Di nav topan de çandiniyê dikin

Hisa Mele Îbrahîm ku ciwantiya xwe hemû li gundê Um Hermela derbas kiriye niha ruxmê temenê xwe yê 68 salî jî çandiniyê dike û li dijî êrîşên qirkirinê girêdana wê ya bi axê re zêde bûye.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Gundê Um Hermela, yek ji kevintirîn gundên bakurê navçeya Zirganê ya girêdayî Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi derketina rojê re dayik radibin û dest bi karê xwe yê rojane dikin. Ruxmê ku rojane ev gund ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê tobparankirin jî îradeya gel a heyî hemû topan bêbandor dike.

Yek ji dayîkên gund Hisa Mele Îbrahîm a 68 salî ye ku li dijî êrişan bi hezkirinekê mezin a axê çandiniyê dike.

Beşek ji erdê wan di bin dagirkeriyê de ye

Hisa Mele Îbrahîm got ku ger êrîş nebin, rewşa wan pir baş derbas dibe û wiha domand: "Gund û malên derdora me ji baragehên dagirkeran tên topbarankirin, zirar çêbûn tiliyên zarokan jêbûn. Gelê li gund pir zirar dîtin, cotkar wekî berê nikarin çandiniyê bikin û gelek lawir pez û çêlek jî hatin kuştin. Ev hemû jî zirar in ji bo me. Beşek ji erdê me niha di destên me de ye û beşeke din jî di bin dagirkeriyê de ye. Beşa di destên me de ye me niha çandî ye. Em hem ji lehane û tilpikên çandine sûdê digrin hem jî dibin navçeyê difroşin firoşgehan. Carna dema topbaran hebe, bi rojan sebze li malê dimînin. Di heman demê de me 7 donim pembo jî çandine. Zehmetiyên ku em dikşînin jî ji ber avê ye, me bîrek kola lê mixabin av derneket. Dibe ku ava binerd jî pir kêm bûbe."

‘Amadekriyên me yên zivistanê jî hene’

Hisa Mele Ibrahîm da zanîn ku wan amadekariyên zivistanê jî kirine û wiha pêl da gotinên xwe: "Keçikên min jî ji nav erdan qirşik kom kirine û anîne malê. Pêşiya me zivistan e û em di xeta agir de ne, mirov nizane çi diqewime. Qirşik alternatîfa gelek madeyan e. Em jî naxwazin ji malên xwe derkevin, hêviya me ew e ku ev şer biqede û em rihet li malên xwe bijîn. Niha em nikarin bilokekê bikirin heya ku em malan ava bikin."

‘Heta ku sax bim ez ê li vir bijîm’

Hisa Mele Îbrahîm da payin ku ji ber êrîşan gelek dibistan hilweşiyaye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ma çi gunehê van zarokan heye ku bê xwendin mezin bibin? Gelek dibistan ji ber topbaranê hatin hilweşandin. Em jî qebûl nakin dewleta tirk axa me dagir bike, ev ax axa min e. Em li benda wê mizgîniyê ne ku ji me re bibêjin dagirkeran axa me berdaye û dûr ketine. Min temenê xwe hemû di mala xwe de derbas kiriye, ma ez ê îro bi hêsanî dest jê berdim û pişta xwe bidimê? Bila biborînin, ev der ax û mala min e ez ê jî li vir bijîm. Ez gavek jî dûr nakevim, li vir jiyame û ez ê li vir bimrim."

Piştî axaftina xwe dapîra Hisa rabû û ket nava baxçeyê xwe û dest bi rakirina garisan kir.