Bêhna sêvan ku êşa jinên karker ên li Urmiyê vedibêje

Li Urmiyê di dema berhevkirina sêvan de, karkerên jin bi mûçeyên derengmayî, şertên dijwar ên kar û kevneşopiyên sînorker ên xwedîtiya axê re rûbirû dimînin. Rewşa wan nehevsengiyên civakî û bandora çand û adetên herêmî eşkere dike.

NAVA KERÎMIYAN

Pîranşar – Saet çarê sibê ye, serma payîzê hê jî gelek dijwar e. Li bajarê Urmiyê mînîbusên kevin li kêleka rêyan rêz dibin da ku karkerên demsalî bibin baxçeyan. Piştî du saetan, bi bilindbûna rojê re, bêhna şîrîn û tûj a sêvan bi bêhna axa şilbûyî ya bi şebnemê re tevlihev dibe. Di nav rêzên dirêj ên daran de, jin bi selikên plastîk ên sor û kesk derdikevin ser şaxan da ku berî hatina sermaya zivistanê, berhemê berhev bikin.

Di van baxçeyên çend hektaran de, karkerên demsalî ne xwedî sendîkayek in ku bibe dengê wan, ne jî zagonek ku mûçe û bîmeya wan misoger bike. Hemû tişt li ser peymanên devkî yên bi çawîşên karkeran re dimeşin û sermayeya wan a herî mezin tenê hêza destên wan e.

Mûçeyên derengmayî yên di nebûna parastinê de

Saet 11’ê sibê ye, di dema bêhnvedanê ya 15 xulekan de, jin xwe dispêrin daran da ku çayekî germ vexwin û bêhna xwe bidin. Dayê Fatime jina herî temenmezin a komê ye, bi destên xwe yên ku şopên salên dirêj ên xebata bêrawestan li wan xuya ne, çaya xwe vedixwe. Fatime dibêje: “Di ser mirina hevjînê min re 37 sal derbas bûne. Min çar zarokên xwe bi vî karî mezin kirine.”

Dema mijar dighîje mûçeyan, Fatime bi ken dibêje: “Ez nizanim dê çiqas pere bistînim. Ji destpêka havînê heta niha tu pere negihîştiye destê min. Hin kesan pêşpere standiye, lê ne diyar e dê hesabkirina dawî kengî bê kirin.”

Di nebûna saziyên çavdêriyê de, rewşa aborî ya karkeran di destê navbeynkaran de dimîne. Baxçevan ji bo her rojekê, nêzî 2 milyon û 500 hezar toman dide. Lê piştî jêkirina para çawîş û lêçûnên din, pereyê ku di dawiyê de û bi derengî dighîje destê jinan, nêzîkî 2 milyon toman e. Ev pere jî ji ber zêdebûna bêrawestan a bihayan, nirxa xwe zû winda dike.

Ji hunandina xalîçeyê heta berhevkirina sêvan

Emîna jî yek ji karkerên vê baxçeyê ye. Bi guherîna demsalan re, tenê cureyê karê wê diguhere, lê qas û giraniya karê wê naguherin. Destên wê tijî xişmên biçûk û mezin ên ji şaxan in. Emîna got: “Berhevkirina sêvan hêsan nîne. Hemû destên min birîndar bûne. Salên dirêj e ku ez bêrawestan dixebitim; carna xalîçe dihunim, carna jî fêkiyan hişk dikim û tirşînê çêdikim. Ji destpêka biharê ve ji baxçeyekê diçim baxçeyeke din. Ger em wiha nexebitin, bi van bihayên bilind jiyana me nayê birêvebirin.”

Herewez: Nîşanên piştevaniya hevbeş a di rojên dijwar de

Di nav vê xebata bêrawestan a ji bo debara jiyanê de, hê jî nîşanên piştgiriya hevbeş a kûr xuya dibin. Hebûna Ezîme Xatûn di vê baxçeyê de sedemeke cuda heye. Ew ne ji bo mûçeyê, ji bo pêkanîna kevneşopiyeke kevnar a Kurdî ya bi navê 'Herewez' (alîkariya hevbeş) hatiye.

Ezîme dibêje: "Xwediyê baxçe, di boyaxkirina mala min de alîkariya min kiribû. Wê demê hevjînê min nû miribû û rewşa min a aborî ne baş bû. Ji berê ve adet bû ku em xweytî li hev bikin. Di van şert û mercên aborî yên dijwar de, ez jî hatim da ku ew pereyekî kêmtir ji bo karkeran bide. Êvarê jî vedigerim malê û karên xwe yên malê dikim."

Ji bazara bêliv a sêvan heta nîşandana avahiyên civakî

Li quncikeke din ê baxçeyê, Galawêj li ser erdê rûniştiye û sêvan bi baldarî ji bo firotanê kom dike. Ew ne karkereke demsalî ye, lê keça xwediyê baxçe ye. Piştî mirina bavê wê, birayên wê berpirsyariya sereke girtine. Lê keç jî tevî ku para wan a ji dahata firotanê kêmtir e, di hemû qonaxên karê baxçeyê de, ji berhevkirinê heta firotanê li kêleka karkeran dixebitin. Galawêj li qutiyên nîvdagirtî dinhêre û dibêje: “Îsal bazara sêvan ne baş e. Lêçûn zêde ne û ji ber vê yekê îsal karkerên kêmtir hatine karkirin.”

Jin bi hêviya siberojek dadmendtir dixebitin

Bêhnvedana pênc xulekan diqede. Fincanên vala yên çayê di selikeke plastîk de tên danîn û jin careke din ber bi daran ve diçin. Di bêdengiya giran a baxçeyê de, tenê dengê ketina sêvan di selikan de tê bihîstin. Ev deng, dengê jinên ku li derveyî pergala sereke ya aboriyê û bêpar ji parastina zagonî, barê giran ê enflasyonê û kevneşopiyan li ser milên xwe hildigrin. Bi hêviya ku siberoja wan ji îro hinekî dadmendtir bibe.

Bi nêzîkbûna êvarê re, siya daran li ser axê dirêj dibe. Qutiyên tijî berhem yek bi yek li erebeyan tên barkirin. Jinên westiyayî, bi destên ku hê jî bêhna sêvan û axê ji wan tê, berê xwe didin mînîbusan.

Di vê çerxeke bêdawî ya kar de, çîroka ku di baxçeyan de dimîne, çîroka jinên ku her yek ji wan neynikeke avahiyên civakî, çand û adetên civakê ye.