Bihar zêdeyî 30 salan e nanê tenurê çêdike

Bihar Salih ku xelkê Sayîdsadiq e, di werza bihar û havînê de diçe gundê xwe, li baxçeyê xwe meyze dike, nan çêdike û bi xwe dibêje ev 35 sal e ez nan çêdikim û tu caran jê bêzar nabim.

ASUDE MEHEMED

Şarezûr - Bihar Saliha ya xelkê bajarokê Seyîdsadiq e, di werzên bihar û havînan de ku werza çandiniyê ye rojane li gel malbata xwe diçe gundê xwe yê bi navê Cumeresî karê bexçeyê xwe dike û di heman demê de jî karê malê jî dike û gelek ji çêkirina nanê Kurdî  hez dike û li tenura xwe nanê tenûrê çêdike.

Bihar Salih di derbarê karê yê bexçe û çêkirina nan de ji ajansa me NUJINHA re axivî û got: “Berê erkê jinan gelek hebû, meşk çêdikirin û diçûn dar di anînîn ji bo nan çêbikin, lê belê niha ev karane kêm bûne. Ez bi xwe ji karkirinê hez dikim û li gel hevjînê xwe em tên gund bi hevre kar dikin.”

“Ev 35 sal e nanê tenurê çêdikim û jê bêzar nabim”

Piştî ku Bihar Salih hevîrê xwe tirş kir di nava baxçeyê xwe tenûra xw epaqij kir û agir pê xist, heta ku tenûra wê amade bû dest bi çêkirina nan kir û wiha got: “Ev 35 sal e ez nanê tenûrê çêdikim jê bêzar nebûme. Carnan heftiyê dû caran nan çêdikim, lê belê niha niharim tenê dû heftiyan carekê nan çêdikim.”

Gundê Cûmeresî dikeve binarê Sorên ya bajarokê Seyîdsadiq, cihek zozane xedî berhemên bi sud û hunerîne.