‘Berhemên destan ji bo min tên wateya parastina çandê’

Xedîca Sacir yek ji jinên koçber ên li kampa Waşokanî ye, ji zarokatiya xwe ve ji karên destan hez dike û bi pêş dixe. Ruxmî şert û mercên zehmet ên koçberiyê jî Xedîca bi îsrar û hezkirin karê xwe berdewam dike û kon bi berhemên xwe xemilandiye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-  Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir di encamê de gel neçarî koçberiyê bû. 5 sal in bi hezaran şêniyên Serêkaniyê li kampa Waşokanî li ber xwe didin. Bi taybetî jin hemû şert û mercên jiyanê yên zehmet di hundirê kampê dijîn û çareserî diafrîne. Xedîca Sacir yek ji jinên koçber ên kampa Waşokanî ye (30) li bajarê Serêkaniyê hatiye cîhanê û hevalên xwe fêrî çêkirina berhemên destan dike. Xedîca ruxmî êrş û zehmetiyên koçberiyê her wiha paşguhkirina rêxistinên mirovî ji kampa Waşokanî re bi îsrar, hezkirin û derfetên herî kêm di kampê de berhemên destan zindî dike. Xedîca kona xwe bi berhemên destan xemilaniye û derveyî konê jî bi çandina kulîlkan xweş kiriye.

Xedîca Sacir da zanîn ku berhemên destan ji bo wê ne riya aboriyê ye, hezkirin û çandek e ku zindîkirina wê erkeke li ser xwe dibîne û wiha axaftina xwe domand: “Dema ku ez li Serêkaniyê bûm min karê çandiniyê dikir û berhemên destan çêdikir. Bi vî rengî min debara xwe dikir û jiyana xwe didomand. Min berhemên destan çêdikir, difirot û karê xwe bi pêş dixist lê ev kar ne tenê ji bo pêşxistina aboriyê ye, çandeke ku ez wê beşek ji hebûna xwe dibînim. Hundirê konê min bi berhemên destan xemilandiye, derveyê konê jî min bi gulan xweş û geş kiriye.”

‘Bi hezaran jin li hûndirê kampê berxwe didin’

Xedîca Sacir teqez kir ku jin bi îsrara xwe têdikoşin û wiha axaftina xwe domand: “Ez dixwazim û hez dikim her jinek karên destan çêbike. Ji ber ku ez hîs dikim tiştekî çandî ye û her kes nikare zindî bike. Jin bêtir xwe li tiştên çandî, folklorî digrin. Ji ber ku jin dema vî karî dikin li rastiya xwe vedigerin, ew xwediyên vî karî ne û bi destên wan tê pêşxistin. Dema mirov li berhemên destan dinêre çawa jinan heta niha gelek tiştan afrandine. Îro bi hezaran jin di hundirê kampê de li ber xwe didin û doza vegera Serêkaniyê dikin.”

 ‘Jin di çi şert û mercî de be bila bibe çareserî û jiyanê diafrîne’

Xedîca Sacir wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ez karê xwe yê destan weke hevalek ku her dem dikarim xwe bispêrim dibînim. Ji bo wê em bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariyê bidin projeyên zindîkirina berhemên destan da ku jin bikaribin karê xwe bi pêş bixin. Gerek rêxistinên mirovî piştgiriyê bidin jinan ji ber ku jin herî zêde li ber xwe didin, kar dikin û şert û mercên jiyanê tehemul dikin, li çareseriyan digerin.”