Berhevkirina şînahiyê bi keda destên jinan tê kirin

Belqîs Dawûd Hesen zêdetirî 15 salan e karê çandiniyê dike û ji bo qeyrana aboriyê li ser mala xwe sivik bike, di bexçeyê xwe şînahî çandiye. Belqîs diyar kir ku çandinî beşek sereke ji jiyana wê ye.

RONÎDA HACÎ
Qamişlo-Yek ji taybetmendiyên xweştirîn di  jiyana gundan de, pêşxistina xebatên çandiniyê ye. Di gundan de her malek ji bo xwe bexçeyek diçîne û rojane jin berê xwe didin nava erd û ji berhemên wê sûd digrin. Jina bi navê Belqîs Dawûd Hesen a bi temenê xwe 49 salî ye ji gundê Em El- Ineb a navçeya Amûdê girêdayî Kantona Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye. Nêzî 15 sal in bi çandiniyê re jiyana xwe û ya gundiyan dixemilîne. Her wiha di bexçeyê Belqîs de gelek cureyên şînahî hene û jê amadekariyê zivistanê dike. Belqîs der barê girêdana xwe ya bi çandiniyê re nêrîna xwe parve kir.
“Dema encamên kedê tê dîtin, westandin tê jibîrkirin”
Behiya bi van gotinan behsa karên çandiniyê dike: "Dema temenê min biçûk bû, dayika min bexçe diçand û me jî her esir berê xwe dida nava bexçe û şînahiyan diçinî. Pir kêfa min ji xwezayê re dihat. Dema ez mezin bûm hezkirina min ji çandiniyê re bi min re mezin bû. Ev zêdetirî 15 sal in bexçe diçînim, her çiqas ez tê de kar dikim ewqas jê sûdê digrim. Helbet zehmetiyên wê pir hene, ji kolandina erd, çandiniya şitlan û avdana wê. Tiştek bi hêsanî tune ye lê dema mirov encamên keda xwe li ber çavan dibîne wê demê westandin tê jibîrkirin. Rojane ez têm û di nava bexçeyê xwe de digerim, bêhna min fireh dibe û çi pêwîstiyên bexçe hebe ez pêşkêş dikim da ku baş bişuxile."
"Hemû şînahiyan xwedî dike"
Belqîs da zanîn ku bi keda destên xwe hemû cureyên şînahiyan çandiye û wiha got: "Di bexçeyê min de şînahiyên cur be cur hene. Bacanê sor, xiyar, kûsa, bacanê reş, îsot, miloxiyê û bamî çandiye. Ji wan hemûyan jî sûd digrim û ji bo zivistanê hişk dikim û hiltînim. Bi taybetî em ji bacanê sor ava bacana çêdikin, bamî, milûxiyê hişk dikin da ku di zivistanê de em qut nebin."
“Bi destên jinan çandinî bi pêş dikeve”
Belqîs diyar kir ku jiyana gund bi hebûna jinan xweş dibe û bi keda destên wan çandinî bi pêş dikeve û wiha axaftina xwe domand: "Jiyana gund bi destên jinan tê xemilandin, jin dema siharê çavên xwe vedikin dest bi karan dikin. Bi çandiniyê re mijûl dibin, nanê tenûrê çêdikin, muneta zivstanê amade dikin, mêşên hingiv û lawiran xwedî dikin. Niha dema berhevkirina şînahiyan e. Her esir an her sibeh jin diçin nava bexçeyên xwe û şînahiyan diçînin, ji bo mal, firotin û mûneta zivistanê. Bi vî rengî aloziya aborî li ser mala xwe sivik dikin."
“Barê aloziya aborî bi pêşxistina çandiniyê re sivik dibe” 
Belqîs herî dawî diyar kir ku ew dikarin bi çandiniyê qeyrana aborî kêm bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê her malbateke ku bîra avê li cem wê hebe, baxçe biçîne da ku em debara xwe bikin û qeyrana aboriyê ji ser xwe sivik bikin. Dijmin di rojê de bi dehê caran me dikuje. Di aliyekî de deriyê Til Koçer girtiye û barê me giran kiriye. Di aliyekî din de koçberî û dagirkeriya herêmî bandorek neyînî li ser me kiriye. Ya herî girîng jî qutkirina ava firatê ye ku dixwaze çandinî kêm bibe û sivîl di bin barê qeyrana aborî de bimînin. Lê çi bibe jî em ê dev ji xaka xwe bernedin û ji bo her pirsgirêkek çareseriyek heye. Em li hemberî kiryarên qirkirina gelan bêdeng nasekinin û ji bo domandina jiyana bi rûmet em ê têbikoşin.”