"Çandinî bi destên jinan hatiye afirandin"

Helîm Bilêl a ji navçeya Qinê ya Rojavayê Kobanê ye, behsa çandiniyê dike û dibêje ku jin afrînerên jiyanê ne, bi keda destên jinan hemû cureyên çandiyê bi bereket dibin lewre ew ji çandiyê fêm dikin û li gorî wê dixebitin.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Destpêkê jinan çandinî keşif kirine, di dema civaka xwazayî de keda jinan hebûye lê hişmendiya baviksalarî bûye sedem ku ev ked û afirandkarî ji destên jinan were girtin û kirine para xwe. Her dem hewldanên jinan hene ji bo ku wê afrandkariyê ji nû ve bi dest bixin. Hemû cureyên çandiniyê bi destên jinan tên çandin û bedew dibin. Jin ji zimanê axê fêm dikin û li gorî wê axê çandiniyê dikin û pê re eleqadar dibin. Çi bostan an jî çandinî be dema ku jin di navê de bigere ew çandinî bi xwe şîn tê û mezintir dibe û tama wê cuda ye. Bi keda destên jinan hemû çandinî bi bereket dibe. Yek ji gundên ku hemû jin tê de dixebitin û karên çandiniyê dikin navçeya Qinê ya girêdayî kantona Kobanê ye. Ev navçe bi xwe li ser çemê Firatê ye û hema hema mirov dikare bibêje ku hemû axa wê bi çandiniyê tê naskirin. Cihê ku baxçeyên darên fêkiyan lê tên çandin, darên henar, sêv, hêjîr, xox, zeytûn, fistiq û hwd. hene. Axa navçeya Qinê di her çar demsalên xwe de şîn e. Der barê çandiniyê de Helîm Bilêl ji ajansa me re axivî.
"Çandinî di meha cotmehê de dest pê dike"
Helîm di destpêka axaftina xwe de got ku ev navçe bi çandiniyê tê naskirin, bi taybetî bi keda jinan û wiha anî ziman: "Em niha di meha Cotmehê de ne, meha çandinî û cotkariyê. Bi taybetî di vê mehê de em çandiniya genim, ceh, beqle, nîsk, kemûn û hwd. dikin. Di nava her erdê de cotkar hene lê divê beriya baran bibare em çandiniya xwe bikin. Min niha tiştên ku pêdiviya malê pê heye çandinye. Li pêşiya mala xwe min baxçeyekî biçûk çêkiriye. Ji maydenûs, nihneh, pîvaz, sîr, çerçîr, sil û sebanix pêk tê. Her sal di van deman de ez diçînim, sibehê zû radibim û xizmeta baxçeyê xwe dikim. Niha di halê hazir de jî em di demsala henaran de ne. Her wiha ez rîçala henaran jî çêdikim lê keda wê gelek e. Jin her tim xwedî kedê ne lê bi keda me tehm û wateya jiyanê xweş dibe. Em di her demê de karekî dikin, rast e mirov diweste lê bê kar nabe. Em fêr bûne ku çandiniyê bikin, her kes di nava erdên xwe de li gorî demsalê şînahî, fîkî û sebzeyan diçîne ger alîkarî pêwîst be em alîkariya hev dikin."
"Jin bi çandiniyê re mijûl dibin"
Helîm di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çanda çandiniyê li gundewarên Kobanê û wiha domand: "Herî zêde em bi çandiniya daran û baxçeyan re mijûl dibin, dema ez bê kar dimînim wekî ku min tiştekî winda kiribe. Bêkarî qet xweş nîn e, her ku mirov bi çandiniyê re mijûl bibe, mirov sporê jî dike û ji bo tenduristiya me jî baş e. Di dema dayik û dapîrên me de, jinan xwe bi xwe cot dikirin û hemû çandinî bi destan dikirin û demsal jî bi destan ji hev derdixistin. Rast e niha amûrên cotkariyê ava bûne lê dîsa jî hê çanda ku em bi destên xwe tovên xwe ji hev derxin heye. Di her çar demsalan de em tenê du mehan bê kar dimînin, ji bilî wan du mehan bênavber em dixebitin. Niha demsala henar, kuncî û zebeşan e, piştî wê li şûna van em ê ceh û genim biçînin û paşê jî em ê yanesun, kemon û nîskan biçînin her wiha xebatên me yên erdan berdewam dikin. Dema ku berhemdarî zêde be, em paleyan digrin bi pere lê em jî li rex wan dixebitin, li malê jî lawirên me hene, li her malê çêlek û lawir hene. Ne mumkun e em vala bimînin, jiyana me hemû çandinî û şînahî ye."