Endezyar helbestvan û esnaf: Aslıhan Tuyluoglu
Helbestvan û nivîskar Aslıhan Tuyluoglu, tevî ku ji endazyariyê hez dike jî tu car hînî pergala xebatê nabe. Ji ber vê sedemê navberê daye karê xwe, li ser pirtûka helbestê dixebite. Ji ber ku dizane ji pirtûka helbestan qezenca madî çênabe, ji bo di warê aborî de xwe li ser piyan bigre, esnafiyê ji bo xwe çare dibîne. Aslihan li taxa Nergîs a Karşiyakayê dikana donerê vekiriye hewl dide hînî karê xwe bibe.
ZEYNEP PEHLÎVAN
Îzmîr- Aslihan Tuyluoglu; ensezyar, helbestvan û nivîskar e, niha jî esanfiyê dike. Bi saya bixwebawarî û kesayetiya xwe ya dewlemend derfetên nû li jiyana xwe zêde dike. Ji ber ku pir bala min kişandibû min xwest ez biçim serdana wê û di rojeke bi tav a Îzmîrê de, bi vapûra Konak-Karşiyakayê ketim rê. Pirtûka “Kuşlarin akşami” ya helbestan bi min re bû bi xwendina wê rêwîtiya min xweştir dibû. Di dilê min de jî heyecana dîtina helbestvanek ku dibêje; “Dinivîsînim, nivîs hinek bêçaretî ye, wekî nameyek qetandî be veke bixwîne” diçim... Ez digihîjim Karşiyakayê. Aslihan min pêşwazî dike û di atmosfera germahiya lokantaya xwe de diaxive.
Xelata helbestê ya Atîlla Îlhan qezenc kir
Aslihan Tuyluoglu 2’yê Nîsana 1972’yan hatiye cîhanê. Nêzî 8-9 salan endazyariya qadê kiriye lê tu carî çavên xwe ji helbestê veneqetandiye. Helbestên ku bi salan e di lênûskek de nivîsîne, di demek xwe ya vala de bi wan re meşxûl bibe. Di sala 2003’yan de tevli atolyeya helbestan dibe. Hewl dide di atolyeyên mamosteyê xwe helbestvan û rexnegir Veysel Çolak, de tiştên nivîsîne baştir bike kamiltir bike. Piştî xebata 5 salan pirtûka yekem a helbestan Balkon yalnizlari dide çapkirin. Dûre jî pirtûkên helbestan ên bi navê Yokuş çikan su, Bir kadin masali, Kuşlarin akşami çap dibin. Her wiha bi forma nivîsê jî îmze davêje bin pirtûkên bi navê “Ulku Tamer şiiri-Gole giden panter” û “Her şair bir tabanca.” Di serî de ji aliyê Şaredariya Karşiyakayê ve “Xelata Helbestê ya Atîlla Îlhan”, gelek xelatên bi prestîj digre.
Aslihan, ji ber memûriyeta bavê xwe, di zarokatiya xwe de li gelek bajaran geriyaye. Ji ber ku her dem bajarê xwe guherandine, hinek bi tenê maye, bi gotina wê zarokatiyek zehmet borandiye. Ji ber vê rewşê hevalên wê yên herî nêz pirtûkên wê ne. Bi nivîskarên pirtûkên xwendine re dibe dost, ev têkiliya wê ya bi xwendinê re di dersên wê de dibe serkeftin jê re. Heta wisa ye ku Aslihan lîseyê bi yekemînbûnê diqedîne. Ne tenê edebiyat, matematîk jî di tenêtiyê de dibe heval jê re. Hezkirina wê ya ji matematîkê re wê ber bi pîşeya endezyariyê ve dibe. Asihan wiha dibêje:
“Bavê min memûr bû ji ber wê em li gelek bajarên Anatolyayê jiyan. Jiyana min li Anatolyayê derbas bû. Zarokatiya min zor û bi tenê derbas bû. Ev rewş hinek ji kesayetiya min, hinek jî ji ber guherandina cih çêbû. Helbest û pirtûk di wê pêvajoyê de bûbûn hevalên min. Bi taybetî, pirtûkên di pirtûkxaneya bavê min de, nivîskarên wan pirtûkan, bûbûn dostên min ên daîmî. Dersên min gelek baş bûn, hem dersa edebiyat hem jî matematîka min pir baş bû.
Her dem nîşeyên helbestê hebûn
Aslihan, ji bo xwendinê ji malbata xwe piştgirî digre. Ji bo ku di warê perwerdeyê de malbatê piştgirî dayê, xwe bi siûd dibîne. Dibe ku ji bo nifşa îro ev rewş ecêb were dîtin lê di mercên wê pêvajoyê de ji bo xwendina zarokên keçik hestiyarî tunebû. Aslihan derfeta ku jê re hatiye dayîn pir baş dinirxîne û Beşa Elektronîk a Zanîngeha Erciyesê ya Muhendîsiyê kar dike. Di wê demê de tu carî nîşeyên helbestan ji destên xwe danayne. Piştî zanîngehê, di karên şefîtiya şantiyeyê ya endezyariya qadê de dixebite. Ev kar ji ber ku zêdetir têkildarî projeyan in, zû bi dawî dibin, ew jî neçar dimîne ji nû ve li kar bigere. Her çiqas ji pîşeya xwe hez dike jî nikare mercên lêgerîna kar bipejirîne. Herî dawî biryar dide ku li ser helbestên xwe yên bi salan e nivîsandine bisekine.
