‘Bi saya Şoreşa Rojava jin bûn xwedî derfetên kar’

Xwediya aşxaneya Şîlan a jinan, Şîlan Ehmed behsa yekemîn projeya aşxaneya xwe kir û got ku bi saya Şoreşa Rojava jin bûne xwedî derfetên kar.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Bi Şoreşa Rojava re gelek derfetên kar ji jinan re hatin afirandin û jinan di her warî de cihê xwe girtin, pêşengî kirin. Li Qamişloyê aşxaneya Şîlan ku çend jin tê de kar dikin hat avakirin. Xwediya aşxaneya Şîlan, Şîlan Ehmed a 29 salî ku ji bajarê Qamişloyê ye, behsa aşxaneya xwe kir û got ew bi vê aşxaneyê dibe xwedî aboriya xwe ya serbixwe.

Şîlan Ehmed behsa yekemîn projeya xwe ya aşxaneya Şîlan kir û armanca wê bi vekirina aşxaneyê çi bû got: "Min di sala 2022’yan de aşxaneya Şîlan vekir. Ev projeya min bi saya Şoreşa Rojava ku derfetên kar ji me re afirandin hat vekirin. Armanca min bi vekirina vê projeyê ew e ku ez alîkariya malbata xwe bikim û aboriya xwe ya xweser bi dest bixim. Hesteke gelek xweş e ku mirov kar bike û ji keda xwe bixwe. Li kêleka wê dema ku jin werin di aşxaneyê de kar bikin derfetên kar ji wan re jî em ê biafirînin."

Zehmetiyan derbas kir

Şîlan Ehmed behsa zehmetiyên destpêkê kesên piştgiriyê danê kir û wiha domand: "Zehmetiyên destpêkê yek jê ew bû ku cihê aşxaneyê biçûk bû, materyalên ku em pê kar dikin buha bûn û gihandina xwarinê pir zehmet bû lê piştî ku aşxane hat naskirin û bi nav û deng bû, ev zehmetî hêdî hêdî kêm bûn. Destpêkê malbata min û hevjînê min piştgiriyê dan min, bi saya wan aşxaneya Şîlan bi pêş ket û her kes jê razî bû."

4 jin di aşxaneya Şîlan de kar dikin

Şîlan Ehmed diyar kir ku 4 jin di aşxaneyê de dixebitin û wiha berdewam kir: "Em nêzî 4 jin di aşxaneyê de kar dikin lê carna dibe wextê çêkirina mûnet em dibin 10 jin. Em gelek cureyên xwarinên gelêrî çêdikin weke kutlik, şamborek, pelên rezan û gelek cureyên xwarinên gelêrî. Her demsal wextê mûnet tê, em mûnet jî çêdikin. Weke megdus, rêçel, ava bacanê sor û gelek cureyên mûnet. Malpereke min a medyaya dîjîtal heye li ser wê, ez berhemên xwe didim nasîn û difroşim gelek şopînerên min ji xwarina me hez dikin û tên qewêtî dikin bi rengekî pir aktîf xwarina me tê firotin."

‘Şoreşê gelek derfet ji me re ava kir’

Şîlan Ehmed diyar kir ku dixwazin di pêşerojê de dikaneke xwe vekin û projeya xwe berfirehtir bikin û daxwaz ji jinan kir ku kar bikin û aboriya xwe bi dest bixin û wiha bi dawî kir: "Em dixwazin ku di pêşerojê de dikanek ji xwe re vekin û karê xwe bi pêş bixin, xwarina me li hemû herêmê belav bibe. Di dawiyê de dixwazim ji jinan re bibêjim bila kar bikin. Şoreşa Rojava me kir xwedî îrade û rê li ber me vekir ku em kar bikin. Şoreşê gelek derfet ji me re afirandin em ê jî van derfetan bi kar bînin û aboriya xwe bi dest bixin."