Rûyê nû yê tundiya li dijî jinan

Li gorî nirxandina Weqfa Îdrakê, tundiya li dijî jinan di nîvê sala 2026’an de bi reng û şêweyên nû zêde bûye û bal tê kişandin ku piraniya tawanan di nava malbatê de û bi destên kesên nêz tên kirin.

Qahîre – Her çendî saziyên têkildar ji bo pêşxistina mekanîzmayên parastin û piştgiriyê dixebitin jî rapor eşkere dikin ku jin û zarokên keç bi awayên curbecur ên tundiyê re rûbirû dimînin, ji êrîşên devkî û fîzîkî bigre heya kuştin û tundiya sîber. Giraniya vê diyardeyê ne tenê bi hejmara bûyerên hatine ragihandin ve sînordar e, di heman demê de digihîje xwezaya sûc bi xwe ku bi veguherînên civakî û teknolojîk re bi berdewamî bi pêş dikeve.

Di salên dawî de, formên nû yên îstîsmarê derketine holê, wekî zorbaziya sîber û bazirganiya mirovan. Ev yek ji bo ajansên sepandina qanûnê û rêxistinên civaka sivîl dijwariyên zêde derdixe holê û pêşxistina amûrên çavdêrî û bersivdayînê ji bo van sûcan lezgîntir dike.

Di serî de kuştin tê

Rapora ku li ser tundiya li dijî jinan di nîvê yekem ê sala 2026'an de hatiye amadekirin, şêwazên herî berbiçav ên sûcên ku di vê demê de derketine holê û faktorên li pişt zêdebûna wan vedikole. Têkildarî mijarê rêvebera Yekîneya Çavdêrî û Lêkolînê ya Sûcên Tundiyê yên li ser Sînorê Zayendî ya Weqfa Îdrakê ya ji bo Pêşveçûn û Wekheviyê, El-Şeymee Fikirî axivî. El-Şemee Fikirî bal kişand ser dijwariyên herî mezin ên hewldanên kêmkirina vê diyardeyê.

El-Şeymee Fikirî rave kir ku kuştin di lîsteya sûcên ji hêla çavdêriyê ve tên şopandin de di rêza yekem de ne, ligel zêdebûna bazirganiya mirovan û zorbaziya li ser înternetê. Her wiha bal kişand ser zêdebûna hejmara dozên ku zarokên di bin 18 salî de, weke sûcdar, dibînin û diyar kir ku ev nîşane guherîneke berbiçav di xwezaya sûc de nîşan didin û diyar dibe ku ku pêdivî bi pêşxistina tedbîrên dijber ên guncaw ji bo çareserkirina vê veguherînê heye.

El-Şeymee Fikirî destnîşan dike ku civak di guhertinên bilez re derbas dibe, ev yek rasterast di formên tundiyê de xwe nîşan didin û got: “Têgihîştina vê diyardeyê divê ne tenê bi tomarkirina statîstîkan ve sînordar be divê bi analîzkirina çarçoveyên civakî û çandî yên van sûcan dimeşînin re berfireh bibe. Bi vî rengî alîkariya pêşxistina polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên bi bandortir bike. Ev guhertin derî li pirsên berfirehtir ên li ser faktorên li pişt zêdebûna tundiyê vedike û gelo ew tenê bi şert û mercên aborî ve girêdayî ye, yan berhema gelek faktorên tevlihev e ku hewceyê destwerdana pir-astî ye.”

Sedemên zêdebûna sûcên tundiyê çi ne?

El-Şeymee Fikirî bawer dike ku sedemên zêdebûna tundiyê hê nehatine çareserkirin, bi taybetî hevrêziya qels a di navbera saziyên fermî û rêxistinên civaka sivîl de ku li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dixebitin û wiha domand: “Nebûna torê di navbera saziyên cuda de dibe sedem ku her rêxistinek bi tenê bixebite. Ev yek bandorê li ser karîgeriya mudaxeleyan dike û gihîştina encamên bi bandortir sînordar dike. Medya roleke pir bi bandor di şekildana hişmendiya giştî ya li ser pirsgirêkên tundiyê de dilîze. Di salên dawî de, hinek drama û bernameyan alîkarî kirine ku sûcên tundiya li ser bingeha zayendî bên ronîkirin û bûn sedem ku gelek jin li ser mafên xwe, mekanîzmayên ragihandinê û ji rêxistinên ku dikarin serî lê bidin, agahdar bibin.”

Lê belê El-Şeymee her wiha hişyar dike ku weşandina bûyeran bi rêbazên şaş dibin sedema teqlîdkirinê; li şûna ku di nava civakê de werin redkirin, zêdetir dibin û dibin sedema normalîzekirina tundiyê.

El-Şeymee di berfirehiya nirxandinên xwe de rave dike ku analîzek li ser bûyerên ji hêla çavdêrgehê ve di tevahiya salê de tên şopandin, di demên zêdebûna lêçûnên jiyanê de (wekî betlaneyan an destpêka sala xwendinê) zêdebûna hinek sûcan eşkere dike. Erkên darayî pir caran dibin sedema zêdebûna nakokiyên malbatî ku di hinek rewşan de vediguherin êrîşan û jin û zarokên keç dibin hedefên sereke.

Ew tekez dike ku jin pir caran barê van zextan dikşînin; her çendî krîzên aborî dikarin nakokiyan zêde bikin jî, ew ne tenê sedema tundiyê ne. Tundî di heman demê de bi çandekê ve girêdayî ye ku bikaranîna hêzê di nav malbatê de rewa dike yan jî dihêle ku sûcdar ji ceza û demxeya civakî birevin.

