Aboriya Jin bi xebatên xwe ji bo jinan derfetên kar ava dike

Berdevka Aboriya Jin a girêdayî Kongra Star a bajarê Dêrikê Asya Osman behsa xebatên xwe kir û anî ziman ku Aboriya Jin bi xebatên xwe ji bo jinan derfetên kar ava dike.

ZEYNEB ÎSA

Dêrik – Li bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Aobriya Jin a Kongra Star derfetên kar ji jinan re diafirîne. Rêvebera Aboriya Jin a Kongra Star a bajarê Dêrikê, Asya Osman behsa yekemîn projeya mobîlya Star a jinan kir.   

Asya Osman behsa destpêka vekirina pêşangeha mobîlya Star kir û got: "Ev nêzî du meh in ku me ev cihê mobîlya vekiriye. Armanca me bi vekirina wê ew e ku kar û xebatên jinan bi pêş bikevin. Çi di aliyê çandinî de be, çi jî di aliyê bazirganî û pîşesazî de be. Me xwest vê carê em di aliyê bazirganî de bêhtir xwe bi pêş bixin me, ev cihê firotina mobîlyayan vekir."

‘Me bi xwe karê xwe kir’

Asya Osman behsa zehmetiyên destpêkê jiyan kirine kir û wiha berdewam kir: "Ev cihê me ji mêj ve hebû lê karên din tê de dihatin meşandin. Me dît ku pêwîstiya me bi cihekî wiha heye, me ev der vekir lê ji milên madî de hinek zehmetî hatin kişandin lê ew jî bi demê re wê derbas bibe. Aboriya Jin a Kongra Star em bi xwe van mobîlyayan çêdikin cihê wan li Qamişloyê heye her tiştê bi destan tê çêkirin û em li vir difroşin. Em bi xwe piştgiriyê didin."

‘Tişta herî xweş ew e ku jin bi wan re bazarê dikin’

Asya Osman behsa bernameyên xwe yên rojane kir û bang li jinan kir ku kar bikin û wiha bi dawî kir: "Em vê dikanê di saet 8’ê sibehê de vedikin heya saet 1’ê nîvroyê û ji saet 4’an heya 8’ê êvarî. Karê me baş dimeşe tê gelek kes tên ji bo mala xwe mobîlyayan dikirin û tişta ku herî baş ji bo wan rehet e ew e ku jin bi wan re bazarê dikin. Em ji jinên xebatkar re serkeftinê dixwazin û bang li jinan dikin ku werin kar bikin ji ber ku em derfetên kar ji wan re diafirînin da ku aboriya xwe ew bi xwe bi dest bixin."