Semra Guzel nehat berdan

Di doza danişîna derbarê parlamentera HDP'ê ya berê Semra Guzel ku piştî hedef hat nîşandan parastina wê hat rakirin de biryara berdewamkirina girtîmayîna wê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Piştî hinek wêneyên di dosyaya lêgerînê ya sala 2017'an a parlamentera HDP'ê ya berê Semra Guzel de serwîsî çapemeniyê hat kirin şûnde Semra hedef hat nîşandan. Piştî destnedana Semrayê hat rakirin şûnde di 3'yê Îlona 2022'yan de hat girtin. 5'mîn rûniştina doza Semrayê li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Semrayê ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê bi rêya Pergala Deng û Dîmen tevlî rûniştinê bû. Gelek parêzer û temaşevan li rûniştinê amade bûn. 

Şahid Songul Bora a bi Pergala Deng û Dîmen li Meletiyê tevlî rûniştinê bû da zanîn Semra û Volkan dergîstî bûn û ji bo ew lawê xwe Volkan bibîne çûye gel Semra û bi hev re çûnin sînorê Şirnexê. Songulê got ew çûne cihekî ku nizane û rojek şûnde Volkan dîtine û Semrayê pê re wêne kişandiye. 

Gefxwarina mirinê ya cendermeyê

Songul Bora da zanîn dema cendermeyê îfadeya wê girtiye ew di bin zextan de bûye û got: "Min dema li cendermeyê îfade da cendermeyê ji min re got bêje vana Semrayê kiriye ger tu vana nebêje jixwe tu pîr e tu yê di girtîgehê de bimire."

Semra Guzel jî parastina xwe kir û got girêdana wê ya bi malbata Volkan re qet qut nebûye. Parêzer Eylem Arzu Kayaoglu ya li Kandirayê li gel Semrayê bû da zanîn Songul Bora dema li cendermeyê îfade daye di bin zextan de bûye û got em wek parêzeran herî zêde bi zextên nehiqûqî rû bi rû dimînin. Meqama îddiayê da zanîn şertê kontrola edlî têr nakê û biryara dewamkirina girtinê daxwaz kir. Semra Guzel li dijî daxwaza meqama îddiayê mafê axaftinê girt û got nehiqûqî ye ku ez ji ber wêneyekî girtî me. 

Rûniştin hat taloqkirin

Piştî beyanan biryara dewamkirina girtina Semrayê hat dayin û hat gotin divê ewraqên kêm bên temamkirin. Rûniştina taloqî 11'ê Kanûnê saet 10.00'an hat kirin.