Zilma darazê ya li dijî Narges Mohammadî didome

Parêzera wê ku agahiya ku der barê rojnamevana welatî û parêzvana mafên mirovan ya Narges Mohammadî de dozên nû hatine vekirin parve kir û diyar kir ku ji bilî cezayên wê 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîne.

Navenda Nûçeyan – Zexta rejîma Îranê ya li ser rojnamevana welatî û parêzvana mafên mirovan û jinan Narges Mohammadî ku girtî tê darizandin û der barê wê de  gelek doz hene, didome. Parêzera Narges Mohammadî di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe ya medyayê de ragihand ku muwekîla wê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tahranê ve bi cezayên zêde re 15 meh cezayê girtîgehê girtiye.

15 meh ceza hat dayîn

Narges Mohemmadî hêj li Girtîgeha Êvînê tê ragirtin. Li gorî agahiyên parêzerê wê daye, doza nû ya ku ji aliyê Şaxa 26'emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve li dijî Narges Mohemmadî hatiye vekirin, bi maddeya "Li dijî rejîmê xebatên propagandayê meşandin" hatiye vekirin. Hat hînbûn ku encama dozê jî 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê, 2 sal ji partî, komele û saziyan re nebûna endam 3 meh erka cezayê cemaweriyê hatiye dayîn.

Tevlî dadgehê nebû

Têkildarî vê doza ku der barê Narges Mohammedî ku di pêvajoya girtinê de ji dosyayeke din gazî dadgehê hatiye kirin, lê ji ber ku gihandina wê ta parêzera wê nînê tevlibûna dadgehê red kir de tu agahî nehatin bidestxistin.