Bi gulên ku bi destan çêdike debara xwe dike

Bexşîn Mihemed yek ji wan ciwanane ku peymangeh temam kiriye, bi rêya destrengiya xwe bi awayek cûda gulan çêdike û bi wan gulan dahata jiyana xwe dabîn dike.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce – Bexşîn Mihemed ku beşa peywendiyan li peymangeha Teknîkî ya Helebce temam kiriye. Ji ber nebûna derfetê kar û bi fermî tayîn nebûnê, dest bi karê destrengîn kiriye bi awayek cûda gulan çêdike. Bexşîn Mihemed bi gulên ku bi destan çêdike debara xwe dike.

Bexşîn Mihemed a da zanîn ku gulan bi malzemeyên sade çêdike û gelek daxwaz li ser heye, wiha got: “Ji ber gelek ez ji gulên xwezayî hez dikim, min biryar da bi melzemeyên sade gulan çêbikim û hem demê xwe baş derbaz bikin û hem jî bikim çavkaniya dahata jiyana xwe. Destpêkê dema ku min ev gul çêdikir min diyarî dida haval û xizmên xwe. Di merasim û şahiyan de hertim min gul dikir diyarî.”

Bexşîn Mihemed bi awayê online karê xwe dide nasîn û li gora daxwzên xelkê şêwe û reng dide gulan û got: “Destpêkê ez ji medyaya civakî fêrî vê kêrhatiya xwe bûme û min biryar da tiştên zêdetir fêr bibim û çend cûrên gulên weke pepule, gulên ros û gulberoj hwd çêdikim. Xelk dikare medyaya civakî bi awayek baş yan jî xirab bi kar bînin. Lê belê min sûdek baş jê dîtiye û ji bo me bûye dahata jiyanê. Destpêkê hemû kar zehmetiyên xwe hene û astengî derdikevin, lê belê en ku dixwazin xwe digihînin armanca xwe û karê xwe berdewam dikin. Ez di wê hêviyê deme ciwan netirsin û ji bo armanc û fikrê xwe kar bikin û kêrhatiyên xwe nîşan bidin ji bo sûdê bigihînin xwe û civakê.”