Dema dengê zingilê tê, Xaliya bi kêfxweşî pêşwaziya pezê xwe dike

Jina bi navê Xaliya Nebûnî 30 sal in bi xwedîkirina pez mijûl dibe û debara mala xwe jê dike. Xaliya kedîkirina pez yek ji çanda gundewariyê dibîne û ji bo wê rojane guhdarkirina dengê zingilê pez bi wate ye.

RONÎDA HACÎ
Hesekê-Aboriya jiyana gundewariyê aboriya bi çandinî û kedîkirina pez çêdibe. Xwedîkirina pez yek ji lingên bingehîn e di pêşxistina aboriya civaka gund de. Yên ku pê mijûl jî dibin û jiyana gundewar, ji krîza aboriyê diparêze jin in. Xaliya Nebûnî ya 50 salî dayika 4 zarokan li gundê Em El- Ineb ê Bajarê Amûdê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. 30 sal in bi kedîkirina pez mijûl dibe û bi vî rengî xwe ji krîza aboriyê diparêze.
“Jinên gundan ji krîza aboriyê re dibin bersiv” 
Bi derketina krîza aboriyê re jinên ku li gundan dijîn bi kedîkirina pez û pêşxistina çandiniyê dibin bersiv. Xaliya wiha behsa rola jinên li gund dijîn kir: “Dema mirov dibêje jinên gund tê wateya jinek zana xwedî hêz û îradeyek pir mezin e. Jinên li gundan dijîn bi çand, dîrok û nasnameya xwe girêdayî ne. Kedîkirina pez jî yek ji çanda resen a gundan e. Li ser kedîkirina pez aboriya xwe bi pêş dixe û debara mala xwe dike. Gundî li ser pêşxistina çandiniyê û kedîkirina pez aboriya xwe bi pêş dixin û yên ku vî barî dane ser milên xwe jin in. Ji bo wê îro jinên ku li gundan dijîn ji vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin ‘krîza Aboriyê’ dibin bersiv û rê nadin bandor li ser wan bike.”
Di gundan de her malek pez lê heye û sûd jê digre. Xaliya wiha behsa berhemên pez dike: “Di her malekê de çend pez hene, em 15 serî pez li gel xwe xwedî dikin. Em ji şîr wê mast, penêr, dew, rûn çêdikin, ji hiriya wê lihêfan amade dikin. Dema em dikevin rewşek zehmet em çend pezan difroşin da ku em xwe ji wê rewşê xelas bikin. Di zivistanê de em ji bermahiyên wê sobe vêdixin, tenûra xwe gur dikin. Her tiştekî dema wî heye, dema çêkirina penêr bi dawî dibe em dikin mast û dixin xesalê em dikin rûn. Li aliyê em gundî pezê xwe hemû tînin gel hev û şivan ji wan re diyar dikin da ku rojane wan biçêrin.” 
“Rûnê kurmancî dermanê her nexweşiyê ye”
Rûnê Kurmancî ku bi keda destên jinan tê çêkirin dermanê her nexweşiyê ye. Xaliya got: “Di civaka xwezayî de, di demên dapîr û bapîrên me de nexweşî pir kêm bûn. Ji ber ku her kesê ji berhemên xwezayî sûd digirt û dixwar. Di roja me ya îro de kargeh hatine vekirin, rûnê kurmancî nayê peydakirin, her tişt hazir tê ji bo wê jî her kes ji nexweşiyan re vekirî ye. Rûnê kurmancî hêza laşê mirovan xurt dike. Tiştên xwezayî ne wekî yên hazir in. Ez dixwazim her kes giranî bide tiştên xwezayî, dema em pêdiviyên xwe bi destên xwe çêkin wê krîza aborî bandor li me neke.”  
Dema pez ji çêrandinê vedigerin bi dengê zingilê wan Xaliya wan pêşwazî dike. Xaliya wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dengê ziniglê pez ji bo min bi wate ye. Dema ez dibihîzim bi lez derdikevim û pêşwaziya wan dikim da ku avê vexwin. Piştre ez wan tînim cihê wan û didoşim. Eger yek nexweş bikeve ez hîs dikim û wê derman dikim. Ez dixwazim jin li ku derê bin li gorî derfetên xwe bexçeyan çêkin, lawiran xwedî bikin da ku em bikaribin rê li ber krîza aborî bigrin.”