Vela Taceddîn: Bêcezatî gefê li aştiya civakî ya li Sûriyeyê dixwe

Parêzer Vela Taceddîn, da zanîn ku li Sûriyeyê dubarebûna bûyerên kuştinê ji ber nasnameya mezhebî, lawazbûna hesta hemwelatîbûnê ye, hişyarî da ku nebûna hesabpirsîn û zêdebûna gotinên nefretê, gefê li jiyanê dixwe.

ŞURUK EL-HECLI

Suweyda- Li Sûriyeyê cînayet û êrîşên bi armanc ên li ser bingeha nasnameya olî û mezhebî êdî ne bûyerên îstîsnayî ne. Ev bûyer der barê ewlehiya sivîlan, şiyana saziyan a ji bo parastina wan û berpirsyariya dabînkirina wekheviyê ji bo hemû kesan dibin sedema zêdebûna fikaran.

Fikarên li ser nasnameya mezhebî di çarenûs, mafê jiyanê û ewlehiya şexsî de dikare bibe faktoreke diyarker zêde dibe û wê pirsa; gelo dê heta çi astê yasa bi awayekî bi bandor hemwelatiyan biparêze, derdikeve holê.

‘Rewşa civakî li Sûriyeyê wê bi awayekî cidî xirab bibe’

Di vê çarçoveyê de parêzer Vela Taceddîn hişyarî da ku girêdanên mezhebî cihê hesta hevpar a hemwelatbûnê digre, da zanîn ku rewşa civakî li Sûriyeyê wê bi awayekî cidî xirab bibe û diyar kir ku li hinek herêman û di bin şert û mercên taybet de, nasnameya mezhebî bûye faktora sereke ya diyarkirina çarenûsa kesan.

Vela Taceddîn, diyar kir ku zêdebûna îdeolojiyên olî yên radîkal û komên ku kokên wan digihîjin cîhadîst an jî selefîzmê, dabeşbûnên civakî kûrtir kirine û bingehên jiyana bi hev re têk birine. Vela Taceddîn, tekez dike ku ji bo vegerandina aramiyê, pêdivî bi pergalake hiqûqî heye ku hemû kesan biparêze, rêzê li cihêrengiya olî û çandî bigre û wekheviya yasayî misoger bike. Vela Taceddîn, axaftina xwe wiha domand:

“Paşketina nirxên exlaqî û civakî, bi zêdebûna gotinên provokatîf ên ku civak û kêmneteweyan hedef digrin ve girêdayî ye. Kampanyayên medyayî yên li dijî komên diyarkirî, dibin sedema rewakirina tundiya li dijî wan. Teşwîqkirina devkî dikare veguhere êrîşên rasterast û hedefgirtina dubare ya civakên cuda. Li şûna ku her bûyer wekî bûyereke serbixwe were dîtin, nîgeraniyan der barê hebûna şêwazên tundiyê yên berdewam û li ser bingeha nasnameyê de çêdike.”

‘Hebûna dewletê bi serweriya yasa û pêkanîna edaletê ve girêdayî ye’

Vela Taceddîn, li ser bandora komîsyonên lêkolînê yên ku piştî hinek komkujiyan hatine avakirin nirxandin kir û got: “Eşkerenekirina encaman ji raya giştî re û nebûna berpirsiyariyeke rastîn, dikare van komîsyonan tenê veguherîne çalakiyên formalîte. Bi vî awayî ew nikarin ji bo wan kesan û malbatên wan edaletê mîsoger bikin. Dema ku min paşeroja hinek kesên di komîsyonên lêkolînê de cih digrin lêkolîn kir, dît ku herî kêm endamek wê komîsyonê, berê naverokên provokatîf û dijminane yên li dijî civaka Elewî belav kiribû. Divê em diyar bikin ku hebûna dewletê bi serweriya yasayê û pêkanîna edaletê ve girêdayî ye. Ger çanda tolhildan û xwînrijandinê şûna serweriya yasayê bigre, ev yek bingehên dewletê dihejîne. Her wiha ev rewş dibe sedem ku di nava civakên cuda de têgihîştin kûrtir bibe.”

‘Berdewamiya bêcezahiştina êrîşan parçebûna civakî kûrtir dike’

Vela Taceddîn, bal kişand ser bûyera kuştina heft endazyar û karkeran li Pira Masyafê û da zanîn ku ew ji ber nasnameya xwe ya Elewî bûne hedef û wiha domand: “Çend ciwanên Durzî yên tevî ku destûra fermî girtibûn biçin ser erdên xwe û zeytûnan kom bikin, hatin kuştin. Ev bûyer der barê bandora tedbîrên fermî yên ji bo parastina sivîlan de fikaran çêdike. Berdewamiya bêcezahiştina êrîşên wiha  parçebûna civakî kûrtir dike û civakên cuda neçar dike ku ewlehiya xwe bi destên xwe mîsoger bikin.  Dê ev yek aştiya civakî bixe xeterê û rîska pevçûnan zêde bike.”

‘Zimanê provokatîf û heqaretên li dijî civakên cuda îhtîmala jiyana bi hev re zortir dike’

Vela Taceddîn, diyar kir ku zêdebûna êrîşên li ser bingeha mezhebî, hesta hevpar a girêdana bi neteweyê re lawaz kiriye û bûye sedem ku kêmnetew bêhtir derkevin pêş. Vela Taceddîn, da zanîn ku zimanê provokatîf û heqaretên ku li dijî civakên cuda yên li Sûriyeyê tên kirin, baweriya di navbera Sûriyeyiyan de lawaz kiriye û îhtîmala jiyana bi hev re zortir bûye.

Vela Taceddîn, anî ziman ku mafê her civakê heye ku ferdên xwe, nasnameya xwe ya çandî û dîrokî biparêze û got: “Ev yek qet nabe bibe hincetek ji bo binpêkirina mafên kesên din. Gava ferdên civakekê hîs dikin ku saziyên dewletê nikarin ewlehiya wan misoger bikin, daxwazên wan ên ji bo parastin û diyarkirina çarenûsa xwe, her diçe lezgîntir dibin.”

‘Divê medya ji bo belavkirina gotinên nefretê neyê bikaranîn’

Vela Taceddîn, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez li dijî dûrxistin an jî paşguhkirina dîroka civakên cuda yên Sûriyeyê û biçûkdîtina beşdariyên wan im. Elewî, Durzî, Kurd û komên din parçeyeke bingehîn a dîrok û nasnameya vî welatî ne. Her wiha divê medya û siyaset ji bo belavkirina gotinên nefretê û xurtkirina qalibên darazê yên dijminane neyên bikaranîn.”