“Jiyana min a endezyariyê, bi zor û zehmetî bû. Ji ber min endezyariya qadê dikir, neçar bûm di karên proje de bixebitim. Dema projeyek bi dawî dibû, neçar bûm li karekî din bigerim. Kêfa min ji endezyariya qadê re dihat, hê jî jê hez dikim lê bi her dawîbûna projeyê re li kar digeriyam, min ev yek qet nepejirand. Ji ber wisa bû min biryar da li ser helbestên xwe rawestim. Min demek dirêj nivîsandibû lê heta wê demê li ser wan nesekinîbûm.”
Endezyarî, helbestvanî û esnafî
Aslihan, dibêje ku dema wê biryar daye li Îzmîrê bijî gihîştina pirtûkan pir rehet bûye her wiha ji ber ku derfeta tevlibûna atolyeyan hebûye, karê xwe baştir kiriye. Di encama 5 salên xebatê de pirtûka xwe ya yekem çap dike. Mixabin li welatê me bi nivîskariyê kes nikare debara xwe ya madî bike. Ji ber wê jî kesên temenê xwe bi nivîsê derbas kirine û dikin neçar in ji xwe re li karekî din bigerin. Dema em li jiyana nivîskarên xwe yên herî navdar dinêrin, dibînin ku ji aliyê madî ve gelek zorî kişandine. Aslihan ku jî yek ji wan kesan e li ser vê rewşê wiha didomîne:
“Demek nêz berê min dest bi karê endezyariya qadê kir. Çiqas bi kêf be jî derve û qad werî berê xweş nîn e. Piştî temenek ji aliyê fizîkî ve ji min re zor hat, yek jî min dît ku rewşa kar, mirov guherîne û qelîte kêm bûye. Hevjînê min jî endezyar e, me her du yan jî tiştê dixwest di qada xebatê ya endezyariyê de nedît. Ji ber vê rewşê me got em kafe fekin qehwexaneyek vekin çi bikin. Dûre bi tesadufî me dikana donercî dît. Kêfa me gelek jê re hat. Me berê qet esnafî nekiribû. Piştî vî temenî bêguman zor e jixwe wekî me texmîn dikir ji me re zehmetî çêbû lê bêyî keda xwe mirov nikare tiştek bike. Em bi her tiştî re eleqedar dibin, ji şûştina firaqan, heta paqijiya wê, ji pakêtê heta birandina donerê. Ev ji bo me pêvajoyeke pir cuda bû.
Di dosyaya nû ya helbestan de şopên cerebeyên esnafiyê hene
Karê esnafiyê ji bo Aslihanê xerîb e. Ji ber ku di serê wê de helbestvanî heye, karê xwe wekî kûleya çavdêriyê dinirxîne. Mirov dikare ji bo wê bibêje ew hem yek ji xwediyên dikanê ye, hem firaqan dişû, hem her karî dike. Ji ber ku pir dema wê digre gazinan dike lewre nikare wekî berê çi dem bixwaze helbestan binivîse. Aslihan dibêje ku di dosyaya wê ya dawî ya helbestan de, şopên esnafiyê jî hene û wiha dibêje:
“Em kesên dinivîsînin ji çavdêriyê pir hez dikin. Em nikaribin bijîn û biceribînin jî; teqez em çavdêriyê dikin. Ez xebatkar û xwediya vê dikanê me, wekî xwediyê kolanê bim tabûreya xwe datînim pêşiya dikanê. Ew tabûre kûleya min a çavdêriyê ye. Ez her dem li pêşiya kasayê bûm niha xwediya dikanê me li pişt kaseyê me. Ev jî cerebeyek cuda ye. Ez wê derê jî bi çavdêriyek nû dinirxînim. Ev yek sîrayetî helbestên min jî kirin. Ji ber sedemên aborî hemû helbestvan neçar in karên cuda bikin. Em sibehê zû tên dikanê. Bi şev jî dereng digrin. Aliyê wê yê nebaş ji bo min, dema ji bo xwe vala nabînim. Ji kovaran ji min nivîs dixwazin. Lêkolînên min ên helbestê yên ez dixwazim li ser wan bixebitim hene. Ez tu carî dest ji helbestê bernadim, her dem nîşe digrim lê demê nabînim wan nîşeyan bînim ba hev û helbesta xwe temam bikim. Ji bo helbestê divê tu hinek bi tenê bimînî, demek dirêj qet tenê namînim lê niha hinek hîn bûme.”
Jin pir bi hêz in
Aslihan ku nêzî salek e karê donerê dike, ji aliyê esnafên derdorê ve jî tê hezkirin.
“Li derdora me gelek esnaf an jî jinên em ji wan re dibêjin karsaz hene. Ez xwe di nava vê cîhanê de qet biyanî hîs nakim. Ên bi serê xwe dikin jî hene, yên bi hevjînên xwe re dikin jî. Carna bi henek ji min re dibêjin patron lê ez firaqan dişûm. Ji esnafî û karê donerê zêdetir, helbestvaniya min ji wan re ecêb hat. Dibêjin a çawa pirtûka te heye, tu helbestvan î û şaş dimînin. Ji ber ku nizanin ji wan re cuda tê. Di esasî de endezyarî, esnafî yan jî helbestvanî ango dema ku tu bikaribî gelek karan bi hev re bikî tişteke xweş e. Ez hinek wiha li meseleyê dinêrim her wiha ez di nava van hemûyan de hê jî dikarim helbestê binivîsim, ev jî min kêfxweş dike. Ji ber wê li gorî min jin pir bi hêz in! Çi bixwazin dikarin bikin!”