Rojnameger Zeynep Kuray ji doza dihat darizandin beraet kir

Rojnameger Zeynep Kuray ku ji doza bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, biryara beraetê hate dayin.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger Zeynep Kuray, ji ber parvekirinên ser medyaya dijîtal ên di navbera salên 2014-2015’an de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin. Danişîna biryarê hate dîtin.

Danişîna biryarê  li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hate dîtin. Zeynep Kuray tev li danişînê nebû lê ji parêzerên MLSA’yê Batikan Erkoç tev li bû. Di danişînê de mutalaa hate aşkere kirin. Di danişînê de dozger xwest ji îdiaya “propagandaya rêxistinê” ceza were dayin. Parêzer Batikan Erkoç jî diyar kir ku miwekîla wî nûçeyê dişopîne û dem xwest.

 Dadgehê jî bi sedema ku “kiriyara pê tê sûcdarkirin di qanûnan de weke sûc nehatiye destnîşankirin” biryara beraetê da.