Armanca Maryam a xwedî fîroşgeha tamîrê a tirimpêlan şikandina zayendperestiyê ye

Meryem Rouhanî ya ku li Tehranê bi kuaforiyê dest bi kar kir û niha wekî fîroşgeha tamîrê a tirimpêlan berdewam dike, dibejê ku jiyana xebatê ji bo jinan ne hêsan e û wiha got: " Her çend, li gel gelek neyîniyan jî wekî mercên xebata giran û ne guncaniya cihên kar, ji bo nêrîna zayendperest di hiş de bişkîne, dixwaze pîşeya xwe bidomînim.

Tahran - Li gorî rapora salane ya Foruma Aborî ya Cîhanî, rêjeya bêkariyê li Îranê ji rêzikên cîhanê pir paşde maye. Hejmara jinên ku li welêt bi bêkariya jinan a zêde kargehên xwe vedikin dikarin bi tilî were hesibandin. Yek ji wan Meryem Rouhanî ye, ku xwe wekî "gundiyek Xoresan" bi nav dike. Meryem dest bi karê xwe yê kuaforiyê kir û gav bi gav di vî warî de bû xwediyê master. Maryam, ku êdî ji lênihêrîna por, şêwekarî û boyaxê êdî têra wê nake û dixwaze karê hîn mezin bike, li gorî meraqa xweya li ser tirimbêlan dest bi karê tirimbêlan dike. Maryam jinek e ku tirimbêlên tên radestê wê kirin û tirimbêlên diçin xurdayê dikare tamîr bike.
"Kilîtên wesayîta we bi ewlehî radest dikin" 
Maryam di nav bazara tirimpêlan a Tahranê de yek ji bi hezaran kesên ku temîran dike ye… Çêkirin, parastin û tamîrkirina otomobîlan dike. Îro, gelek xwedan wesaît li deriyê Maryam dixin, lê ew dibêje ku dema yekem car dest bi kar kir ne wiha bû û wiha dom dike: “Dema ku cara yekem li bazara tirimpêlan de xebitîm ne wiha bû. Ez bi gelek nêzîkatiyên cûda re rû bi rû mam. Kesî nedixwest ereba ji bo tamîrê radestî min bike. Lê niha, kesê li deriyê min dixe, bi ewlehî kilîda wesayîta xwe radestî min dikin.” 
"Ji bo ku zayendperestiyê bişkînim min gelek hewid da”
Maryam a bi eslê xwe ji Xoresanê ye wiha got: "Jin li Îranê ji destpêkê ve di rewşek pir bêşans de ne ku bibin xwediyê kar û karsaziyê. Jiyana karsaziyê qadek wiha ye ku  ji bilî hin pîşeyan nekarin hilbijartin bikin. Ne pêwiste tu bêjî ew zayendperestiye jî. ” Maryam Rouhani diyar dike ku her çend, digel gelek neyîniyan wekî mercên xebata giran û ne guncaniya cihên kar, ji bo nêrîna zayendperest di hiş de bişkîne, dixwaze pîşeya xwe bidomîne.
"Warên jiyana karsaziyê ji bo jinan hêsan nayê avakirin " 
Maryam van gotinan zêde dike, ji bo peydakirina kar, jinên Iranî di destpêkê de ne xwediyê derfetên xwendinê ne û dûv re warên karsaziyê bi hêsanî deriyên xwe ji jinan re venekirin. Maryam bal dikşîne ser cûdakariya hatî jiyîn û wiha dewam dike: “Warên jiyana karsaziyê ji bo jinan hêsan nayê avakirin. Carinan perwerdeyên teknîkî yên ku bêpere têne pêşkêş kirin hene, lê rêjeya çûyina zarokên  keç a dibistanê diyar e, rêjeya xîlaskirina zanîngehê diyar e û rêjeya bêkariyê jî diyar e.”