Bi salan e bi karê tutinê debara xwe dike
Reyhan Kirik a ku bi çandina tutinê debara xwe dike û karê ku dike ji xwe re kiriye pîşeyek, dibêje ku piştî tutinê li ber tavê hikş dike, li bajarên herêmê difroşe.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Çewlik –Demsala hişkbûna tutinê ku yek ji debara jiyanê ya girîng a herêma Çewlikê ye, dest pê kir. Lênihêrîna tutinê ku biharê dest bi çandiniyê dike, pir dijwar e. Tutin piştî sebzeyan duyemîn berhema ku herî zêde ji aliyê gelê herême ve te çandin e. Ji bo firotinê dişînîn parêzgehên herêmê. Reyhan Kirik jî ev 30 sal in li bajêr hilberîna tutinê dike.
Tenê tutin debara me ya jiyanê ye
Reyhan Kirik ku sê demsalan bi hevjînê xwe re di nav zeviyên xwe de çandiniya titunê dike, dibêje ku tevî qedexekirina tutinê, karê wan tenê çavkaniya debara wan e. Reyhan Kirik ji navçeya Amed Karazê ye lê ji ber av têra çandiniya tutinê nake, 30 sal berê koçî Çewlikê kiriye û li vir çandiniya tutinê dike. Di meha biharê de, di zeviyên xwe dest bi çandina sebze û tutinê dike, li ser karê xwe tîne ziman karê wan tenê ev e.
Kar ji destpêkê heya dawiyê kedek mezin dixwaze
Reyhan Kirik bal kişand ser dijwariya karê xwe û wiha got: “Me ev kar kir pîşeyek ji bo xwe. Ji bilî vî karî em nizanin karekî din bikin. Em biharê tituna xwe diçînin û dûre li du çapan lêdixin. Piştre birîn û komkirina titunê heye. Dûre em tutina ku me berhev kiriye, di konan de bi cih dikin. Piştî demekê, em wan bi derziyan derbasê ta dikin û wan bi textan ve dadiliqînin. Tutina ku em dadiliqînin bi rojan li ber tavê dimîne. Heta ku zer dibe bi vî awayî disekninin. Piştî ku zer dibe, em wê nerm dikin û dibin Amedê, li wir difiroşin.”
"Em li gorî berê vî karê kêmtir dikin"
Reyhan Kirik destnîşan kir ku ew bi salan e bi karê tutinê debara xwe dikin û wiha got: “Di karê tutinê de herî zêde jin ked didin û em gelek zehmetî dikşînin. Ji ber ku ez bi salan e vî karî dikim, li pişt, stû û her derê min fitiq çêbû. Ez niha bi nexweşiyan re têdikoşim. Jixwe li gorî berê em vî karê kêmtir dikin.”