15 sal in bi çandina şitlan ve mijûl dibe heta ku gihîşt qonaxeke pispor

Hesna Îsa ji Navçeya Tirbe Spiyê ye, 15 sal in bi çandina şitlan ve mijûl dibe dibêje: “Ev 15 sal in ez di vî warî de dixebitim û mijûl dibim heta ku gihîştim asta pisporiyê. Ev kar ne karê her kesê ye, çandinî hezkirin, zanist û pisporî jê re lazim e.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Av û çandinî nîşaneyên gerdûnê yên bingehîn in, bi van bingehan gerdûn hat avakirin û ev jiyan hat afirandin. Nemaze dema ku bi tiliyên jinan ên afrîner be, ji dar û kulîkan re bi riya karkirina di warê çandiniyê de her tişte bedewtir dibe. Di nav qeyran û tehlûkeyên li hawirdora cîhanê diqewimin de gelek guhertinên avhewayî çêbûn ku êdî bi xwe re xeter û metirsiyan tîne ser xweza û jiyanê bi giştî. Ji bo vê yekê her xebateke biçûk a mirovan ji bo çandiniya darekê yan jî kulîlkekê gaveke pîroz û erênî ye lewre her dem hewldanên belavkirin û pêşxistina çanda çandiniyê hene. Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hewl didin bibin beşeke ji vê belavkirinê, çi bi riya hezkirina kesayetî ya di mal de û çi jî bi riya şitilgeh û firotina dar û kulîlkan. Yek ji wan kesan jî Hesna Îsa ya bi temenê xwe 45 salî ji navçeya Tirbe Spiyê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku ew û hevjînê xwe 15 sal in şitilgehekê bi rê ve dibin, şitlan diçînin û difroşin heta gihîştin asta pisporiyê di vî warî de. Ji bo ku em der barê xebata wê de bêtir agahiyan bigrin xwediya şitilgehê Hesna Îsa ji me re axivî.

15 salan di warê çandiniyê de mirov digihîje qonaxeke pispor

Hesna Îsa behsa 15 salên xwe yên tijî kar û xebatê dike heta gihîştina asta pisporiyê û wiha dest bi axaftinê kir: “Erdê me yê çandiniyê tunebû ku em li ser çandinî û xebatê bikin, tenê hewşa mala me hebû, tê de dar û kulîkên curbecur peyda dibûn. Fikir jî ji vê bingehê hat û me biryar da ku em ji mala xwe dest pê bikin, gava xwe ya yekemîn bavêjin. Roj bi roj me dar û şitlên nû yên cuda diçandin da ku hîn bêtir ev projeya me berfireh bibe, dikeve sala 15’an ku ez bi vî karî re mijûl dibim. Me gelek ceribandin kirin da ku çandinî bi ser bikeve, destpêkê me hejmarên kêm diçand û dema me didît ku bi ser ket me hejmar mezintir kir heta ku em gihîştin qonaxeke pispor. Her sal cureyên nû yên cuda li gorî demsalê li vê şitilgehê tên çandin. Cureyên ku tên çandin jî wekî şitil, kulîlk, sebze, darên fêkî û xemilandinê û çi keskahiyên ku werin ser bala mirov hene. Jixwe di şitilgeha me de nêzî 200 şitil bi gelek cureyên cuda peyda dibin.”

Hesna Îsa da zanîn ku bawerî û kalîteya karê wan bawerî di navbera wan û muşteriyan de ava kiriye û got: “Bawerî û kalîteya xebata me di navbera me û xerîdaran de bawerî ava kir lewma jî rêjeya mirovan û  mişteriyan li ser şitilgeha me pir e ku ji hemû Kantona Qamişloyê berê xwe didin me.”

“Her kes nikare çandiniyê bike ev kar zanistî pisporî û hezkirinê dixwaze”

Hesna Îsa bal kişand ser hesasiyeta vî karî ku zanistî, hezkirin û pisporî jê re lazim e û her kes nikare bike û wiha dirêjî li gotinên xwe anî: “Karê çanindiyê hezkirinê dixwaze ger ev kar bi hezkirin neyê kirin dê bi ser nekeve. Mîna zarokekî biçûk pêwîst e baldarî li van şitlan were kirin, ji ber ku şitil weke zarokan nazik û delal in, gere bi baldarî werin çandin. Şitil pir ji avê hez dikin, dema rengê wan diguhere û diçilmisin divê tu bizanibî çi derdê wan heye û dema ax jî ji wan re pêwîst be li wan zêde bike. Helbet ew jî xwedî ruh in û ji wan re xalên girîng pêwîst e. Çandinî ne karê her kesê ye, her kes nikare bike, zanistî û pisporî ji karê çandiniyê re pêwîst e. Dema mirov bixwazin kulîlkek biçînin pêdivî bi axeke sor û saxlem, semad, bizir û dermanên parastina ji nexweşiyê heye. Ji ber ku min temenê xwe di vî karî de derbas kiriye, ez êdî dizanim di çi rewşê de çi derman lazim dibe bêyî ku ez berê xwe bidim doktoran û li gorî wê ez dermanan peyda dikim.”

“Ez li dijî cudahiya di navebera jin û mêr de me hêza min têrê dike ku ez her karî bikim”

Hesna Îsa destnîşan kir ku ew li dijî cudahiya di navbera jin û mêr de ye her wiha diyar kir ku hêza wê têrê dike her karî bike bi tena xwe û wiha pêde çû: “Di vê xebatê de hin zehmetiyên ku em pê re rû bi rû ne hene ji wan jî ew e ku zeviyên me yên çandiniyê yên kesane tune ye û ev jî dibe asteng ku projeya me nayê mezinkirin û li Kantona Qamişloyê berfireh bikin belê dîsa jî rê li pêşiya me nayê girtin ku em di vî warî de berdewam bikin. Hêza min têrê dike ku her cureyên şitil û giya biçînim, ez li dijî gotina “jin nikare her karî bike” me, jin di her warî de dikarin xwe bi pêş bixin û bi ser bikevin. Jin bingeha jiyanê ne, ne ji jinan be dê mêr nikaribin tu karî bi tenê bikin.”

“Keskahî û av xemla gerdûnê ne”

Hesna Îsa teqez kir ku pêşketina çanda çandiniyê yek ji nîşaneyên pêşketina welat e ku gere her welatiyek vê bizanibe û pêk bîne, di heman demê de hêvî kir ku alîkarî jê re werê dayîn ji bo mezinkirina projeya wê û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Keskahî û nebat giyanê min ji jiyanê re vedike, dema ku ez cihekî bi nebat tije dibînim kêfa min jê re tê. Bêguman keskahî û av xemla gerdûnê ne, jê xweştir tune ye ku cihûwarê te bi dar û kulîlkan were xemilandin. Ez hêvî dikim ku her welatiyek erdê wî/wê hebe dar û kulîlkan lê biçîne, ji ber ku erdê bêyî dar mîna çolê ye. Pêşketina çanda çandiniyê yek ji nîşaneyênn pêşxistina welatê me ye, lewre ji her welatiyê/a tê xwestin ku welatê xwe bixemlîne û bi pêş bixe, dema mirov vî erkî davêjê ser milên xwe dikare kesên derdorê jî teşwîq bike. Hêviya min a din jî ew e ku welatê me û civaka me bimînin di nava xêr û xweşiyê de. Her wiha em hêvî dikin ku di rojên pêş de alîkarî ji me re were pêşkêşkirin ji bo pêşxistin û mezinkirina vê projeyê.”