Firoşkarên jin ji mêran zêdetir pere didin dezgehan

Masûmeh Cafarî ya 69 salî ku ji bo debara malbata xwe ya ji 14 kesan pêk tê, li Afganîstanê bi hatina Talîbanê re gav bi gav asta xizaniyê lê zêde bû dikaneke biçûk vekir, balê dikişîne ser jiyana xwe ya dijwar.

BAHARÎN LEHIB

Bamyan- Piştî ku Talîban Afganîstanê dagir kir, jin lez û bez  ji jiyana kar hatin dûrxistin. Li welatê ku sînorê feqîriyê lê zêde dibe, malbat bi zehmetî debara xwe dikin.

Ji ber krîza aborî jinên ku li ser rêyan ji bo kar bikin neçarin pereyan bidin kesên li qadên ewlekariyê.  Firoşkarên jin ji firoşkarên mêr zêdetir pere didin. Yek ji sedemên sereke jî ew e ku ew jin in û eger her hefte vî pereyî nedin, nahêlin ku kar berdewam bikin.

Li bajarê Bamyanê, Masumeh Caferî ya 69 salî, ji bo debara jiyana xwe bike dikaneke biçûk dimeşîne. Mesûme Caferî da zanîn ku kurê wê di hikûmeta berê de di beşa leşkerî de dixebitî û wiha got: “Niha ji bo karên rojane yên ku jê re tê pêşkêşkirin, car caran diçe bajêr. Me biryar da ku em bi kurê xwe re dikanekê bimeşînin da ku debara malbata xwe ya 14 kesî bikin. Dema min ev dikan vekir, sermayeya min pir hindik bû. malzemeyên ku min anîn dikanê bi piranî ên ku min deyn kirî bûn. Ez deynê xwe di dawiya her mehê de didim. Ji ber deynê heyî ez zehmetî dibînim ku pêdiviyên malbata xwe peyda bikim.