Dema hûn çûn Hewramanê besteniyên Sîdrayê tam bikin

Jina ciwan a bi navê Sîdra hem xwedekar e hem jî xwedî firoşgeheke tiştên cemidî ye daxwaz ji hemû jinan dike ku li malê nemînin û derbikevin derve, ji tiştên herî biçûk dest bi xebatê bikin û hewl bidin bibin xwedî karê xwe.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe- Devera Hewremanê bi hewa, av û cihên xwe yên geştiyariyê bi nav û deng e. Hinek firoşgehên tiştên çandî tê de hene û ev jî gelek bala geştiyaran dikşînin û gelek kes ji dor û berên Kurdistanê tên Hewremanê. Hinek ciwanan jî xwestin herêma xwe weke cihê dabînkirina jiyana xwe bi kar bînin. Sîdra Rizgar yek ji van jinên ciwan e ku ji Şaredeya Biyar a ser bi herêma Helepçeyê ye li vê derê xwedî karê xwe ye. Di firoşgeha xwe de tiştên cemidî difroşe bi rûyê xwe yê xweş pêşwaziya xelkê dike, gelek kes ji bo bestenî û şerbetek cemidî vexwin berê xwe didin firoşgeha Sîdrayê. 
“Ev der bala gelek kesan dikşîne”
Sîdra di destpêkê de li gel birayê xwe biryar dide ku firoşgehê vekin di vê firoşgehê de bestenî (dondurme) û tiştên cemidî difroşe û wiha behsa karê xwe dike: “Niha em di destpêka karê xwe de ne lê belê em plan dikin ku di pêşerojê de firoşgeha xwe hîn mezintir bikin. Di destpêkê de me li firoşgeha xwe kel û pelên kurdewarî difirot lê belê ji ber zêdebûna firoşgehên bi vî awayî me jî biryar da ku em firoşgeha xwe bikin cihê tiştên cemîdi yên xwarinê niha gelek kes tên besteniyên me dixwin û ev der bala gelek kesan dikşîne. Ez daxwaz ji hemû jinan dikim ku ji malên xwe derbikevin û karê xwe bikin. Di destpêkê de tiştekî me tunebû lê belê niha ez xwedî firoşgehek im.”