Di warê aborî de bihêzkirina jinan dikare tundiyê kêm bike

Bihêzkirina jinan ji aliyê aborî ve, yek ji stûnên sereke ye ji bo kêmkirina tundiya li dijî jinan, vê yekê hişt ku civaka sivîl li mekanîzmayên ku bi jinan re dibe alîkar ku karekî ku rûmeta wan ji binpêkirinan biparêze bibînin, bifikire.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Dema jin di warê aborî de serbixwe be û bikaribe bi xwe debara xwe bike, dikare rûmeta xwe biparêze û tundiya ku di bin rûpoşa bav, bira û hevjîn de bi destê mêr-dewletê tê kirin wê kêm bibe.

Seroka Komeleya Dengê Jinan a Walîtiya Mehdiyeyê Amna Sûsî diyar kir ku bihêzkirina jinan ji aliyê aborî ve ji bo kêmkirina tundiya li ser jinan pir girîng e û wiha pê de çû: “Li parêzgeha Mehdiyeyê navendeke me heye ji bo ku mexdûrên tundiyê bihewîne û em tê de alîkariya jinên ku rastî tundiyê hatine dikin û dozên wan dişopînin. Me ji bo bihêzkirina aborî ya jinên ku rastî şidetên hatine atolyeyek ava kir, ji ber ku me dît ku dema ew dikarin çavkaniya debara xwe peyda bikin, li kesê ku tundî lê kiriye venagere. Lê dema jina ku tundî lê tê kirin xwe bi tenê bibîne û nikaribe debara xwe bike neçar dimîne ku vegere cem kesê ku tundiyê lê dike.”

Piştgiriya derunî

Derbarê atolyeya bihêzkirina aborî de Amna Sûsî wiha anî ziman: “Ev atolye jinan li ser gelek tiştan mîna çêkirina şêraniyan perwerde dike. Di destpêkê de em dilxwaz in ku di pêvajoya pêşdebirinê de alîkariya wan bikin da ku ew bêne nas kirin û karibin berhemên xwe bifroşin û pê debara xwe bikin. Atolyê alîkariya gelek jinên ku rastî tundiyê hatine kir ku projeyan biafirînin. Komele tedawiya psîkolojîk û civakî jî dike, ji ber ku yek ji bandorên neyînî yên diyardeya tundiya li ser jinan e.”

Projeyên taybet

Seroka Komeleya Jinan a ji bo Hemwelatî û Pêşketinê Hineya Eşî da dazîn ku tevî hebûna hejmareke zêde ya yasayan diyardeya tundiya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ger jina ku rastî tundiyê hatine serxwebûna aborî û projeyek piçûk hebe, ew hest dike ku rûmeta wê parastî ye û ew dikare xwe biparêze. Dema jina ku rastî tuniyê hatiye xwedî pere be dikare biçe saziyên ku wê diparêzin û her wiha dikare biçe xala herî dûr û bi vî rengî dikare dengê xwe bide bihîstin û mafê xwe bi dest bixe. Ji bo piştgirîkirina mafên jinan me alîkariya jinan kir ku projeyên taybet ava bikin.”

Bihêzkirina aboriyê dikare tundiyê kêm bike

Endama Komeleya Jinên Demokratîk Muneya Qadrî da zanîn ku li gorî par rêjeya tundiya li ser jinan zêde bûye û wiha axivî: “Bi taybetî di warê pêşîlêgirtinê de, ji ber ku tundî li ser bingeha mîrateya çandî ye, hîn gelek kar hene ku bêne kirin. Diyardeya qetilkirina jinan zêde bûye. Bihêzkirina jinan ji aliyê aborî ve dikare bibe sedema kêmkirina tundiya li ser jinan. Wezareta Jinan bi bernameya Raîdat hewl dide ku hêza aborî ji jinan re peyda bike.”