6 jinên ji Tetwanê bi nanê tenûrê debara xwe dikin

6 jinên ku li Tetwanê hatin cem hev, ji bo ku li hemberî qeyrana aborî pere qezenc bikin û debara xwe bikin, cihekî ku tê de nanê tenûrê çêdikin vekirin. Jinên ku di nanê tenûrê çêdikin, bal kişandin ku di warê aborî de ne hewceyî mêran in.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Bedlîs - 6 jinên ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji ber qeyrana aborî hatin cem hev cihekî bi navê "Mala tenûrê” vekirin. Jin li wê derê nanê herêmî yê aîdê bajêr çêdikin, bi pereyê ku bi hev re dikin qezenc dikin debara xwe dikin. Jin bi sê tenûrên ku di dikanê de çêkirine bi karbeşî dixebitin, diyar kirin ku qezenckirina pere wan kêfxweş dike û bal kişandin ku xebata bi hev re wê kêfxweşiyê du qat zêdetir dike.

"Qeyranê bandor li her kesê kir"                                                        

Ji karkerên tenûrê, Guler Urak da zanîn ku bi destpêkirina qeyranê re bihabûna her tiştî bandoreke mezin li her kesê kiriye, diyar kir ku dema bi jinan re gotine “Em dikarin çi bikin?” ev fikir derketiye holê. Guler Urak, diyar kir ku ji bo debara xwe bikin û zarokên xwe xwedî bikin 4 sal berê ev dikan vekirine, da zanîn ku bi jinan re bi salan e bi ken û kêfxweşî dixebitin.

"Qezenckirina pere hesteke pir xweş e”

Guler Urak bal kişand ku bi pereyê ku bi firotina nanê çêdikin qezenc dikin re ne hewceyî mêran in û wiha domand: “Hestek pir xweş e ku mirov bêyî hewceyî yekî bibe bijî û pereyê xwe qezenc bike. Em wek 6 jin nanên herêmî yên aîdê vê derê û yên derdorê çêdikin. Em rojê 12 saetan dixebitin. Helbet em diwestin lê encam hêjayî vê westandinê ye.”

“Xebata bi jinan re xweş e”

Guler Urak diyar kir ku ji ber qeyrana aborî ya tê jiyîn gel di nava şert û mercên zehmet de dijî, da zanîn ku kesên di vê pêvajoyê de kar nakin, nikarin hem debara xwe hem jî ya malbatên xwe bikin. Guler Urak der barê karê dikin de wiha dibêje: “Em li vir bi karkirin û kêfxweşiyê pere qezenc dikin. Ev jî hem min hem jî jinên li vir gelek kêfxweş dike. Bi jinan re xebat xweştir e. Em hemû bi hev re hem karê xwe dikin hem jî sohbet dikin.”

“Em bi karbeşî dixebitin”

Saadet Kayar a li wê derê dixebite jî destnîşan kir ku karê dikin çavkaniya wan a jiyanê ye. Saadet Kayar, anî ziman ku ew bi nanê ku bi hev re çêdikin debara xwe dikin û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî dike: “Yek hevîr çêdike, ya din nan dixe tenûrê û derdixe. Di her tenûrê de du jin dixebitin. Ev tenûr hem ji bo me hem jî ji bo zarokên me çavkaniya debarê ye. Em diwestin lê hêjayî westandina me ye. Ger em nexebitin, tiştekî din din ku em bikin tune ye.”