Hemşîre dixwazin şert û mercên xebatê li Misrê biguhere

Hemşîre li Misrê rastî tundiya devkî û fîzîkî tên. Rayedarê hemşîre yê Fransî Rida Abdel-Hadî bal kişand ser rewşa hemşîre û got ku sendîkayan têkoşîna pêwîst nedane.

ASMAA FATHI

Qahîre- Berpirsê hemşîreyên Fransî ya li Misir El-Qesr Eynî Rida Ebdul-Hadî têkildarî pirsgirêkên hemşîreyên di warê tenduristiyê de ji ajansa me re axivî. Rida Ebdil-Hadî diyar kir ku hemşîre heta dereng ji bo xizmeta nexweşan radiwestin û wiha got: “Hemşîre ji keda xwe bê îmtiyaz mûçe nagirin. Bi taybetî di dema serhildana Covid-19 de, wan bi xetereya jiyana xwe peywirên xwe domandin. "Gelek hemşîre û bijîjk hene ku di dema serhildanê de jiyana xwe ji dest dane."

 ‘Sendîkayên kar piştgirî nadin hemşîreyan’

Di dema korona de hemşîrtî benda yekem bû li pêş ev nexweşiya metirsîdar û gelek ji wan jiyana xwe ji dest dan, lê kes li ser rola wan naxivî weke ya bijîşkan ku hatin xelatkirin û guh nedan hemşîreyan ku di rêza yekem de canê xwe feda kirin.

Riza EbdulHadî di destpêka axaftina xwe de behsa sendikayên kar yên ku bersiv nadin pirskirêkên hemşîreyan kir û wiha pêde çû:”Di rastiyê de  sandîkeyên kar piştgiriya endamên xwe dikin û xizmetguzariyan ji wan re pêşkêş dikin, lê sandîkeya hemşîriyê bi rola xwe ranebû. Hemşîreyek rastî qezayek trafîkê hat û lingê wê birîn, ew çû sandîkeyê li jê re tişt nekirin, wê bawerkir ku ti rola sandîkeyên hemşîreyan nîn e."

Bi tundiyê re rû bi rû tên

Rida Ebdil-Hadî bi bîr xist ku ji ber krîza aborî biha zêde bûye û wiha dewam kir: “Zêdebûna bihayan bandorê li hemşîreyan jî dike. Mûçeyên ku distînin rê nade ku jiyanek xweş bijîn. Li aliyê din dema li nexweşxaneyê nobetê digirin gelek caran rastî êrîşên devkî û fizîkî yên xizmên nexweşan tên. Hejmara hemşîreyên ku rastî şîdetê tên pir zêde ye, ji ber vê yekê divê ewlehî bê temînkirin. Ji bo xwedîderketina li nexweşan divê hejmara personelên tenduristiyê bên zêdekirin. Di vî warî de kêmasiyên cidî hene.”

Hemşîre Leyla Jemal jî bûyerên ku bi vê yekê re hatine jiyîn anî ziman û got: "Danûstandina bi me re weke hemşîreyan gelekî kêm e ne weke nexweşxaneyên mezin e, mûçeyên me jî gelek kêm in ne li gorî rewşa bihabûna li welat e, mûçeya me ya mehane êdî têra me nake, ji nîvê mehê ve ji bo pêdiviyên malê yên herî pêwîst em pere deyn dikin."