DÎSK-AR: Bêkariya jinan ji sedî 29,7 e

Di rapora ku DÎSK-AR’ê amade kir de diyar bû ku hejmara kesên bêkar 7,9 milyon e û bêkariya jinan ji sedî 29,7 e.

Navenda Nûçeyan- Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşeger (DÎSK-AR) “Rapora rewşa bêkarî û îstîhdamê” parve kir. 
Di rapora de wiha hat gotin; “Pîvana herî girîng a TUÎK’ê ku wekî bêkarî tê hesibandin ew e ku yek ji kanalên lêgerîna kar ên aktîf bi kar bîne. ÎŞKUR kanala lêgerîna kar e ku herî zêde tê bikaranîn. Lê belê li gel ku hejmara betalên li ÎŞKUR'ê hatine qeydkirin zêde bû jî TUÎK'ê ragihand ku hejmara bêkaran kêm bûye. Li gorî ÎŞKUR'ê hejmara bêkarên qeydkirî di Îlona 2021'ê de 219 zêde bû, li gorî TUÎK'ê 160 hezar kêm bûye. Cudahiyên di navbera daneyên ÎŞKUR û TUÎK’ê de salane 379 kes in” û diyar bû ku di navbera daneyên bêkaran ên TUÎK û ÎŞKUR’ê de cudahî hene.
Bêkariya jinan ji sedî 29,7 e.
Di raporê de hat diyarkirin ku di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de di daneyên îstîhdamê yên TUÎK’ê de guheztinên mezin hene û hat destnîşankirin ku hejmara bêkariyê ya berfireh 7,9 milyon e ev hat gotin; “Hejmara bêkariya jinan ji sedî 29,7 e. Di daneyên hêza kar a mehane ya TURKSTAT'ê de guheztinên cidî hene. Di navbera daneyên bêkariyê yên TUÎK û ÎŞKUR’ê de pêlên cidî hene.”