'Qirêjî û tarîtiya kombûyî dê di cihekî de biteqe'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku parastina xwe di Doza Kobanê de kir got: "Di tora tarî ya li derdora doza Komploya Kobanê de hatiye avakirin de gelek qirêjî kom bûne û ev qirêjî wê di rojên pêş de der bibin."

Enqere- Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de parastina xwe kir, diyar kir ku ev dadgeh dadgeha darbeyê ye û got: “Îqtîdara siyasî derbeyê her dem di sindoqa xwe de veşart û veguhezand. Hûn ji wê sindoqê derketine û wek sepanên darbeyê derxistin pêşberî me."

Rûniştina çaremîn a danişîna 33’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên Kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin.

Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn. 

Danişîna ku bi tesbîta nasnameyan dest pê kir, bi lêkolîna girtinê berdewam kir. Dozger, xwest daxwaza berdanê ya siyasetmedarên girtî bê redkirin û qedexeya derketina derve ya der barê bersûcên girtî de jî berdewam bike. 

‘Pergala darazê ya li Tirkiyeyê di bin piyan de ye’

Siyasetmedar Ayşe Yagci ya pişt re mafê axaftinê girt, diyar kir ku di mutaalayê der barê wê de sûcekî şênber nîn e. Yagci, diyar kir ku 3 sal in heman tişt tên dubarekirin û wiha got: “Belê ev dozeke siyasî ye û wateya wê ya hiqûqî nîn e. Pergala darazê ya li Tirkiyeyê di bin piyan de ye. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman di serdema me de têkildarî vê dosyayê destûrname da. Têkiliya vî bi kê re derket? Bi mafyayê re têkiliya wî derket. Îtîraf dike ku wê demê jê re vîla û wesayîd hatine kirîn. Di berdela çi de vê yekê dike. Bawer im ji bo qirêjiyên wan paqij bike girt. Di rewşeke ku daraza Tirkiyeyê di vî halî de ye, 3 sal in bi israr em hewl didin xwe biparêzin. Dest ji vê bihiqûqiyê berdin birêz şande.”

‘Di dosyayê de di çarçovaeya TMK’yê de darizandin tê kirin’

Aynûr Aşan a bi Kurdî parastin kir, wiha axivî: “Ji bo Kurdan Destûra Bingehîn a Têkoşîna bi Terorê re derbasdar e. Ev qanûn ji Kurdan re tê sepandin. Temamê kesên bi vîna gelê Kurd hatin hilbijartin bi TMK’ê tên darizandin. Di vê dosyayê de hemû xebatên me di bin banê TMK’ê de hatine komkirin. Weke encam tu hincet di destên we de nîn e ku jinên têkoşîna azadiyê didin hûn dîl bigrin.” 

‘Kocaman bi kirina vê komployê hatiye peywirdarkirin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku girtin neheqî û bêhiqûqî ye. Yuksekdag, destnîşan kir ku li darazê geşedanên girîng çêdibin, vê bandor li vê yekê kiriye. Yuksekdag, a endamê Dadgeha Bilind Kocaman bi bîr xist, wiha got: “Ev ne geşedaneke ku cara ewil e çêdibe. Ez nizanim ka ev dê heta ku derê biçe, bigihîje li ku. Ji ber ku ev dosyayên wisa di bin kontrola desthilatdariyê de tên meşandin. Em ê di demeke nêzik de bibînin ku ji bilî rastiya em dibînin hin rastiyên din jî dê îfşa bibin. Ji ber ku bêhiqûqiyeke evqas zêde tê meşandin, dê di cihekî de biteqe. Yuksel Kocaman, ev komploya daye destpêkirin. Ji sala 2019’an ve ji bo vî karî hatiye wezîfedarkirin, endamê darazê yê bi komployê hatiye peywîrdarkirine.”

‘Dadgeha bilind li ser fermanê radibe û rûdinê’

Yuksekdag têkildarî mijara navborî ku li ser çapemeniyê belav bûye jî wiha got: “Yên kû vî kar dikin, ên ku vê dezgehê ava dikin bi hemû hûrguliyên wê plan dikin. Dosyaya me ne dosyayek hûrgulî ye. Ev doza kesên qirêj û kesên azadîxwaz e. Yên qirêj ku vî welatî bi rê ve birin seranserê dîrokê êrêşê Kurdan, çepgiran kirin û dozên mîna doza komployê ya Kobanê vekirin. Yuksel Kocaman jî karekterek wisa ye. Îro hê jî endamê dadgeha bilind e. Tirkiye welatek wisa ye. Endamê dadgeha bilind îro bi binpêkirina maf û hiqûqê me hildidin ser guliyê jorê û lê wê sibê dilop dilop ji Qesrê ve bikevin. Vê rastiyê jî her kes dizane. Lê hûn darizandinek neadilane dikin. Me berê jî qala we ku hûn çawa dixebitin û li ser fermana kê radibin û rûdinên kiribû.” 

‘Dadgeha darbeyê ye’ 

Yuksekdag axaftina xwe wiha domand: “Darizandina Sirri Sureya jî we di çarçoveya vê dozê de neda sekinandin. Dadgehek din heman rojê ji bo Enîs Berberoglû biryara sekinandina darizandinê da. Heke sepana we hiqûqî be lê gelo biryara dadgeha din çiye? Gelo hûn dikarin bersiva vê bidin? Bersiva vê jî pir hêsan e; çimkî ev dadgehek asayî nîne. Çimkî ev dadgehek darbeyê ye. Îktidara siyasî darbeyê her tim di sindoqa xwe de veşart û veguhezand. Hûn ji wê sindoqê derketine û wek sepanên darbeyê derxistin pêşberî me. Li aliyekî dadgehek asayî biryarên asayî dide, li aliyê din jî dadgehek taybet heye, bi perspektîfa hiqûqa dijminane, hiqûqa darbeyê nêzî me dibe. Darizandina Sirri Sureyya Onder viya nîşanî me dide.” 

Yuksekdag di dawiyê de got ew dixwaze hemû hevalên wê yê girtî werin tehliyekirin. 

‘Dozger bûye hevalbendê şahidan’

Paşê jî Meryem Adibellî bi Kurdî parastina xwe kir û li ber îdiayên dozger rabû û destnîşan kir ku dozger jî bûye yek ji şahidan û hema çi dîtiye û çi jê re hatiye li dosyeyê bar kiriye. 

Piştî navberê dê danişîn berdewam bike.