Dikandarên jin ên Dêrsimê: Em nikarin ji zarokên xwe re nan bibin

Dikandarên jin ên Dêrsimê ku diyar kirin ji ber qeyrana aborî ya tê jiyîn, nikarin nan bînin malên xwe, dan zanîn ku heqê saetên dixebitin nastînin. Jinan diyar kirin ku ew ji pêvajoyên herî dijwar ên salên dawî re derbas dibin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim - Zêdebûna qeyrana aborî û bihabûna tê jiyîn, herî zêde dikandarên biçûk bi zehmetiyan re rû bi rû dihelê. Dikandarên ku ji ber zêdebûna bihayan tê jiyîn nekarin qezencê bi dest bixin, piştî mesaî dest vala vedigerin malên xwe. Dikandarên jin ên diyar kirin ew rojên herî bi êş ên salên dawî derbas dikin, dan zanîn ku kesên ku vî welatî anîne vî rewşê nikarîn bi rêve bibin û bang kirin ku divê ji zêdebûna xizaniyê re destwerdanek lezgîn were kirin.

Dikandar nikarin qezencê bi dest bixin

Gazal Karaboga ya ku 20 sal in li Dêrsimê dikandariyê dike, destnîşan kir ku di dema pandemiyê de jî evqas zehmetî ne jiyane. Gazal Karaboga anî ziman her çend mirov hebin jî nikarin bifiroşin û diyar kir ku ji ber vê dahata wan lêçûnên wan dabin nake. Gazal Karaboga ya diyar kir ji ber kêmbûna hêza kirînê rewşa ewil a ku mirov serî lê dide bazartî ye, da zanîn ku sedema herî mezin a vê qeyranê yên li serî ne.”

“Em heqê keda xwe nastînin”

Gazal Karaboga, der barê şert û mercên xebatê de ev agahî da: “Em ji 07:00 heta êvarî 10:00’an li vir in. Şev û roja me li vir derbas dibe. Xwendevanên me û kîrayên mal hene. Tu qezencek me tune ye, em hewl didin debara xwe bikin û bijîn. Armanca me tuneye ku em pereyan kombikin, ji ber ku qezenc tune ye. Yekîtî, hevgirtin û hêz ji bo jinan pir girîng e. Em bi perçiqandinê dixebitin û heqê keda xwe nagrin. Cihê ku ez xwe bigihînim tune ye. Ne pir e, em tenê dixwazin bijîn, lê ev jî tune ye.”

“Em nikarin ji zarokên xwe re nan bînin”

Dikandarek din Dîren Koç jî diyar kir ku li gorî salên berê qezenca wan gelekî kêm bûye û ji ber bihabûna zêde nikarin ji zarokên xwe re nan jî bînin. Dîren Koç, diyar kir ku dema ew 2 berhem dikirîn, ji ber bihabûna wê neçar dimînin yek ji vegerînin, bi van gotinan serî li hemberê tiştên tê jiyîn rakir: “Ez bi tena serê xwe li zarokên xwe dinêrim û di piyê zaroka min de pêlavên tune ye. Bila êdî welat bihêlin û herin. Bila em li welat û erdnîgariya xwe hinekî rehet bijîn”

“Mafê me jî heye em bijîn”

Dîren Koç a dibêje, “Bila edî xizanî nemîne", wiha axivî: “Em ê bikevin sala 2023’an, lê hê jî bêkarî û xizanî heye. Êdî zarokên me jî ne behsa paşeroja xwe, behsa vê qeyran û bihabûne dikin. Em wek esnafan xwîn digrîn. Berê erzantir bû, hin zêdetir xweştir bû. Niha jî em nikarin tiştekî bikin.  300 TL bû 10 TL. Ma em çi bikirin. Kesên ku bêkar wê çi bikin? Em sê mehan dixebitin, piştî sê mehan zivistan tê, em ê çawa debara xwe bikin? Em dev ji her tiştî berdin, êdî em nikarin nan jî bixwin. Bila bêrîkên xwe tijî nekin, ez heqê xwe helal nakim. Li vî welatî mafê me jî heye em bijîn.”

“Rewş pir xirab e”

Dikandar Husniye Aydin a herî dawî axivî jî, diyar kir ku firotin pir kêm bûye û mirov tenê ji bo pêwistiyên xwe yên destpêk pere xerc dikin. Husniye Aydin der barê bandora qeyranê ya li ser wan de van tiştan got: “Buhayê çenteyê di destê min de 200 TL ye, lê kes bi 50 TL’yî jî vê çenteyê nakire. Îsal bi mûçeya saetî yê Ewropiyiyan, em nikarin li vir heta êvarê bixebitin. Rewşa aborî pir xerab e. Pêşîniyên mirovan wek zarok, tenduristî û xwarinê hene. Heta ku rêz tê morîkan, mirov dixwazin tiştên din bikirin.”