Cotkarên jin ên Qesrneba di çinîna gulan de zehmetiyan dikşînin

Karker û cotkarên jin li bajarê Qesrneba, paytexta gulên Jouri, behsa êş û azarên xwe yên di demsala çinînê de kirin û dan zanîn ku digel xebatê jî dahata aborî pir kêm e.

Beyrûd- Karker û cotkarên jin ên ji bajarê Qesrneba ku di karên çinîna gulan de dixebitin û madeyên xwarinê jê çêdikin teqez kirin ku ev beş pêdiviya wê bi pêşketin û girîngiyek mezin heye. Ji ber ku karê tê de bi destan e û kedeke mezin hewce dike.

Ji pêncê sibehê ve Zeyneb El-Dîranî û hevjîna kurê xwe Guwa Ehmed, ji bajarê xwe Qesrneba, yê Bekayê ku wek "paytexta gulên Jourî li Lubnanê" tê naskirin, dest bi berhevkirina gulan dikin ji bo ku amade bikin û ji bazarê re bişînin. Beriya ku hewa germ bibe, kalîte, bêhn û rengê wan winda bibe. Zû berhev dikin ku bi buhayê herî erzan neyên firotin.

Zeyneb El-Dîranî ev yek diyar kir: "Ez ji heft saliya xwe ve gulan berhev dikim lê demek rawestiyam ji ber êşa min a hesasiyetê. Piştî çandina wan di nav baxçeyê me de, ez neçar bûm bi malbatê re di karê çinînê de alîkar bim, ji ber ku em nikarin karkeran bînin. Ji ber vê ji ji bo dermankirina hesasiyetê ez mehek beriya demsalê derman dixwim da ku ez amade bim ji kar re. Ev gula ku li bajarê me Baalê tê çandin, zêde ne hewceyî lênêrînê ye lê di berdêla de gelek ked ji me dibe ji bo berhevkirina berhemê ku têra me nake wek berê ji ber çavbirçîtiya bazirganan.”

Ji ber bihayê kêm gelek kesan dev ji çandina gulan berda

Zeyneb El-Dîranî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em hewl didin hin pêdiviyên zivistanê ji baxçeyê xwe peyda bikin lê pêdiviyên din me ji demsala gulan peyda dikir, ew çavkaniya debara me û cotkarên din bû, bihayê wê hêdî hêdî kêm bû. Kêmbûna bihayê gulan hişt ku gelek kes dev ji çandina gulan berdin û guh nedin wan. Di berdêla vê yekê de bazar tijî berhemên pîşesazî bû. Gulên me yên herî baş in lê rêvebirina rast  ji me kêm e ji bo xwedî lê derkevin.”

Ji aliyê xwe ve, Guwa El-Sayed Ehmed got: "Demsala gulan hema hema li dawiya xwe ye, ev zêdetirî 100 sal in li gundê me şîn dibe û li hemû baxçeyan tên çandin lê ne bi qasî gula Qesrneba ye. Gelek feydeyên vê gulê hene, ji ber ku ava gulê jê tê çêkirin. Her wiha gul di  di kulîlkan de di zivistanê de tê bikaranîn û di çêkirina hevîrê kibê yê kevneşopî de jî tê bikaranîn û di van demên dawî de me dest bi hilberîna gulberojê kir

“Li bajar şûnwarên girîng hene”

Di seredana kargeha firoşkara kulîlkan Necwa El-Dîranî de, wiha ji me re got: "Em bazirganiya berhemên çandiniyê yên cihêreng ên ku li bajarê me tên çêkirin dikin. Bajar şûnwarên girîng dihewîne, di nav de duyemîn perestgeha herî mezin piştî Baalbek ku Qesrneba ye.”

Der barê demsala gulan de jî ev yek anî ziman: "Gul ji dema bav û kalên me ve li bajarê me hatine çandin û gula Qesrneba ya yekem e, ji ber ku li gorî hewa, axa spî û bilindahiyê ye ku digihîje hezar û 300 metreyan. Em gel teşwîq dikin ku wê mezin bikin ji ber ku ew bûye beşek ji mîrateya me û em beşek ji berheman difroşin kesên ku dixwazin wê di mala xwe de hilberînin.”

Me cotkar Zekiya Mihemed Elî Şamî El-Dîranî di dikana kulîlkan de dît, hewl dida karkerekê razî bike ku saetekê bi 15 hezar lîre kar bike ji bo alîkariya wê lê karker jî bihayê 25 hezar lîreyî xwest, der barê vê yekê de wiha got: "Em ê çawa berdewam bikin, ez 76 salî me û ez ji ciwaniya xwe ve di çandin û berhevkirina gulan de kar dikim û nikarim heqdestê karkerek jî bidim ku alîkariya min bike. Ez ê çawa ji bo her saetekê 25 hezar lîreyan bidim ku kîloya gulan bi 13 hezar lîreyan e. Li gel buhabûna jiyanê, nirxê nan têr nake, nexasim bihaya derman an jî eger ez biçim nexweşxaneyê. Ez dixebitim da ku bi hewceyî tu kesî nebim, welat wêran e û dewlet piştgirî nade cotkaran.

Berhemên ji gulan tên çêkirin

Henan El-Dîranî berê xwe da çêkirina berhemên xwarinê ji berhemên gund û li ser wê yekê got: "Ji sala 2004'an vir ve ez di kargeheke çêkirina berhemên xwarinê de dixebitim ku ya herî girîng ji gulan tê çêkirin. Di nav de labneh gul, gulberoj, ava gulberoj û şeraba gulê her wiha em hewl didin hin berhemên din jî çêbikin.”