Di nav rêgirî û êrişan de bi ava hinaran debara xwe dike

Sînam Hebeş a Efrînê ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk neçar ma koçî Şehbayê bike û niha di bin rêgiriya hikumeta Şamê de dijî bi malbata xwe re bi çêkirina ava hinaran debara xwe dike.

HESNA MIHEMED

Şehba - Sînam Hebeş a Efrînê piştî dagirkeriya dewleta Tirk a 2018’an neçar ma koçî Şehbayê bike. Sînam Hebeş niha di bin rêgiriya hikumeta Şamê de dijî bi malbata xwe re bi çêkirina ava hinaran debara xwe dike. Sînam Hebeş li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewayê bi malbata xwe re her sal ava hinaran bi destan amade dikin. Sînamê dibêje ku ava hinaran ji bo gelek nexweşiyan bi sûd e.

‘Bi ava hinaran debara xwe dikin'

Sînam Hebeş behsa şêwazên çêkirina ava hinaran kir û wiha got: "Di demsala payîzê de em hinaran dikirin û ava wan derdixin. Em destpêkê hinaran diguvêşin û avê ji wan derdixin. Piştre em ava wan dikelînin heya ku çêdibe. Em her sal ava hinaran çêdikin û bi firotina wê debara xwe li warên koçberiyê dikin. Her wiha em kevnşopiyên xwe jî diparêzin. Çêkirina avê em ji dapîrên xwe hîn bûne."

'Ji ava hinaran gelek sûd tê girtin'

Di dawiyê de Sînam Hebeş teqez kir ku ava hinaran ji bo dermankirina gelek nexweşiyan bi sûd e û wiha anî ziman: "Mirov dikare gelek sûdê ji ava hinaran bigre. Ji bo nexweşiyan gelek baş e. Di heman demê de di xwarinan de jî tê bikaranîn û tama wê gelek xweş e. Cîran li me dicivin û alîkariya me dikin, em rojên xwe bi kêfxweşî û hezkirin derbas dikin. Her wiha me her sal ji bo zivistanê ava dims û berhemên wê jî amade dikir lê îsal ji ber buhabûnê me ji xeynî ava hinaran tiştek çênekir. Daxwaz dikim ku her mirov bi feydeyên ava hinaran bizanibe û vexwe ji ber ku gelek bi sûd e."