Zikra Askarî: Ji bo başkirina rewşa jinan gelek xebat li benda me ne

Komeleya Tunis Bensaha armanc dike ku jin û ciwanan di cîhana dîjîtal de bicivîne, jinên li gundewaran dijîn bi pêş bixe, di bazara kar de piştgirî bide wan û di cihên biryardanê de piştgiriyek xurt bide wan.

NEZÎHA BOSAÎDÎ

Tûnis- Sekretera giştî ya komeleya Tunis Bensaha, Zikra Askarî got ku komele niha li ser balkişandina ser cîhana dîjîtal a ji bo jinên li gundewaran dijîn dixebite û teqez kir ku ji bo başkirina rewşa jinan li Tûnisê gelek tişt li benda wan in.

Bernameyên pêşerojê yên ku komele ji bo jinan li ser dixebite çi ne?

Komeleyê di warê dîjîtal de ji bo jin û ciwanan gelek dewreyên perwerdeyê li dar xist, ew jî li gorî hewcedariya teknolojiya nûjen e ku di dema belavbûna pandemiya koronayê de bêtir hat piştrastkirin. Her wiha me di wê serdemê de di warê çewisandina jinan û pêkanîna şîdeta li ser jinan û bandorên wê yên li ser jinan, dewreyên perwerdeyê di warê hestiyariyê de li dar xist.

Komele her wiha niha li ser projeyek dixebite û balê dikşîne ser cîhana dîjîtal a jinên li gundewaran dijîn. Li parêzgeha Zaghouan, bi taybetî Nador, piştî ku komek jinan ji bo di warê cîhana dîjîtal de xwe bi pêş bixin ji kursên perwerdeyê sûd girtin. Her wiha me kursên rahênanê ji bo komek ji ciwanan li ser perwerdeya darayî, çawaniya îstîfadekirina diravên xwe û bikaranîna teknolojiya nûjen pêk anîne û dê di paşerojê de jî ew proje berdewam bikin ku beşeke berfireh ji jinan tê de cih bigrin

Gavên ku komele ji bo baştirkirina şert û mercên jinên Tûnisê hewl dide bavêje çi ne?

Divê kar ji bo perwerdekirina jinan bi giştî, cîbicîkirina zagonan û daxwazkirina jinan ji bo wergirtina xwendin û perwerdeyê bê kirin û ya ji hemûyan girîngtir guhertina zîhniyetê ye, ji ber ku hin kes hene jinan weke makîneya karê di nava malê de dibînin.

Zehmetiyên ku di cîbcîkirina bernameyên komeleyê de hûn rast tên çi ne?

 Zehmetiyên ku em pê re rû bi rû dimînin ji ber ku dibêjin pere bingeha karsaziyê ye û ev ne tenê komeleya me, piraniya komele û rêxistinan eleqedar dike ji ber krîza aborî ya ji ber pandemiya koronayê ku derketiye û bûye sedem ku hejmara alîgirên komele û rêxistinan kêm bibe. Jêhatî, ezmûn û bernameyên me hene lê belê di warê aborî de kêmasiya me heye û tevî wê jî komeleyê bi saya jêhatiniyên heyî yên ku bi şiyanên xwe bawer in, dikaribûye gelek çalakî û destwerdanên herêmî pêk bîne.

Jin di qada xebatê de bi taybetî di warê siyasî de rastî gelek zextan tên. Li ser vê mijarê hûn dixwazin çi bibêjin?

Pirsgirêk ne girêdayî pevçûna di navbera jinan de ye, di navbera mêr û jinan de ye lê belê ew girêdayî zîhniyeta ku me re rûniştiye ye û ger em pêşketinê bixwazin divê bi cudabûnê bawer bin û her serkeftinek ku yek ji wan di her warî de bi dest bixe divê em pê kêfxweş bibin, ji ber ku jin û mêr hev temam dikin.

Lê di asta siyasî de jî divê jin di jiyana siyasî de bi rêjeyek mezin tevbigerin û di aliyê aborî de jî ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de xebat bên kirin. Her wiha di asta civakî de divê hestiyarî û hişyarkirî çêbibe û mijara zayendî jî di perwerdeya li ser medyayê de cih bigire

Hûn şert û mercên jinên Tûnisê yên niha çawa dinirxînin û gelo ew bi bandor in?

Jinên Tûnisê her dem çalak in lê dibe ku rastî hin şert û mercên dijwar bên, ji ber ku mirov nikare di navbera kesê ku deh berpirsiyarî hildigire û kesê ku heman berpirsiyariyê hilnagire hevrûkirinê bike. Ji ber vê yekê, pêwîst e zêdetir li ser dadperweriya wê bixebitin, ji ber ku di mêjiyê hin kesan de nerîna ku naguhere heye.