‘Deriyê sînor vebû geştiyarî zêde bû lê dahat ji bo me nayê’

Bi vekirina deriyê sînor ê Kilahê di navbera Başûrê Kurdistan û Rojhilat de gundê Beuran ji bo geştiyaran ket tevgerê gundiyan diyar kirin ku ji ber gumrikê hinek berhem qedexe kirine, bandorê li wan nekiriye.

LARA GEWHERİ

Serdeşt- Deriyê sînor ê Kilah ê di navbera Başûrê Kurdistanû û Rojhilatê Kurdistanê de ku di sala 2019’a de hat vekirin gelek caran li ser gel hat girtin, careke din vekirina deriye sînor ê Kilahê ji bo gelê li herêmê tevgereke aborî û geştiyariyê dê bi xwe re bîne ji ber qeyrana aborî ya ku heye girtin kêm bûye.

Bi vekirina deriyê sînor re herêma ku herî zêde ket tevgerê gundê Beuran ê bi xwezaya xwe ya şîn bi nav û deng a girêdayî Serdeştê ye. Esnafên gund dibêjin ku geştiyarên ji bo geştê û geranê tên serdana gund dikin lê tu dahatek ji bo wan nayê, gumruk ji bo derbaskirina gelek berheman dibe astengî.

‘Ji ber firotin nîn e em di zirarê de ne’

Zehra A. ku li gundê Beuran di firina nan de kar dike da zanîn ku bi vekirina deriye sînor hêvî dikirin ku wê firotin zêde bibe lê belê gumruk rê nade geştiyar li gel xwe nan bibin. Li Îranê ji ber qeyrana aborî xelaya ar heye û got: “Em ji hikumetê ar nagirin, em bi pereyê xwe digrin. Ji ber firotin nîne em di zirarê de ne. Piştî wefata hevjînê min ez debara malbata xwe dikim. Zaroka min heye ez wê xwedî dikim. Li vê derê ez bi pereyê rojane dixebitim.”

‘Bi qasî nanê ku difroşin pere digrin’

Nesrîn B a xwediyê firinê ye wiha dibêje: “Li firinê ez bi du jinên hevalên xwe re dixebitim. Ew amade dikin, ez paket dikim. Pereyê ku rojane tê girtin bi nanê ku me firot ve girêdayî ye. Ez hewl didim hevalên xwe yên dixebitin mexdûr nekim, ji ber em ji hikumetê ar nagirin nirx gelek bihan e. Gund qerebali xe, geştiyar jî tên lê belê bandorê li me nekir, ji ber gumrikê nan qedexe kiriye.”