Sebahat Tuncel: Siyaseta niha nikare serî bi me bide tewandin

Ji siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel di doza Kobanê de bal kişand ku di mutalaya hatiye dayîn de parastina DAIŞ’ê derketiye holê û got: “Dîrok ên ku têdikoşin dinivîsîne, siyaseta niha nikare serî bi me bide tewandin.”

Enqere- Li ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de beşdariya çalakiyên prostestoyî weke hincet hat nîşandan û hevsorokên giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş, di nav de endamên lijneya navenda rêveberiyê (MYK) 18 jê girtî, 108 kes ji doza Kobanê tên darizandin. Di danişîna 26’an de, danişîna yekem li kampusa girtîgeha Sîncanê dest pê kir.

Meqama îdiayê daxwaza dema zêde red kir

Di dirûşma dozê ku ji aliyê heyeta dadgeha cezayê Giran a 22’an a Enqereyê ve hat dîtin de, hevserokê giştî yê partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, hevberdevka Partiya Çepa Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Partiya Çepa Kesk, Komîsyona Hiqûqê ya HDP, rêveberên HDP’ê û Partiya Çepa Kesk û ji derveyî parêzerên dozê parêzerên endamên Komeleya Hiqûq û Azadiyê beşdar bûn. Hinek ji siyasetmedarên ku li girtîgeha Sîncanê girtîne di danaşînê de amade bûn, siyasetmedarên din ên  ku di girtîgehên cuda de dimînin bi riya pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bûn.

Piştî tesbîta nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin, danişînê dest pê kir. Dozger daxwazên parêzer û siyasetmedaran ên ji bo dema zêde ya parastinê red kir û xwest biryara qebûla mazeretên din bê dayîn.

Paşê siyasetmedar Ayla Akat Ata axivî û bal kişand ser naveroka doza jê tên darizandin. Ata li dijî mutalaya dozger daxwaza mutalaya zêde kir.

Sebahat Tuncel: Di mutalaya hat dayîn de parastina DAIŞ’ê derket holê

Pişt re hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel axivî û qurbaniyên Otêla Madimakê bi bîr anî û bertek nîşanî girtina rojnamevan Merdan Yanardag da û wiha got: “Birêz Ocalan ji sala 2011’an ve bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk neaniye. Bibîrxistina vê ji hikûmetê re hinceta girtinê ye. Ma gelo em qala tecrîdê ji we re nekin? Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Dema ku bi kêrî wan tê dixwazin birêz Ocalan bikin amûr. Halbûkî Erdogan jî di nav de her kes rola Ocalan dizane. Çima wê maseyê qelibandin? Ji ber têkiliyên xwe yên bi El Qaîde û DAIŞ’ê re pêvajoyê bi dawî kirin. Heta ku ev tişt neyên axaftin li vî welatî demokrasî û edalet pêk nayê. Ji ber ku edalet tune ye hûn vê doza komployê dimeşînin. Dîrok wê dosyaya Kobanê bidarizîne. Dîrok kesên li ber xwe didin dinivîsîne.”

Paşê jî Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak axivî û li ber mutalaya dozger rabû.

Fîgen Yuksekdax: Em nabin hevkarên sûcên we

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî axivî û destnîşan kir ku şandeya dadgehê dixwaze di demeke kin de ceza bide wan û ser dozê bigre û ji ber vê îqtîdarê rayeya bêsînor a sûcdarkirinê daye dadger û dozger lewma jî dibin şirîkên sûc.

Piştre parlamentera HDP’ê ya berê Emîne Beyza Ustun ku negirtî tê darizandin jî axivî û xwest mutalaya hatiye amadekirin paşve were kişandin.

Piştî beyanên siyasetmedaran şandeya dadgehê navberek da danişînê.