Rêxistina Kefa ji bo hişyariyê dest bi kampanyayê kir

Rêxistina Kefa der barê mafen jinan de kampanyayek li ser medyaya dîjîtal da destpêkirin. Bi kampanyayê hewl dide xeletiyên ku civak ji bo mêran rewa dibîne rave bike.

CAROLINE BAZZI

Beyrûd - Rêxistina Kefa bi kampanyaya xwe ya bi navê "Ew qanûnek yekgirtî ya rewşa kesane hewce dike" hewl dide mafên jinan ji bo wekheviya tam, xwedîkirina zarokan û têkoşîna li dijî tundiya li ser wan bi dest bixe.

Parêzera beşa piştevaniyê ya Rêxistina Kefa Fatima El-Hac diyar kir ku kampanya têkoşîna li dijî tundiya zayendî projeyek yekgirtî ye û wiha pê de çû: “Ji sala par ve me kampanyayek der barê neheqiya qanûnên statûya kesane de daye destpêkirin û pêşnûmeya zagonek yekgirtî ya rewşa kesane hat amadekirin, me kampanyaya 16 rojan bi kampanyayeke li ser medyaya dîjîtal ku tundiya li ser jinan di qanûnên statuya kesane de cih girtine ronî kir, da destpêkirin.”

‘Gelek jin her dem rastî şîdetê tên lê haya wan jê tune ye’

Li ser rastiya jinan a di bin qanûnên statûya kesane ya neheq de Fatima El-Hac wiha got: “Di qanûnê de jin weke hemwelatî nayên naskirin. Li Lubnanê 18 mezheb û 15 qanûnên rewşa kesane hene. Kampanya piştrast dike ku hemû xeletiyên civak dike û kiryarên mêran rewa dike, tenê ji ber qanûnên rewşa kesane ne. Em daxwaza qebûlkirina qanûneke yekgirtî ya rewşa kesane dikin. Jin hene ku di nav xeleka şîdetê de dijîn lê haya wan jê tune ye.”

Der barê sedema destpêkirina kampanyayê li ser platformên medyaya dîjîtal de Fatima El-Hac wiha axivî: “Hejmara herî mezin a mirovan li ser malperên tora dîjîtal in û ev navgîn ji her kesê re peyda dibe, dikarin zû bigihîjin wan. Der barê çalakiyên li qadan de me pêşnûmeya qanûna yekgirtî ya rewşa kesane pêşkêş kir û ji bo ku em ji bo pêşnûmeya qanûnê piştgiriya herî mezin bi dest bixin, em bi parlamenteran re hevdîtinên demkî pêk tînin.”

Fatima El-Hac bal kişand ser xebatên din ên rêxistinê û wiha got: “Rêxistin beşdarî semîner û danişînên gotûbêjan dibe ku ji aliyê zanîngehan ve der barê proje qanûnê de tên organîzekirin û ji ber ku malperên tora dîjîtal hûrgiliyên projeyê rave nakin lewma em beşdarî semîner û danişînên gotûbêjê dibin.”

‘Em her sal 1200 jinên ku ji zagonên mezhebî zirar dîtine pêşwazî dikin’

Fatima El-Hac eşkere kir ku ew her sal 1200 jinên ku ji zagonên mezhebî zirar dîtine pêşwazî dikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em jinan der barê qanûna rewşa kesane ya yekgirtî de perwerde dikin. Piraniya parlamenterên guhertinê yên ku gihîştin kursiya parlamentoyê daxwaza qanûnek yekgirtî ya rewşa kesane dikin. Çareseriya bidestxistina hemwelatîbûnê derxistina qanûnek yekgirtî ya rewşa kesane ye.”

Fatima El-Hac destnîşan kir ku rêxistin dê heta pêkanîna daxwazê ​​û pêşkêşkirina qanûnê li Meclisa Nûneran berdewam bike, paşê dê dest bi kampanyaya parêzvaniyê bike heta pesendkirina wê li Meclisa Nûneran û wiha pê de çû: “Her wiha me ji bo jinên ku li ber dadgehên olî mexdûr bûne li ber Meclisa Nûneran stand vekirin. Rêxistinê nusxeyên qanûnê ji hemû namzedên hilbijartinên parlamentoyê ku di Gulana borî de pêk hatin re şand.”

‘Çima divê jin guh bidin mêren malbatê’

Dema ku em li navenda piştevaniya Rêxistina Kefa bûn, em derbasî ofîsên hin pisporên li navendê bûn. Karmendê ku li navenda piştgiriyê ya rêxistina Sêlîn El-Kêk bal kişand ser xeletiyên ku civak pê kiryarên mêran rewa dike. Sêlîn El-Kêk wiha got: “Çima divê jin guh bidin mêrên malbatê? Ji ber ku qanûnên statûya kesane ya mezhebî li Lubnanê vê yekê pêşkêş dikin.”

Rêveberê dozê li Navenda Piştgiriyê ya Rêxistinê Ala Hemada wiha anî ziman: “Çima mêr di malbatê de desthilatdar in? Ji ber ku qanûnên statûya kesane ya mezhebî li Lubnanê vê yekê pêşkêş dikin. Ji ber vê yekê divê em biryar bidin û qanûnek yekgirtî ya statuya kesane ya di serî de di warê qanûnan de me wekî jin wekhev bike û dû re her du zayendan wekhev bike, derxin.”