Di 10 salan de herî kêm hezar û 803 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG’ê ragihand ku ji sala 2013’an û vir ve li Tirkiyeyê herî kêm hezar û 803 karkerên çandiniyê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Li gorî raporên ÎSÎG’ê; ji sala 2013’an heta niha herî kêm hezar û 803 karkerên çandiniyê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 

Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG) “Rapora Cînayetên Kar a Beşkariya Çandiniyê” eşkere kir. Li gorî raporê; ji sala 2013’an heta niha herî kêm hezar û 803 karkerên çandiniyê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Hat destnîşankirin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dayîn 235 jê zarok, 254 jê penaber, hezar û 457 jê zilam û 346 jê jin in. 

Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2013’an de 122, di 2014'an de 140, di 2015'an de 202, di 2016'an de 177, di 2017'an de 154, di 2018'an de 184, di 2019'an de 190, di 2020'an de 215, di 2021'ê de 149, di 2022'yan de 180 û di 8 mehên ewilî yên sala 2023’yan de jî 90 karkeran jiyana xwe ji dest dane.  

Di mehên havînê de windahî zêde dibin

Di raporê de dema ku daneyên salên navîn hatin nirxandin, bi taybetî di mehên havînê de cînayetên kar zêde bûne. Di sektora çandiniyê de cînayetên kar li gorî pîşeyan hatin belavkirin wiha bû: 847 karkerên demsalî yên çandiniyê/zeviyê, 451 şivan/heywan, 416 karkerên daristanê û 89 masîgiran jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ji kesên di sektora çandiniyê de mirine 15 (ji sedî 0,83) endamên sendîkayan û hezar û 788 (ji sedî 99,17) jî ne sendîka ne.