Bi kargehan debara xwe dikin
Jinên ku ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê ji cih û warê xwe bûne, ji bo bikaribin li ser lingên xwe bimînin bênavber dixebitin. Aliya El-Usûd a ji devera El-Erîma ya bajarê Babê dibêje; “Domandina jiyanê hewceyî berxwedanê ye.”
SÊBÎLIYA ÎBRAHÎM
Minbic- Di şert û mercên dijwar de ji bo debara jiyanê, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê gelek jin di kargehên hirî û plastîk de dixebitin. Jinên ku di bin banê kargehan de li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, li hember şert û mercên dijwar ên jiyanê li ber xwe didin û dixebitin, di nav de jinên koçber, teleqdayî û yên ku hevserên xwe winda kirine jî hene. Hemû ji bo ku serxwebûna xwe ya aborî bi cih bînin û debara malbatên xwe bikin dixebitin.
Ayşa Mihemed a 50 salî, dayika heft keç û du kuran e di kargeha hiriyê ya taxa Esediyê de dixebite dibêje ku ji ber bihayê zêde yê kelûpelan, debara jiyanê dijwar bûye û dibêje; "Min biryar da ku kar bikim û piştgiriya hevserê xwe bikim, hewcedariyên malbata xwe pêk bînim.”
Der barê zehmetiyên ku di kar de rastî wê tê wiha dibêje; “Toza hiriyê bû sedema êşa pişikê. Bi zorê bêhnê digrim. Her wiha karê rojane canê min diwestîne bi taybetî di meha Remezanê de. Jixwe di dema karantînayê de seatên kar kêm bûn ev yek jî alîkariya me nake.”
Ayîşa Mihemed hiriya spî ji ya reş vediqetîne, dixe nav makîneyek zextkirinê û dû re bi têlan ve girê dide, ew hemû jinan teşwîq dike ku ji bo dabînkirina debara rojane bixebitin. Nemaze ji ber mercên heyî yên Sûriye tê re derbas dibe.
Aliya El-Usûd ji devera El-Erîma ya bajarê Babê ye, ew dayika du keç û kurekî ye, di encama krîza dil de hevserê wê nêzê çar sal berê wefat kiriye dibêje; “Di van şert û mercan de ez û keçên xwe dixebitin ji bo ku debara xwe bikin, em ji saet heftê sibehê heta heştê êvarê kar dikim. Domandina jiyanê hewceyî berxwedanê ye.”
Aliya Usûd diyar dike ku di kargehê hejmarek zêde jin hene ku rewşa hemûyan wek hev e, hejmara wan nêzî 60’î ye ew ji bo ku rewşa jiyana xwe baş bikin dixebitin. Aliya dibêje; “Ez di hemû waran de di çandinî û kargehan de dixebitim û banga hemû jinan dikim ku itîmadê bidin ser xwe. Em hiriyê ji herêmên rojhilatê Sûriyeyê ji bajarên Reqa, Dêrezor, Qamişlo û Minbicê tînin. Piştî ferzkirina hiriyê em dişînin Hindistanê.”
Karmenda bi navê Erîfa Ehmed Cidî ya 43 salî, di encama şer û pevçûnên di navbera çeteyên DAIŞ’ê û rejîma Sûriyeyê de pênc sal in ji gundên rojhilatî Helebê koçber bûye û li kampa rojhilat a li gundê EL-Resm EL-Exder bi cih bûye. Ew dayika pênc keçan û sê xortan e.
Erîfa Ehmed dibêje; “Beriya karê min ê di kargeha plastîk de, min dirûtin dikir û di kargeha şîraniyê de karmend bûm, min zeytûn jêdikir, kemûn û ceh berhev dikir. Tevahiya salê ez xebitîm.”
Der barê karê xwe yê beriya koçberiyê de jî wiha dibêje; “Min pez xwedî dikir, mast û rûn difirot. Her wiha me bêtir itîmada xwe dida ser çandiniyê jî.”
Di gel nebûna rêxistinên mirovî yên ku alîkariya koçberan dikin û bihabûna kelûpelan, Erîfa Ehmed Cidîi dibîne ku berpirsyarî dikeve ser milên wê û keçên wê ew jî piştî ku hevserê wê berî sê sal û nîvan ji hêla rêjîma Sûreyeyê ve hat girtin û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.
piştî ku rejîma Sûriyeyê ket bajarokê Meskenê, bajarok ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin lê ewlehî, av û elektrîk peyda nebû. Erîfa Ehmed dibêje; “Ez rengên plastîk ji hev cuda dikim, ji seat şeşê sibehê heta yekê nîvroyê kar dikim û her heft hejdeh lîreyên Sûriyê digrim.”
Erîfa Ehmed Cidîi ji bo ku hewcedarê kesî nebe û parastina rûmeta xwe bike dixebite. Ew piştgiriya jinên Sûriyeyê yên berxwedêr dike ku ewqas sal in tevî rewşên şer li ber xwe didin ji bo ku parastina rûmet û axa xwe bikin divê teslîm nebin.