Di Firoşgeha Mala Xaniman de kel û pelên zarok û jinan tên firotin

Jina bi navê Dilniya Ehmed ku ji bo xwe firoşgeheke kel û pelên zarok û jinan vekiriye ji aliyê welatiyên Seyîdsadiq ve rastî eleqeyê tê û hemû xebatkarên di vê firoşgehê de kar dikin jinên ciwan ên ji herêma Seyîdsadîq in. Dilniya diyar kir ku firoşegeha wan bi şev û roj di xizmeta welatiyên herêma Seyîdsadiqê de ye.

HEWAR MEHEMED
Silêmanî - Li herêma Seyîdsadiq a Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe hejmara firoşgehên jinan zêde dibe yek ji van firoşgehan jî firoşgeha bi navê Mala Xaniman ku ji aliyê Dilniya Ehmed ve hatiye avakirin û ev nêzî çar salan e şev û roj kar dike ye. Di vê firoşgehê de hemû pêwîstiyên zarok û jinan peyda dibin. Der barê karê vê firoşgehê de xwediya firoşgehê ji ajansa me re axivî.
“Dema vekirina firoşgehê me gelek zehmetî kişandin”
Xwediya firoşgeha Mala Xaniman Dilniya Ehmed wiha behsa destpêkirina karê xwe dike: “Avakirina firoşgehek wisa xewneke min a zarokatiyê bû di destpêkê de her tim ji bo peydakirina pêwîstiyên firoşgehê diçûm bajarê Silêmaniyê. Ji ber wê di sala 2017’an de min ev firoşgeh ava kir û her tim hevjînê min alîkariya min dikir, dema min firoşgeh vekir li vê derê firoşgehek ku bi şev û roj vekirîbe li herêma Seyîdsadiq tunebû. Destpêkê vekirina firoşgehê di rewşek gelek zehmet de derbas bû ji bo vekirina firoşgeh min seyareya xwe firot mehên destpêkê ji bo kiriya firoşgehê bidim min karê durûtinê dikir lê belê bi pêşwazîkirina hemwelatiyan û bi kêfxweşî me karê xwe mezin kir û bi rêve bir. Heta niha bi berdewamî du karkerên me yên ku bi şev û roj dixebitin hene, hinek caran ji ber kar hejmara karkerên me digihîje 9 kesan û hemû karkerên me ji jinên ciwan ên Seyîdsadiq pêk tên.”
“Di hemû beşan de kar dikim”
Jina ciwan a bi navê Hîra Heyder ku yek ji karkerên vê firoşgehê ye û beriya du salan di zanîngeha perwerdeyê de beşê werzîşî temam kiriye wiha behsa xebata xwe dike: “Di demên destpêkê de min karê pîşeya xwe dikir lê belê ji ber kevneşopiyên civakê û biçûkahiya herêma me min nekarî karê xwe yê werzîşê berdewam bikim. Min jî li vê derê dest bi xebatê kir, gelek beşên cuda yên taybet ji bo zarok, jin û hwd. di vê firoşehê de hene. Di hemû beşan de kar dikim û gelek caran dema ku Dilniya ne amade be ez diçim cihê wê karê jimêryariyê dikim. Ji ber cudahiya bikiran gelek caran em rastî pirsgirêkan tên lê belê bi awayek giştî heta niha tiştek wisa rû nedaye ku em çareser nekin.”
“Her dem têm serdana vê firoşgehê”
Şengîn Salih jinek niştecihê Pencewînê ye û ji bo bicihanîna pêwîstiyên xwe tê Seyîdsadiq û serdana Mala Xaniman dike. Şengîn Salih, destpêkê destxweşiya karkerên vê firoşgehê dike û wiha dibêje: “Her cara ku têm serdana Seyîdsadîq ji bo kirîna cil û bergên xwe û zarokên xwe têm serekî li firoşgeha Mala Xaniman didim. Li vê derê di aliyê kevneşopiyê de kel, pel gelek baş in, her tim ez serdana vê firoşgehê dikim ji ber xweşikbûna kel û pelên wan. Her ku diçe firoşgehên jinan li herêma Seyîdsadiq û Pêncewînê zêde dibin, a baş ew e ku xwediyên firoşgehan jin in, ji ber dema ez têkilî bi jinan re datînim û dibînim ku jin bi min re eleqedar dibin pir kêfxweş dibim.”