"Qanûna kar ji bo jinan heye lê di rastiyê de wî mafê xwe bi dest nexistine"

Jin li Lîbyayê ji sê parên kar di beşên karên fermî û yên hikûmetê de cih digrin lê ew di karê rêveberî û îdarî de bi rêjeyek kêm di van beşên kar de cih digre.

ÎBTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Hin jin gazin dikin ku tevî mafên wan ên di warê karê wan de pêşketin bi dest nexistine, hin jinên din dibêjin ku bêedaletî di dayîna xelatan û karên zêde de heye û mêr di asta yekem de tên dîtin. Her wiha ji bo zelalkirina hin xalên li ser qanûna kar li Lîbyayê ku girêdayî jinan e me bi seroka beşa darayî û endama komîteya çareserkirina rewşa xebatkarên çand û ragihandinê Halîma El-Dersî re hevdîtin kir.
Têkildarî vê mijarê endama komîteya çareserkirina rewşa xebatkarên çand û ragihandinê Halîma El-Dersî li gorî tecrubeya xwe ya kar ku demek dirêj di kar dika wiha got: "Di kar û xebat de barê kar herî zêde dikeve ser milên û ji mêran bêtir dixebitin her wiha di warê duristbûn, rastbûn û amadebûna di saetên kar de, jin ji mêran bi disiplîntir in.
"Qanûna kar di hin beşên xwe de ji bo jinan bi edalet e"
Li ser dadperweriya ku jin di qanûna kar de para xwe jê digrin Halîma El-Dersî wiha dibêje: “Qanûna kar di hin beşên xwe de ji bo jinan adil e lê di rastiyê de jinan mafên xwe bi dest nexistine bi taybetî heger jin zewicandî û xwedî zarok bin. Mînak qanûna pêwendiyên kar avakirina krîşekê li cihê kar ferz kiriye lê di rastiyê de tu dezgeheke hikûmetê nîn e ku ev bend xistibe pêkanînê, ev yek bû sedem ku dayika karker ji bo dabînkirina hewcedariyên mezinkirina zarokên xwe ji kar qut dibe û ev jinên xwedî zarok bi xemsariya kar tên mehkûmkirin."
"Jin di kar de ji astên bilind bêpar dimînin"
Li ser pirsa di warê saetên kar astên rêveberiyê û mûçeyan de, rewşa jinan di karûbarên giştî de çawa dibînin de wiha bersiv da: "Zagona têkiliyên kar di warê mafdariyê de yekgirtî ye lê para herî zêde ya mêran e ji ber ku jin ji mafên xwe yên bilindbûnê bêpar in heger ji kar demek werin qutkirin ji ber dema zarok tînin ev rewşa jinan a taybet li ber çavan nayê girtin."
"Jin di karê xwe de baldar, bi rêxistinkirî û bi rêkûpêk in"
Her wiha Halîma El-Dersî ji ber tecrubeya xwe ya dirêj a di warê xebatên îdarî de ku 30 sal in derbas kiriye, ew bawer dike ku jinan di hemû qadan de hebûna xwe îsbat kirine û ew dibîne ku di kar de jin herî zêde baldar in û rêxistinkirî û bi pergal in. Her wiha wê teqez kir ku zagona pêwendiyên kar betlaneya dayikbûnê pêk aniye û ew ji rojên betaleneya salane nayê hesibandin, dema betlaneya dayikbûnê 3 meh e û mafên wan heye ku ew betlaneya xwe bike du beş meh û nîvek beriya dayikbûnê û meh û nîvek jî piştî wê lê ev betlane bi şertê ku rapora bijîşkî ya ji aliyê nexweşxaneya jidayikbûnê ve hatibe morkirin lê di rewşên kurtajê de mafê wê tune ye ku ji betlaneya jidayikbûnê bigre û ew wekî nexweşek normal tê dermankirin ku piştî demek kurt vegere ser karê xwe.
Halîma El-Dersî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Li welatê min jin hê jî dûrî wezîfeyên rêvebirinê ne û ji bo hemû beşan mêr tên wezîfedarkirin û di hinek beşên ku pir kêm in û îstîsna de ne jinek an du jin cih digrin mînak wekî peywira min di beşa darayî de li Bîngaziyê tenê sê jin hene ku ev kar girtine."