Şîrînahiya makrot ji Tûnisê belavî tevahiya cîhanê dibe

Halîma Al-Barraq a Tûnisî ku yek ji şîrînahiyên bi nav û deng ê Afrîkayê îmalata makrot çêdike, dixwaze vê şîrînahiyê li hemû cîhanê bide nasîn.

IHLAS HAMRUNÎ

Tûnis- Kayravana ku yek ji bajarên Tûnisê yê li qeraxa Behra Spî yê Bakurê Afrîkayê ye û di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO’yê de ye, li gel dîrok û mîmariya xwe bi şîrînahiyên xwe jî bala mirovan dikşîne. Her çend cîhan bi metbexa Cezayîrê re hevnas bûbe jî bajarê Kayravan jî bi şîrînahiya xwe ya makrot (Makroudh) navdar bûye. Sira esas a vê şîrînahiyê ya ku bi tevlihevkirina arê savarê û ar tê amadekirin jî dims e.

Di xerca hundirin a şîrînahiya makror a di mitbexa Afrîkayê de navûdeng de, malzemeyên wek mehita behîv, xurme yan jî fistiq tên bikaranîn. Ev şîrînahiyê ku bi taybetî piştî xwarinê li kêlaka çay an jî qehweyê di nava kaseyên sifir an jî zîv de tê pêşkêşkirin, di roja me ya îro de bi destên Halîma Al-Barraq a ji Tûnisê ji gelek welatan re tê şandin.

'Min karê ku herî baş dizanibûm kir’

Halîme Al-Barraq da zanîn ku di zarokatiya xwe de ji dayik û dapîra xwe fêrî çêkirina makrote bûye, bi gotina “Min xwest karê herî baş dizanim pêk bînim” biryar daye ku dikanekî îmalat û firotinê veke. Halîme Al-Barraq ku destpêkê şîrînahî li malê çêkir, diyar dike ku piştre li dikanekî dest bi kar kiriye, 5 jinan bû riya xebat û debarê ji bo kesên ku dixwazin şîrînahiya makrotê fêr bibin jî perwrde dide.

'Ez dixwazim berhemên xwe li qadekeberfirehtir bifiroşim'

Halîme Al-Barraq, da zanîn ku ji malbata xwe piştgirî digre û tiştên ku di pêvajoya destpêkirina çêkirina şîrînahiya makrotê de dijî wiha vegot: “Di jiyana kar de jin zêde nehatin dîtin. Bi gelemperî bi mêran re sînordar bû. Ji bo min pir zehmet bû ku dest bi karê xwe bikim, bêm naskirin û bibim marqeyek. Ji ber ku bi gelemperî di vê sektorê de mêr serwer in. Ez bi şîrînahiyên xwe re tevlî gelek fûaran bûm. Min li gel cihên Kayravan û Tûnisê têkiliyên bazirganî çêkir. Min şîrînahiyên xwe ji bo gelek deverên Tûnisê dişand. Ez niha ji bo Tirkiyeyê jî dişînim. Ez ê tora xwe ya înternet û têkiliya xwe hîn zêdetir berfireh bikim. Ez difikirim tevlî pêşangeha ku dê di demek nêz de li Kuweytê bê lidarxistin, bibim.”

Halîme Al-Barraq, plana xwe ya ji bo pêşerojê jî bi van gotinan tîne ziman: "Min di asta neteweyî de serkeftin bi dest xist û êdî ez dixwazim bi tevlibûna pêşangehên navneteweyî berhemên xwe di astek berfirehtir de bifiroşîm.

Çêkirina şîrînahiyê ji bo jinan veguherî eşqek

Fatima Al-Cabnûnî ya ku di îmalatxaneya makrote de dixebite, da zanîn ew ji çêkirina makrotê pir hez dike û diyar kir ku atolyeya lê dixebitî bi wê re eşqa şîrînahiyê ava kiriye. Fatima Al-Cabnûnî, da zanîn bi tevlibûna gelek perwerdeyên cuda sertîfîkaya çêkirina şîrînahiyê girtiye û destnîşan kir ku atolye ji bo wê motîvasyonek misoger dike.

Yek ji xebatkarên atolyeyê Sumeya Bin Abdullah jî diyar kir wê beşa aborî xilas kiriye lê ji ber qeyrana aborî ya li welat bi salan bêkar maye û piştre di îmalatxaneyê de dest bi kar kiriye loma jî çêkirina şîrînahiyê ji bo wê veguheriye eşqek.