'Qanûn nahêlin jin mafên xwe bi dest bixin'

Parêzer Rûla Mûsa diyar kir ku tevî ku di warê destekkirina mafên jinan de pêşketin çêbûne jî, astengiyên di qanûnê de cîbicîkirina mafên xwe zehmet dike û got: "Zagon rê nade jin mafên xwe bi dest bixin."

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Parêzer û berpirsa çavdêriya qanûnî ya ofîsa Musawa li Xezayê Rula Musa got ku pêkanîna mafên mirovan ên bingehîn ên jinan û prensîba wekheviya li pêşberî qanûnê ji bo pêşveçûna domdar girîng e. Rula Mûsa da zanîn ku qanûn bi prensîba wekheviya zayendî re li hev nakin û diyar kir ku mafên jin û zarokan hê jî dibin sedema nîqaşên mezin.

Rûla Mûsa bal kişand ser wê yekê ku jin û zarokên ku di nava komên herî zêde ji dagirkeriya li Xezayê bandor bûne, ji gelek mafên xwe yên bingehîn bêpar in û wiha got:

“Ev rewş binpêkirina eşkere ya pîvan û peymanên navneteweyî ye. Di sala 2022’an de, Navenda Musawa lêkolînek kûr kir da ku bandora qanûnî ya zagonên fermî û sivîl li ser mafên jin û zarokan ji perspektîfa zayendî binirxîne. Ev vekolîn hewldaneke dijwar bû ji bo vekolandina ka yasa çawan hatine cîbicîkirin û heta çi radeyê ew bi mafên jinan û bi vî awayî mafên zarokan re hevaheng in. Xebatên ku hatin kirin, biryardariya piştgirîkirina mafên jin û zarokan ên li Şerîda Gazze û Şerîeya Rojava ye.”

'Kêmasiyên qanûnê hatin eşkerekirin'

Rula Mûsa diyar kir ku lêkolîna wan baştir têgihîştin ka rêgezên yasayî çawa hatine bicihanîn, dîmena yasayî piştî dabeşkirinê bandorek çawa li ser jiyana jin û zarokan kir. Rûla Mûsa da zanîn ku di encama vê lêkolînê de derketiye holê ku divê mafên jinan di her qadê de bê garantîkirin û wiha got: “Ji bo têgihîştina mafên velayetê zarokên wan û têgînên edalet, wekhevî û azadiyê divê perwerde bê dayîn." Ev lêkolîn kêmasiyên qanûnên Filistînê li parêzgehên bakur û başûr, nemaze yasaya rewşa kesane eşkere kir, ji ber ku ew qanûnên ku herî zêde bandorê li mafên jin û zarokan dike, dihewîne."

'Qanûn nahêlin jin mafên xwe bi dest bixin'

Rula Mûsa bal kişand ku tevî pêşketinên saziyan di warê piştgirîkirina mafên jinan de, astengî û zehmetiyên qanûnî yên ji bo bidestxistina wekheviya zayendî berdewam dikin û vê mînakê da:

"Di hiqûqa herêmî ya Filistînê de, bi taybetî jî der barê Qanûna Rewşa Kesane de, 'bêyî ku jin beşdarî danişînê bibe an jî haya wê jê hebe, bi biryara dadgehê mafê mêr tê dayîn ku jina xwe berde' û ji vê re 'veqetandina kêfî' tê gotin. Hevberdanên bi vî rengî dibin sedema zehmetiyên mezin û nahêlin jin mafên xwe yên qanûnî yên wekî nefeqe û erkên aborî bi dest bixe. Ger jin biryara berdanê bide, divê sedemên taybetî diyar bike, divê mêrê  pêre zewicî jî di danişînê de amade bibe. Jin gelek caran neçar dimînin ku dev ji mafên xwe yên aborî berdin da ku biryara berdanê bidin. Ev rewş binpêkirina prensîba wekheviyê ye. Gelek rêxistinên femînîst û mafên mirovan jî ji bo jinên ku mexdûrên hevberdana keyfî bûne tazmînateke adil û di vî warî de berfirehkirina derfetan dixwazin. Ji ber vê sedemê divê hevberdan li gorî biryareke dadwerî ya ku dadmendiyê misoger dike û heta ku ji aliyê dadgehê ve neyê lêkolîn û nirxandina qanûnî neyê naskirin an derbasdarin.”

'Pergala hiqûqî li Şerîda Xeza û Şerîeya Rojava cuda ye'

Rulo Mûsa diyar kir ku li Şerîa Rojava û herêmên bakur û başûr sîstemên cuda yên hiqûqî tên sepandin û wiha gotinê xwe berdevam kir: “Pergala edaletê ya li Filistînê ji parçebûna Şerîda Xeza û Şerîeya Rojava bandoreke mezin li pergala edaletê kir. Li Şerîda Xeza û Şerîeya Rojava, mafên jin û zarokan, mafê jinan ê gihandina edaletê û prosedurên dozê ku deriyê yekem ê ewlekariya vê ye, bandoreke neyînî dike. Qanûnek yekgirtî ya statuya kesane tune."

Rûlo Mûsa diyar kir ku divê ji bo mafên jin û zarokan qanûn bên sererastkirin û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Pêwîste raya giştî jî li gorî van her du koman polîtîka û rêbazan bi cih bîne. Pêkanîna wekheviya rast a di navbera zayendan de wê beşdarbûna bi bandor a jinan di qadên civakî, aborî, çandî û siyasî de misoger bike. Wê bibe alîkar ku jin mafên xwe bi kar bînin."