Daneyên çavdêriyê tenê beşek ji rastiyê nîşan didin

Her çendî çavdêriya ku ji hêla saziyên têkildar ve tê kirin amûrek girîng e ji bo têgihîştina meylên tundiyê lê yên ku di qadê de dixebitin tekez dikin ku daneyên berdest ji ber nexwestina berdewam a gelek kuştiyan ji ragihandinê, tevahiya firehiya diyardeyê nîşan nadin.

El-Şeymee Fikirî rave dike ku çavdêriya Weqfa Îdrak, ji sala 2020’an vir ve, ji bo şopandina bûyerên ku bi riya çavkaniyên fermî hatine weşandin, bi giranî xwe dispêre rêbazeke domdar; bi taybetî daxuyaniyên ji Dozgeriya Giştî û Wezareta Karên Hundir, ji bilî tiştên ku ji hêla dezgehên medyayê yên pêbawer ve tên weşandin. Lê belê ev bûyer tenê wan dozên ku bi rastî gihîştine saziyên çavdêriyê temsîl dikin û nikarin wekî nûnerê hemî sûcên tundiyê yên ku di rastiyê de diqewimin werin hesibandin.

Ev yek bi hebûna berdewam a astengiyên ku rê li ber gelek jinan digrin rapor bikin ve girêdayî ye; di nav de tirsa ji stîgmaya civakî, zextên malbatê û barên darayî yên bi prosedurên dozê û rêwîtiyê ve girêdayî. Wekî din, hinek malbat ji şermê ditirsin an jî tercîh dikin ku bûyeran li derveyî kanalên fermî çareser bikin, nemaze di rewşên êrîşa cinsî yan zorbaziya sîber de.

El-Şeymee bawer dike ku ev valahiya di navbera rastiyê û rastiyên hatine ragihandin de, gihîştina texmînek rast a mezinahiya diyardeyê dijwar dike. Ev yek jî pêdivî bi pêşxistina mekanîzmayên çavdêriyê, her wiha derheqê kesên tên kuştin û hedef tên girtin de ji bo ragihandin were agahdarkirin bên teşwîqkirin û dabînkirina hawirdorek ewletir ji bo bidestxistina piştgirî û parastinê heye.

Zarok di navbera hedef û tawanan de dimînin

El-Şeymee Fikirî destnîşan dike ku yek ji nîşaneyên herî berbiçav ên ku ji hêla çavdêriyê ve di nîvê yekem ê vê salê de hatine dîtin, zêdebûna rêjeya bûyerên ku ji hêla zarokên di bin temenê 18 salî de tên kirin e, ligel zêdebûna rûbirûbûna keçên ciwan bi binpêkirinan re. Koma temenê 11-17 salî bûye yek ji wan komên herî xeternak ên ku rastî tundiyê tên.

Ew bawer dike ku ev nîşane nîşan didin ku pêdivî ber bi hewldanên mezintir heye ku ber bi zarok û ciwanan ve be wiha vedibêje: “Ne tenê ji bo parastina wan ji tundiyê, di heman demê de ji bo pêşîgirtina li wê yekê ku di pêşerojê de nebin tawankar; bi çandina çanda rêzgirtina ji bo yên din û redkirina tundiyê ji qonaxên destpêkê yên perwerdeyê.”

Malbat çavkaniya sûc in

Kuştina jinan di nava awayên herî hovane yên tundiyê de ne. Nemaze dema ku ew di nava malbatê de ya jî bi destên mêrên ku biwan re zewicandî ne, yan têkiliya malbatî heye bê kirin; ev yek bandora civakî û psîkolojîk zêdetir dike.

El-Şeyme Fikirî rave dike ku piraniya bûyerên kuştinê yên di heyama borî de ji hêla çavdêriyê ve hatine belgekirin, di nav malbatê de hatine kirin û hevjîn an hevjînê berê di gelek ji wan de cih girtine. Her wiha dide zanîn gelek ji wan bûyeran dema ku jin vegera malê red dike çêdibin di pêvajoyên qanûnî yên têkildarî veqetandinê yan nakokiyên malbatê de bûyer zêdetir diqewimin.

Ew bawer dike ku dubarebûna van bûyeran pêdivî bi çareserkirina wan wekî şêweyekî tundiya li ser bingeha zayendî dike, ne tenê wekî sûcên îzolekirî ku tên destgirtin.

El-Şeymee tekez dike ku kêmkirina tundiya li dijî jinan hewce dike di heman demê de li ser gelek astan were xebitandin; bi xurtkirina hevrêziyê di navbera saziyên cuda de, bi guhertinên qanûnî yên ku piştgiriyê didin parastina jinan û bi berfirehkirina bernameyên hişyariyê yên hemû beşên civakê hedef digrin.

Divê li gorî encamên çavdêriyê xebat werin kirin

Rêvebera Yekîneya Çavdêrî û Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Bingeha Zayendî ya Weqfa Îdrak ji bo Pêşveçûn û Wekheviyê, El-Şeymee her wiha bang kir ku encamên çavdêriyê werin bikaranîn da ku destwerdanên meydanî werin sêwirandin ku xwezaya taybetî ya pirsgirêkên li her herêmê çareser bikin. Her wiha destnîşan kir ku çavdêriyê piştî zêdebûna hinek sûcan berê li gelek bajaran kampanyayên hişyariyê yên taybetî (wekî şantaja sîber) pêk aniye û girîngiya girêdana daneyan bi bersivên li ser erdê re nîşan daye.

Nîşaneyên ku ji hêla kesên li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dixebitin ve tên şopandin eşkere dikin ku diyarde berdewam dike û formên tevlihevtir digre. Ev jî ji aliyê faktorên piralî ve tê birêvebirin ku ji aliyê aborî wêdetir diçin û çanda civakî, mekanîzmayên parastinê, bersiva qanûnî û asta hişyariya giştî di nav xwe de digrin.