‘Zarok hene heta biryara dadgehê ya mafê xwedikirînê dayîka xwe nas nake’

Parêzer Sakar Şehdî Burhan dibêje: “Divê pirsgirêkên malbatî zû werin çareserkirin, bi taybet mafê xwedîkirina zarokan. Mînakên meyên zindî hene; hinek caran zarok,ji ber dirêjbûna dozan dayîka xwe nas nakin.”

ŞÎYA KOYE

Koye- Li gorî zagonên Iraqê mafê xwedîkirina zarok; parastina destkeftiyên zarok, dema guherîna civakî û aborî yê civakê rabixin berçavan. Mijara xwedîkirina zarokan, bûye pirsgirêkek hestiyar. Ji ber wê di vê di navbera mafê dayîk û bav û destkeftiyên zarok de hevsengiyek hesas were avakirin.

Mafê xwedîkirinê, ne mijarek tenê girêdayî mafê dayîk û bave, raste rast bandorê li ser pêşeroja zarok, tenduristiya derûnî û fîzîkî dike. Ji ber zêdebûna dozan li dadgehê, kar û bar dereng dibin, ev ji bi taybet dayîkan berbi fikar û bêhêviyê ve dibe. Dayîkên ku ji zarokên xwe dûr ketine êş dikşînin. Ji ber vê divê dadgeh van dozan derneg nehêlin û zû çareser bikin. 

Li gorî zagonê mafê xwedîkirina çiye?

Li gorî Zagoan Rewşa Kesane ya 188’an a sala 1959’an ya Iraqê; mafê xwedîkirinê; heta demê ku zarok bikare bi tena serê xwe bijî, şopandina perwerde, lênêrîn, derûnî û fîzîkî digre nava xwe. Destpêk dayîke. Lê belê ger ne guncaw be û di rewş ku astegiyên zagonî hebe de, ev maf digihe xizmên herî nêz.

Kî xwedî mafê xwedîkirina zarokane?

Pispora pirsgirêkên malbatî û parêzer Şakar Şehîd Burhan têkildarî mafê xwedîkirina zarok piştî hevberdana dayîk û bav bersîv da pirsên ajansa me û got: “Zagon ji bo sazumaniya civakê heye. Li gorî Zagona Rewşa Kesane ya 188’an ya Iraqê û madeya 57’an destpêk dayîke. Dema zarok hate temenê 15 salî, wê li gel kê bimîne bi xwe biryar dide. Di heman demê de li gorî zagonê, zarok di dema şîr dixwe de, zarok tenê 2 saetan tê dayîna dayîkê, piştî vê demê mafê lênêrîna 24 saetan jêre hatiye nasîn.

Şertê zagonî yê mafê xwedîkirinê çiye?

Dadgeh dema ku mafê xwedîkirina zarok dide dayîkê vê bê şert nake, ji bo dayîk û bav vê mafî bigrin divê hinek şertên zagonî bicih bînin. Têrkeriya fîzîkî û exlaqî, tenduristiya aqil, qadek ku ji bo zarok ne ziyan be di heman demê de astengnekirina mafê bav yê dîtina zarok.

Zoriyên di dozên mafê xwedîkirinê di dadgehan de rastî tên çine?

Bi biryara dadgehê dibe ku zarok yan li gel dayîkê yan jî li gel bav bimîne, lê belê dibe ku aliyek vî mafî binpê bike, rewşên wek nexweşiya zarok, perwerde û cûdabûna bajaran hevdîtinan zehmet dike.

Rola dadgehê di dozên mafên xwedîkirinê de çine?

Divê dadgeh nebe amûra hestên kîn û tolhildanê ya di navbera aliyên ku di pêvajoya hevberdanê de. Ji bo zarok bi awayek psîkolojîk ziyan nebîne divê bi baldarî nêz bibin.

Dema jin dawî li zewacê tînin divê çibikin?

Divê jin xwedî hişmendiya mafên ku xwedî ne bin û ji bo mafê xwe winda nekin riyên zagonî bên bikaranîn, divê pirsgirêkên xwe bibin dadgehê. Bi riya eşîretê li çareseriyan gerîn, gelek deman ziyanê dide jinan.

Ger zagona xwedîkirinê were guhertin, divê çi were zêdekirin û derxistin?

Ger zagon were guhertin, dema hevdîtina li gel zarok ji 24 saetan bibe 48 saet û divê cihên guncaw yên hevdîtinê bên avakirin. Niha ji bo van cûrên serdanan cihên guncaw nîne.”

Direngketina biryara xwedîkirinê rê li be rkijan ziyanan vedike?

Sakar Şehîd Burhan wiha dibêje: “Encambûna dosyayeyê dibe ku du salan dom bike. Divê pêvajoyê de dayîk zarokên xwe nabîne, dikeve depresyonê. Dibe ku henek caran biryar di berjeweniyê dayîk de derbikeve, lê belê gelek direng dibe.

Ji ber vê divê dadgehên derbarê kesî de werin zêdekirin û divê dosyayên derbarê mafê xwedîkirin û lênêrînê de bi lez werin destgirtin. Di destê mede mînakên şênber hene, car hene bi biriyara dagehê salek mane û divê pêvajoyê de zarok dayîka xwe nas nake.

Herî dawî parêzer Sakar Şehîd Burhan  ev hişyarî da û got: “Dema jin pirsgirêkên malbatî dijî, ji bo mafê xwe winda nekin divê bibin xwedî agahiyên zagonî, dikarin serlêdana parêzer yan jî pisporê hiqûqî bikin.”