Rexnegira siyasî: Li Tûnisê gef li azadiyan tê xwarin

Rexnegira siyasî ya Tunisê Monia El-Arfaouri anî ziman ku bi qanûna nû hebûna jinan a di parlementoyê de hat sînordarkirin, bal pêla nîjadperestiyê ya li dijî Afrîqiyan zêde dibe û got “Li Tûnisê bi vê re têkçûnek mezin rû dide.”

ZOUHOUR MECHERGUI

Tunis – Rexnegira siyasî ya Tunisê Monia El-Arfaouri ya bal kişand rewşa jinan a di parlementoya nû de anî ziman ku hebûna jinan a di parlementoyê de bi qanûna 25’ê Tirmehê re hatiye sînordarkirin û ji aliyê jinan ve vê yekê mîna binkeftinek nirxand.  Monia El-Arfaouri li ser pêla nîjadperestiyê ku li Tunisê li dijî Afrîqiyan zêde dibe anî ziman ku bi vê pêla netewperestiyê mafên jinan di xetere de ye. Monia El-Arfaouri destnîşan kir ku ev pêla nîjadperestiyê encamên polîtîkaya dewletê ye, metirsî û fikarên bandora vê rewşê ya li ser jinan anî ziman.

Monia El-Arfaouri bal kişand di rewşa heyî de nakokî û tevliheviya ku tê jiyîn û wiha got: “Em dikarin dîmenê siyasî niha heyî bi nakok û tevlîheviya di lûtkeya herî jor de bi nav bikin, di welatê me der berdewam desthilat tê bikaranîn û dijberên siyasî her tên bidûrxistin. Serok Qeys Seîd jî bi tenê desthilatê bi rê ve dibe hemû prensîbên siyasî yên naskirî şaş dibin. Gel li dor perlemantoya nû kom nabe, dûrketinek wan balkêş ji hilbijartinên zagonî re hebû ne tenê li Tunisê lê belê li asta hemû cîhanê jî beşdarbûn gelekî lewaz bû di çerçoveya keşeyek siyasî bi krîz û nakok di asta herî bilind e. Çeper di navbera hemû hêzên siyasî yên opozisyonê û partiyên lewaz de vekirîbûn. Ev jî gefan li rêgeha demokratîk dixwe bi taybet dema rêxistinan nikarîn çareyekê bibînin an herî kêm çareyên di sala 2013’an pêşniyar bûne jî pêk naynin.”

Monia El-Arfaouri ya got ku “Di siya vê keşehewayê de ti înisiyatîfên siyasî bisernakevin di nav çend hefteyan de” wiha pêl da gotinên xwe: “Înisiyatîf hene dabeşî du cureyan dibin. Yekem siyasî ye jor banê 25’ê Tîrmehê bi rêveberiya kesayetên siyasî ye bi armanca ku hejmara herî zêde ji partiyên siyasî derdora xwe kom bike lê ew di derguşê de bi binket. Ji ber mezintirîn hêzên siyasî yên ku Tevgera Nehda û partiya Destûrî Azad e ne pêkaneye li ser maseyekê rûnin an çareseriyek hevbeş bibînin. Cureya duyem jî înisiyatîfên bi banê 25’ê Tîrmehê ne, hêviya çareseriyê ne, weke înisiyatîfa rêxistinên Yekîtiya Giştî ya Tunisî ji bo Kar û Yekîtiya Parêzeran, Fouroma Aborî û Civakî û Hevpendiya Tunisî ji bo parastina mafên mirovan piştî ku xwe ji înisiyatîfê kişand û bi tenê Yekîtiya Araf çêkir.”

Hebûna jinê ya di qada siyasî de

Monia El-Arfaouri ya got ku “Îro em nikarin binketina rola jinê û bandora wê di dîmenê siyasî de veşêrin” anî zina ku ev yek di warê zagonî de destpêkir û got “Pergala zagonî ya nû ku rêgeha 25’ê Tîrmehê aniye û serok Qeys Seîd bi riya makzagonê û zagona hilbijartinê ew sîstemeke rê nade jinan rêveberiya siyasî bikin. Tevî hemû karînên jinên Tunisî di vî warî de û wekheviya wan di makzagonê de jî diyar e. Lê makînezmayên zagonî ji bo pêkanîna wekheviyê diyar nekirin û di vir de zagona hilbijartinê ne li gor jinan bû dema hevsengî di lîsteyên hilbijartinê de pêk ne anî. Lewma hebûna jinê di perlemantoya nû de lawaz bû û tune bû.

Derveyî pergala 25’ê Tîrmehê ve, hebûna jinan di partiyan de ne pir bû û nûnertiyek wan girîng jî nebû, bi deh salan kêm bû. Îro civaka sivîl li ku derê hêz, amadebûn û bandoriyê ji jinê re peyda dike. Komeleyên jinan ji karê siyasî dûr in di wateya xwe nerazîbûnî opozisyonî û beşdariya hukim de, tevî ku rêgeh şans e ku yekem jin li herêmê û bakûrî Afrîqiya kirî serok hikumet, lê hebûna wê şekilî ye weke wezîrê yekem di pergala siyaseta serok Seîd de be, hebûna wê şekilî tişt ji jinên Tunisî re zêde nekir.”

‘Nîjadperestî cihê şermê ye’

Monia El-Arfaouri rewşa qanûnê ya li Tunisê wek cihê ‘şermê’ binav kir, derbarê nîjadperewsitya ku tê jiyîn de wiha got: “Xîtaba fermî ya dewleta Tunisê de bi gotin û daxuyaniyên serok Qeys Seîd de xîtabekî nijadpereste dijî koçberên ji başûrî Sehrayê hatin û di welat de dijîn, ev jî cihê şermê ye. Em parastina mafê veguhestinê dikin weke mafekî gerdûnî û pêkanîna zagonê divê di sînorê danûstandinên mirovî de be, derxistina wan bi lez derveyî sînor mixabin ne başe, ev ji gotin û planên tevgerên Rastê tundrew li Ewropa ye ku Afrîqî, Ereb û Tunisî jê gazinan dikin hebûna wan têde bitirse. Dema xîtaba fermî ji wan be û wan gotinên faşîst nijadperest bên kirin û hewil bidin li Tunisê pêkbînin, mijarekî divê li hemberê bê rawestandin û xîtaba mertisîdar qutbikin ew ne li gorî dewletekê ye ku têde şoreş avabûye bi navê Tunise.”