Dina Abu Shaaban ji Xezayê xelatan digihîne xwediyê wan

Dina Abu Shaaban a projeya ji nava Xezayê xelat gihandina welatên dine xeyal kiriye û paşê xistiye meriyetê got: “Li gel ku di despêkê de kesê baweriya xwe bi min ne danî û min gelek zorî dît jî ez di karê xwe de bi israrbûm ji bo wê bi ser ketim. Niha hejmarek ciwan li gel min kar dikin êdî difikirim hem cihê kar mezin bikim hem jî hejmara ciwanan zêde bikim û pêre jî karê xwe mezin bikim.”

REFÎF ÎSLIM
Xeza - Bûyîna xwedî karek serbixwe li Xezayê xewna gelek jinên ciwan ên di kargehan de bi ferman û gotinên petronan dixebitine. Ji jinên ev di xeyalê de nehêlayî û piratîze kirî Dina Abu Shaaban despêkê biriyar da dev ji karê ku dikir berde paşê jî projeya xwe ya taybet li ser înternetê vekir û bi vê yekê re bû yek ji jinên karsazên welatê xwe. Pirojeya wê ya bi navê Munasabet xelat û diyariyan ji nava Xezayê digihîne welatên dinê.
Dina Abu Shaaban a 33 salî, got ku dikana munasabet ji bo wê xewneke ew êdî pirojeyek a bûye çavkaniya jiyanê ji bo wê. Fikra vê ji dema di her munasabetên cihêreng ên weke şahiyên derçûnê an jî cejnên rojbûnê, malbata wê jê re dirav rê dikir derket. Ji ber wê dixwest li cihê pere û madiyatê xelatekê jêre bişînin ku bikare di tevahî jiyana xwe de rake û xwedî lê derkeve. Dina Abu Shaaban destnîşan kir ku ew bi xewna xwe ya dema ji derveyî welat bû bi girtina diyariyek ji malbata xwe fikirî û paşê jî xistiye meriyetê.
Dina Abu Shaaban wiha didomîne ku piştî bidawîkirina dibistana navîn, wê rêveberiya karsaziyê xwend û karek peyda kir û çend salan xebitî. Dina da zanîn ku gava yek ji saziyên herêmî ji bo pirojeyan, raman di riya înterentê re pêşkêş kir, wê tavilê serlêdan kir da ku bibe xwediyê pirojeya yekem û xwendina wê ya zanîngehê alîkariya wê kir ku serkeftinek berbiçav bi dest bixe. Dina destnîşan kir ku hebûna heval û xizmên wê yên li derveyî welat gihandina van diyariyan hêsantir kir.
“Heya baweriya derdorê bi karê min hat gelek zor bû”
Dina Abu Shaaban da zanîn ku destpêkirina pirojeyek bi wê ramanê di 2016’an de ne hêsan bû, nemaze li Xezayê û wiha dom kri: “Ji ber ku ew bajarê biçûk bi pêşkeftina ku cîhan gihîştibû re gav neavêtibû, ji ber wê jî bidestxistina baweriyê tiştek pir zehmet bû. Dê xelk çawa dirav bidin keskekî ku ew nas nakin û çi garantî heye ku diyarî bigihîje derveyî tixûbên Xezayê.”
Dina anî ziman ku digel dijwariya berê, diravê wê qediya bû û ew neçar ma ku pirojeyê bigire an li alternatîfekê bigere, diviya bû ew plansaziyek karsaziyê ya serfiraz pêşkêş bike da ku fînanser îqna bike û wiha domand: "Min komek li ser tora civakî Facebookê çêkir û tê de koçberên Filistînî komî ser hev kir da ku mijarên girêdayî jinan pêşkêş bikim. Piştî çend mehan min pêşbaziyek ragihand û keçek ji Lubnanê têde bi ser ket. Lê wê biryar da ku diyarî ji bo hevalê wê yê li Xezayê ku bi salan nedîtibû bişîne. Min hemî dane di derbarê keçikê de  girt û diyarî radestî wê kir.” 
Piştî çend rojan, Dina Abu Shaaban ecêbmayî ma ku gelek koçberên ji Sûriye, Lubnan, Urdun û welatên Xelîc pê re peywendî dikin da ku bi riya wê diyariyan ji heval û malbatên xwe re bişînin. Dina da zanîn ku ew kom, pilana wê ya ku ji zanîngehê re pêşkêş kirî bû da ku diravekê ji pirojeyên derketî re "tovek" bi dest bixe, zanîngehê di wê demê de pesna ramana wê û serfiraziya wê dabû. 
Dina Abu Shaaban anî ziman ku wê di wan salan de ji pêşvebirina pirojeya xwe û damezrandina navendek biçûk têr nebû, lê belê xwendina xwe ya zanîngehê qedand û di rêveberiya karsaziyê de master girt, piştre xwe ji bo birêvebirana pirojeyê vala kir, heya ku dikana wê ya munasabet veguherî pargîdaniyek herî mezin.
“Ez difikirim hejmara ekîbê bigihînim 25 kesan” 
Pêwendiya Dina Abu Shaaban bi hevalên wê yê li welatên Erebî û hin welatên biyanî êdî têrê nake, nemaze dema ku gelek daxwazên wê hebin û got ku wê ji wan xwest ku hin nûnerên din ji bo xebatê bibînin. Dina da zanîn ku ew dixwaze hejmarek din jî ji ciwanên Xezayê bigire nava kar ji bo ku hejmara wan weke ekîb bigihe 25 kesan.
Dina Ebu Shaaban diyar dike ku ramana wê ji destpêkê ve ew e ku her cure diyariyên ku xerîdar daxwaz dike, nemaze jî bîranîn, peyda bike û wiha dom kir: “Gerokê di navendê de dikare ji bo qedehên camên xweşik, sorgul, karê dar, xemilandin û alavên dawetê bibîne. zêdebarî kulikan, qutiyên darîn û plastîk û gelek pakêtên hêja berhev bike. Ji Xezeyê dîdar dikarin serdana cîhê wê bikin û tiştên ku ew dixwaze jê re bişîne derve an hundurê Xezayê. Lê yê li derveyî welêt, ew bi vîdyoyê bi wê re diaxive û çend diyariyan pêşniyar dike, an wêneyek tiştê ku ew dixwaze digire û ji wî kesî re dişîne. Ez spasiya tîma xwe ya hêja ji jin û mêran dikim ku hemî cûreyên çêkirina dar, cam, xemilandin û boyaxê di wextê xwe de pêk tînin. Ji ber ew di serkeftina heya îro me bi dest xistiye de şirîk in û her kes ji dil bi kar dike. Dema ku xwestekên xelkê tên bicihkirin em gelekî kêfxweş dibin.” 
Dina Abu Shaaban wek mamoste li zanîngeheke Filistînê bi pisporiya rêveberiya karsaziyê re dixebite da ku tiştên wan salan fêr bûye bigihîne xwendekarên xwe û di derbarê mekanîzma serkeftinê plansaziyên xebatê, çend qursên perwerdehiyê dide hejmarek karmendên pargîdaniyan.
Dina Abu Shaaban karsazên jin şîret dike ku berî destpêkirina her pirojeyê hewcedariyên sûkê baş bixwînin, wê ji ciwanan xwest ku xwe bi diravê ve girê nedin, ji ber ku pirojeya serketî dibe ku bi salan sermiyanê xwe paşve bixe.
https://www.youtube.com/watch?v=a3nrHW88qUs