Bi restorana li Mûsilê ji bo jinan riya debarê vekir

Bi dawîbûna tarîtiya DAIŞ'ê re Mahiya Yusuf li Mûsilê restoranek vekir û ji bo 30 jinan dibe riya derfetên xebat û îstîhdamê.

NUR AL-MARSOUMÎ

Mûsil- Li bajarê Iraq Mûsilê piştî bidawîbûna serdema tarîtiya DAIŞ’ê ji bo jinan deriyên nû yên pêşerojeke ronî vebûn. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jinên ku ji karên xwe bûn û bê debar man, ji nû ve dest bi xebatê kirin.

Mahiya Yusuf, di restorana xwe ya bi navê “Restorana lezetên Mûsulê” de hem ji bo gelek jinan derfetên kar diafirîne, hem jî dahateke wê ya serbixwe çêdibe. Mahiya Yusuf diyar kir ku piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve gelek jin neçar mane cihê xwe yê kar bigrin û got: “Min jî ji ber vê yekê Restorana lezetên Mûsilê” vekir. Me bi du karkeran re dest pê kir û niha li lokantayê 30 karker dixebitin.”  

‘Tecrubeyeke baş çêbû’

Mahiya Yusuf got ku li restoranê xwarinên ji herêmên cuda tên çêkirin û wiha domand: “Li restoranê ji bo em hejmara jinan zêdetir bikin, min piştgirî ji Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî girt. Vebûna restoranê ya bi xebatkarên jin, li herêmê rewşeke nû ye. Me mercên zehmet bi biryardarî û îradeyek mezin derbas kir.” Mahiya Yusuf bal kişand ku li restoranê, jinên Ereb, Kurd, Tirkmen û ji neteweyên din jin dixebitin û diyar kir ku ev yek jî nîşan dide ku gel dikarin bi hev re di nava aştiyê de bijîn.

Mahiya Yusuf, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Di civakeke ku xebata jinan napejirîne de, tevî pirsgirêkên ku em ji destpêkê ve rast hatin jî em gihîştin armanca xwe. Em bi zehmetiyên civakî re derketin serî. Me bi ve xebata xwe îsbat kir ku ji bo jin bigihîjin asteke baş divê bixebitin.”