Bi çandina bexçe û xwedîkirina sewalan dabara xwe dike
Xalîde Mihemed bi qasî girêdana xwe ya ji xwezayê re, li ber derê mala xwe bexçeyek çêkiriye, li kêleka wê jî sewalan xwedî dike û dabara mala xwe dike.
Heleb – Dayika 5 zarokan Xalîde Mihemed ya 53 salî ji gundê Birazê yê bajarê Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di sala 2009'an de bi zarokên xwe ve berê xwe dane bajarê Helebê û niha li taxa Şêx Meqsûd a Helebê dijî. Xalîde gelek bi keskahiyê ve girêdayî ye, derdora mala wê hemû bi dar, gul û şînahî ne. Li kêleka şînahiyê, sewalan jî xwedî dike û bi berhemên şînahî û lawiran debara jiyana xwe dike.
Xalîde diyar kir ku wê di navenga şer de ji xwe re bexçeyek ava kiriye û wiha domand: "Dema şer li taxa Şêx Meqsûd dijwar bû me gelek zirarên mezin dîtin. Ruxmê balafir û top li ser me dibariyan, me bi dildariyek mezin parastina xwe û taxa xwe dikir. Di şer de gelek caran em ketibûn kemînê û ji pêdiviyên jiyanê qut dibûn. Ruxmê şer jî min di navenga şer de bexçeyek çêkir û tê de hemû keskahî û şînahî çandin. Ew bexçe di şer de gelek alîkariya min û cîrana min kir. Di wî şerê giran de sê caran bexçeyê min hat topbarankirin lê min dev jê berneda careke din bi israrek mezin çand. Di şer de tu wijdan û edalet nîne, dijmin bi hemû awayê êrîşî sivîlan dikir. Bi qasî ku top li ser me dibariyan, me jî derdora xwe bi şînahiyê dixemiland."
"Hemû cureyên şînahî û daran diçîne"
Xalîde berhemên ku diçîne wiha parve dike: "Ez gelek girêdayî çandê me, pirî caran em ji avê jî qut dibûn, ji bo ku bexçeyê min bê av nemîne min diçû bi pereyan av dikirî wiha bexçeyê xwe zindî dihişt. Ez hemû cureyên şînahiyan ên mîna reşat, sîr, pîvaz, bacanê sor û reş, firêz, îsot, darên lîmon, portaqal, sêv, tirî û behîvan, diçînim. Dema ez berhemên bexçeyê xwe kom dikim, hem debara malbata xwe dikim, hem jî li cîranên xwe belav dikim. Ji bo ku bexçeyê min her zindî û bi rih bimîne ez her seherê av didim, gihayên zêde radikim û axa xwe dikolim. Heta şitil jî ez didim cîranan da ku çanda dayik û dapirên me her zindî bimîne.
Xalîde Mihemed destnîşan kir ku ew lawiran jî xwedî dike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Şerê ku qewîmî hişt ku em ji tunebûnê, hebûnê biafrînin. Di wî şerê giran de me bi rêxistinbûnek mezin xwe bi xwe bi rêve dibir û hemû pêdiviyên jiyanê bi keda destên xwe pêk dianî. Ez li kêleka şînahiyan, lawiran jî xwedî dikim. Di wî şerê de em bê mast diman û min lawirek anî wiha me pêdiviya xwe pêk dianî, niha gelek pez û berxikên min hene û ez ji wan lawiran gelek sûd werdigirim. Ez ji bazaran tiştekî nakirim, hemû pêdiviyên xwe yên jiyanê li gorî derfetên heyî pêk tînim. Her wiha mirîşkên min jî hene û ez ji hêkên wan jî sûd werdigirim."
Xalîde Mihemed herî dawî diyar kir ku wê xwe ji qeyrana aborî parastiye û bi keda destên xwe dabara xwe dike û wiha bi dawî kir: "Bi zagona qeyserê re buhayê her tiştî pir zêde bû, ji bo ku ez ji vê qeyranê bi bandor nebim, bi keda destên xwe dabara xwe dikim û alîkariya cîranên xwe jî dikim. Jin gelek bi axê re girêdayî ye loma dikarin bi keda destên xwe ji axê sûd werbigirin û ji qeyrana aborî bi bandor nebin. Divê her jin dabara xwe bike, em dikarin bi hev re alîkar bin û civaka xwe ji hemû qeyranan biparêzin."