û ta bi kar dianîn, paşê jî makîneyên destan çêbûn. Niha em li ser makîneyên pîşesazî yên pêşketî dixebitin ku karê me hêsantir bûye. Jin ji bilî dirûtinê dikarin karên xwe yên li malê jî bikin. Ji ber buhabûna makîneyan û ji ber krîza aborî ya li herêmê ji bo jinan peydakirina wan zehmet e. Her wiha bihayê malzemeyên ku ji bo dirûtinê hewce ne jî zêde dibe. Tevî van kêşeyan, ez pabendî pîşeya xwe me, piraniya dema xwe bi dirûtinê derbas dikim û jinên ciwan ên ku dixwazin fêrî vê pîşeyê bibin jî perwerde dikim. Jin cilên durûtî ji kincên hazir zêdetir tercîh dikin ji ber ku li gor tercîha wan tê û ji ber buhabûna cilên hazir. Divê her jin hewl bide  bigihîje xewn û xeyalên xwe, jin xwedî îradeyeke xurt in."

Yek ji jinên ciwan ên ku Hena El-Daxil wan fêrî pîşeya dirûtinê dike Ebîr El-Eswed diyar kir ku bi fêrbûna vê pîşeyê, wê dikaribû hemû pêdiviyên xwe yên taybet bi cih bîne û wiha got: "Beriya 12 salan ez fêrî pîşeya dirûtinê bûm û min jê hez kir. Piştî hînbûnê ez li cem rahênera xwe Hena El-Daxil berdewam dikim û li malê jî makîneyeke min a destan heye."