Aboriya jin derfetên cur bi cur ji bo jinan ava dike

Aborî yek ji stûnên ku civak xwe dispêrin û pê jiyana xwe didomînin e. Aboriya Jin ya Tirbespiyê ji bo jin derbara xwe bikin gelek projeyan cur bi cur pêş dixe.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re şêniyên herêmê hewl dan xwe di her alî de bi pêş bixin bi taybetî di aliyê aborî de. Her wiha jinan bi taybetî jî hewl dan sûdê ji vê şoreşê bigrin û di wê warî de xwe bi rêve bibin.

Aboriya jin; li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji wan saziyên ku roleke girîng di pêşxistina aboriya herêmê de û bi taybetî jinan de dilîze ye. Derfetên kar ji gelek jinan re çêbûn ku aboriya xwe ya taybet bi riya projeyên curbecur û berhemdar ava bikin.

Ji bo gundan projeyên biçûk hene

Ji bo zanîna girîngiya aboriya jinan û projeyên ku li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî bajarê Qamişlo rêvebera aboriya jin de Lema Xelîl got: "Ev sazî kar li ser pêşxistina jinan di aliyê aborî de dike û derfetên kar ji wan re peyda dike. Projeyên me yên niha firin û projeyên komînal ên biçûk li gundan in. Ji wan nanê sêlê û tenûrê ye her wiha projeyên çandiniyê jî hene. Di her projeyê de sîstemeke hundirîn heye ji bo kar baştir were kirin."

Her wiha got: "Armanca van projeyan avakirina aboriyeke taybet ji bo jinan e ji bo ku alîkariya malbata xwe û xizmên xwe bikin. 4 projeyên nan li Tirbespiyê hene. Projeya çandiniyê li gundekî nêz jî heye ku 20 jin tê de kar dikin. Jin li wê derê bi tena xwe bêyî alîkariya tu kesî erdên xwe û diçînin û berhemên xwe radikin."

‘Divê jin tu carî dest ji karê xwe yê çandiniyê bernedin’

Lema Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Divê jin dest ji karên xwe yên çandiniyê bernedin û xwe bi pêş bixin, ji ber ku gaveke girîng e. Her dem em diçin serdana komînan, ji bo em hinek jinên dixwazin di projeyan de kar bikin bibînin. Her wiha carna em pêşniyarên jinan der barê projeyên nû de digrin û li ser kar dikin da ku weke gaveke kar ji bo wan be. Çend ji projeyên herî daxwazkirî yên ji me tên xwestin li herêmê projeyên çandinî dirûtin, dikanên şêraniyê her wiha firinên nan û kulîçeyan in. Her wiha em hewl didin alîkariya jinên ku sewalan li gundan xwedî dikin bikin bi riya vekirina projeyên taybet. Wekî din jî em hewl didin bazaran ji jinên ku berhemên şîr difroşin re vekin ji bo parastina wan ji sermaya zivistanê û germa havînê bikin."

Der barê zehmetiyên bi wan re derdikevin de jî wiha got: "Karînên me hindik in û cihên taybet jî teng in ji ber wê, pêşî li girtina hejmarek baş ji jinan digre."